Li Swêdê hukumet hat damezrandin

Ulf Kristersonê ku serokê partiya Moderaterna ye, bi hevkariya Demokratên Xristiyan û Partiya Lîberal hukumeta nû ava kir.

Demokratên Swêdê ku pêşengiya rasta radîkal û nîjadperest dikir di vê hukumetê de cî nagire.

Lê digel vê jî ev partî destekê dide hukumetê û di dema nû de wê bandorê li hukumetê bike.

Serokwezîrê nû yê Swêdê êdî Ulf Kristersson e.

Kristersonê ku serokê partiya Moderaterna ye, bi hevkariya Demokratên Xristiyan û Partiya Lîberal hukumeta nû ava kir.

Di dengdana di parlemena Swêdê Riksdagê de hukumeta nû ji 176 wekîlan deng wergirtin.

173 wekîlên swêdî li dijî hukumeta Kristersson dengên xwe bi kar anîn.

Demokratên Swêdê ku pêşengiya rasta radîkal û nîjadperest dikir di vê hukumetê de cî nagire.

Ulf Kristersson. Serokê Partiya Moderaternayê hukumeta nû ava kir.

Lê digel vê jî ev partî destekê dide hukumetê û di dema nû de wê bandorê li hukumetê bike.

Tê ragihandin, ji ber hêza wê ya di parlemenê de wê ji proseya amadekirina qanûnan de û biryaran de wê ev partî xwedî gotin be.

Di dema amadekirina bernameya hukumetê de jî rasta radîkal bi bandor bû.

Hin aliyên sereke yên Peymana Tidö ya di navbera her sê partiyên hukumetê de wiha ye:

  • Prosedurên penaberiyê tên girankirin. Di dewsa statuya mayinde de wê statuya demî pêşkêşî penaberan bê kirin.
  • Rêvebiriyên herêmî wê bikaribin ji bo penaber bi dilxwazî vegerin welatên xwe kampanyaya li dar bixin.
  • Kotaya penaberan wê salane ji 5000’î dakeve 900.
  • Ji bo têkoşîna li dijî krîza avhewayê wê butçe bê zêdekirin. Lê di heman demê de ji bo avakirina santralên nukleer wê krediyeke bi qasî 36 milyar euroyî bê amadekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …