Parlamentoya Polînezyayê daxwaza fermîbûna zimanên li welat kir

Parlamentoya Polînezyaya Fransî daxwaz kir ku zimanên li welat tên axaftin li meclîs û hikumeta herêmî bibe fermî.  Ev daxwaz piştî ku Fransa bi sebeba ku rûniştina meclîsa Polînezyayê bi zimanê tahîtî hatiye kirin du biryarên meclîsê betal kirin, hate kirin.

Parlamento, 5’ê Tîrmehê li ser betalkirina du biryarên ku berê girtibû, civiya û di warê “mîrateya zimanî û çandî” de biryareke nû girt. Di biryara ku li hember 11 dengên neyênî bi 46 dengan hate girtin de ji Parlamentoya Fransayê re tê pêşniyaz kirin ku xala 74’emîn a di derbarê herêmên dûrî navendê de guherînekê çêbike. Bi vê guherînê re wê welatên wekî Polînezyaya Fransî di warê mijarên ziman û çandê de biryarên xwe bikaribin bigirin û bi vî awayî deriyê fermîbûna zimanên li vî welatî wê bê vekirin. 600px-Flag_of_French_Polynesia.svg

Di metna biryarê ya ji aliyê parlamantoyê hatiye amadekirin de hin bingehên hiqûqî ya ji bo biryarê hatine dayîn. Li gorî van, ji sala 1984’an û vir ve zimanê tahîtî di pêşdibistan û dibistanên seretayî de bûye derseke mecbûrî yê mifredatê û derfet hatiye dayîn ku di perwerdeya navîn de jî dersa ziman bê girtin û  di 1999’an de Fransa Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar îmze kiriye. Di biryarê de hatiye pêşniyazkirin ku di xala 74’an a Makeqanûna Fransî de guherî bê çêkirin û îbareya “tedbîrên ku ji aliyê pêdiviyên lokal tên xwestin ji aliyê rêvebiriyê dikare di lehê nifûsa xwe de bê girtin” cî bigire.

Di heman metnê de ji Wezareta Herêmên Dûrî Navendê hate daxwazkirin ku ji bo guherîna statûya xweseriyê ya 2004’an a Polînezyaya Fransî qanûnekê amade bike da ku zimanên welat li parlamentoyê û di hemî karên raya giştî de bikaribin bên bikaranîn.

Polînezyaya Fransî li Okyanûsa Pasîfîkê welatekî 4,167 km2 ‘ ye ku ji 130 giravan pêk tê. Girava herî mezin Tahîtî ye û vê giravê di heman demê de navenda vî welatî ye. Nîfûsa welat 267.000’ye (2010) û piraniya nifûsê ji polîneziyên ku xweciyên otokton in (%66) pêk tê. Hejmara ewropiyên li giravan % 12’ye.  Ji salên 1946’an heta 2003’an welat xwedî statûyeke bi navê erdê dûrî navendê bû (territoire d’outre-mer an jî TOM). Piştî guherîna di statûyê de, welat bû xwedî statûya kolektîvîteya dûrî navendê (collectivité d’outre-mer,  an jî COM).

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …