Modela Barselonayê ji beşdariyê re vekiriye

 

 

Şaredarê Barselonayê di civîna Konseya Bajar’de da xuyakirin ku modela bajar li ser bingeha mirov bilind dibe û ji beşdariyê re vekiriye.  Şaredar Xavier Trias got ku ew ê armancên ku di du salên xwe yên xebatê de hatine diyarkirin, bişopîne.logomenu_es

Trias di rûniştina konseyê de diyar kir ku hem hikumeta Katalan û hem jî mixalefet ji ber temsîlkarî û “qelîteya nêrîn û raporên wê bi rêzdarî nêzîkî saziyê dibin. Şaredar got ku “Barselona bi potansiyela xwe, bi projeya xwe ya xwedî hedefên dema kurt, dema navîn û dema dirêj bajarekî muhteşem e” û girêdahiya xwe ya bi armancên wekî bi taybetî başkirina nêzîkbûna li hemberê kesên di rewşa dijwar de dijîn, garantîkirina xizmetên bi qelîte yên ji bo bajêr, ji nû ve aktîfkirina aboriyê û afirandina îstihdamê ku berê hatibûn terîfkirin, anî ziman.

Di vê çarçoveyê de Trias destnîşan kir ku butçeya polîtîkayên civakî wê % 15,5 bê zêdekirin û di warê ewlekarî, paqijî, çûnûhatin û vejîna bajar de wê xizmetên bi qelîtetir û pir baş bikin. Herwiha Trias soz da ku wê bûyerên krîmînal li Barselonayê qasî % 8,9 kêm bibe. Şaredar Trias destnîşan kir ku divê ew  bi çand, zanîn, afirînerî û nûjeniyê ku motorên agenga civakî ne û di heman demê de jî bi afirandina zengîniyê bajarekî ku bikaribe reqabetê bike û firsendan hilberîne teşwîq bikin. Trias di dawiya axaftina xwe de got ku “Em xwedî modeleke bajar in ku li ser mirovan bilind dibe û ji bo beşdariya herkesî vekiriye.”

Konseya Bajar a Barselonayê

Konseya Bajar organa herî bilind a şêwirîn û beşdariya ji bo Şaredariya Barselonayê ye ku tê de welatî û nûnerên şaredariyê meseleyên girîng ên bajêr nîqaş dikin. Civîna giştî ya konseyê ji 99 endaman pêk tê û konsey salê sê an çar caran dicive. Lê di rewşa awarte de, ji aliyê şaredar an bi riya berhevkirina % 30’yê îmzeyên endaman, civîna awarte dikare bê li dar xistin.

Şaredar û yek ji komên di şaredariyê de tê temsîlkirin nûnerên xwezayî yên konseyê ne û di bin wan de du cîgir ciyê xwe digirin. Hin saziyên girîng û hin kesên naskirî yên bajêr li ser pêşniyazkirina şaredar, ji aliyê civîna konseyê ve endamtiya wan tê qebûlkirin. Koma sêyemîn a endaman ji konseyên sektorên cihê û konseyên navçeyan yên welatiyan pêk tê. Saziyên her konseyên sektoran û yên navçeyan ji nava endamên xwe nûnerekê ji bo Konseya Bajar hildibijêrin û wan wekî endamên konseyê diyar dikin. Saziyên ku di Lîsteya Giştî ya Saziyan de cî digirin dikarin namzetên ji bo endamtiya konseyê pêşniyaz bikin û di dema hilbijartina şaredariyê de namzetên navborî bi dengên saziyên ku di vê lîsteyê de navên wan hene, tên hilbijartin.  Ji xeynî van, welatiyên ku dixwazin bi awayekî şexsî bibin endam, dikarin navê xwe di Tomara Welatiyan de binivîsin û navê wan di hizûra raya giştî de ji nav vê tomarê tê hilbijartin.

Çavkanî: Bcn.cat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …