Li Polînezyayê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Partiyeke Polînezyayê Tavini ku serxwebûna welêt daxwaz dike, di hilbijartina herêmî de bi ser ket.

Tavini ji bilî serwebûnê, li Polînezyayê daxwaza guherînên civakî-aborî yên bingehîn dike.

Lewma jî her ku diçe bingeha wê ya siyasî ya di nava civaka Polînezyayê de xurtir dibe.

Partiyeke Polînezyayê ku serxwebûna welêt daxwaz dike, di tûra ewilî ya hilbijartina herêmî de bi ser ket.

Hilbijartina ji bo parlamentoya Polînezyaya di bin kontrola Fransayê de, di 16’ê nîsanê de hate lidarxistin.

Tavini Huiraatira di tûra yekemîn de 34.8 ji % dengan wergirt û bû partiya yekemîn.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30ê nîsanê de bê lidarxistin û di encam de 57 wekîlên ji bo Parlamentoya Polînezyayê bê hilbijartin.

Tavini di tûra duyemîn a hilbijartina 2018’an de 23.1 ji % dengan wergirtibû.

Herwiha, di hilbijartina ji bo Parlementoya Fransayê ya 2022’an de Tavini bûbû xwediyê her sê kursiyan.

Tavini ji bilî serxwebûnê, li Polînezyayê daxwaza guherînên civakî-aborî yên bingehîn dike.

Lewma jî her ku diçe bingeha wê ya siyasî ya di nava civaka Polînezyayê de xurtir dibe.

Lêbelê digel bernameya wê ya rizgariyê, Tavini di wê baweriyê de serxwebûn encax gav bi gav pêk were.

Polînezya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî welatekî kolonî ku nikare xwe bi rê ve bibe tê pênasekirin.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Dekolonîzasyonê di 2013’an de derbarê Polînezyayê de biryarekê girtibû.

Komîte ji Fransayê daxwaz kiribû ji bo hêsankirina proseya self-determînasyona Polînezyayê gavên zêdetir bavêje.

Polînezya ku der e?

Polînezya welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye ku ji giravên belavî qadeke gelekî berfireh pêk tê.

Qismek ji van giravan ên di bin kontrola Fransayê de wekî Polînezyaya Fransî tê pênasekirin.

Polînezya welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye ku ji giravên belavî qadeke gelekî berfireh pêk tê.

Qismek ji van giravan ên di bin kontrola Fransayê de wekî Polînezyaya Fransî tê pênasekirin.

Berfirehbûna Polînezyaya Fransî 4,167 km2 ye li welêt 130 girav hene.

Girava herî mezin Tahîtî ye ku di heman demê de navenda vî welatî ye.

Nifûsa Polînezyaya Fransî li derdora 270,000’ye û piraniya nifûsê ji xweciyên otokton in (%66) pêk tê.

Ji salên 1946’an heta 2003’an welat xwedî statûyeke bi navê Erdê Dûrî Navendê bû (territoire d’outre-mer an jî TOM).

Piştî guherîna di statûyê de, welat bû xwedî statûya Kolektîvîteya Dûrî Navendê (collectivité d’outre-mer,  an jî COM).

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …