Di protestoyên roja yekşemê de 90 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin.
Bi windahîyên duh re hejmara sivîlên hatin kuştin gihîşt 200î.
Herwiha, êrişên hêzên dewletê bû encama birîndarbûna bi hezaran kesan.
Encamên protestoyên sivîl li Bangladeşê roj bi roj girantir dibin.
Di protestoyên roja yekşemê de 90 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin.
Bi windahîyên duh re hejmara sivîlên hatin kuştin gihîşt 200î.
Herwiha, êrişên hêzên dewletê bû encama birîndarbûna bi hezaran kesan.
Heta niha 10,000 jî bi hinceta tevlî çalakîyan bûne hatine girtin.
Pêşengîya protestoyên li Bangladeşê ji alîyê xwendekaran ve tê kirin.
Piştî alozîya duh, hukumetê Şêx Hesîna rewşa awarte ragihand û înternetê qut kir.
Sebeba alozîyê kota ye
Sebeba aktîvîzma belavî hemû alîyên welêt bû, sîstema nîqaşbar a kotayê ye.
Çalakîyên dawî du meh berê bi armanca betalkirina sîstema kotayê dest pê kiribûn.
Bi sîstema kotayê ji % 30 yê hemû karên dewletê ji bo xizmên endamên artêşê ku tevlî şerê serxwebûna welêt bûne, tên veqetandin.
Ji ber protestoyên dawî hukumet sîstema kotayê betal kiribû.
Paşê, Dadgeha Bilind a Bangladeşê biryar dabû vê pergalê ji % 30yî daxe ji % 5.
Dadgehê gotibû, divê ji % 93yê karên dewletê ji bo kesên kar heq kiribin, bên veqetandin.
Li gorî biryarê, ji % 2yê karan wê ji komên kêmar bên veqetandin.
————————————–
Foto: Protestoyên sivîl yên li Bangladeşê/X.com
Infowelat