Tora nivîskaran vebû

Koma avakarên niviskar.orgê di dawiya belavoka xwe de gotine “tu têkiliya vê xebatê bi tu partî û rêxistin û tevgerên sîyasî an nesîyasî ve tune ye.” Bi vê gotinê deriye xwe bo hemû nivîskaran re vekiriye û eşkere gotiye nivîskarên ji fikr û ekolên cûde dibe ku bi hev re li vir xwuya bikin.

Komeke kurdîhez bo ku nivîskarên kurd bigihin hev bi navê niviskar.orgê toreke nivîskaran avakir. Di vê torê de ji xeynî nivîskarên klasik nivîskarên modern yên wek kodnus, bernamenûs, blognus û hwd. jî dikarin xwe îfade bikin.

Projeya ku bi serkeşiya kodnus Xêro Mîrza birêve diçû gihişt encama xwe û bo hemû nivîskaran hat vekirin. Tora Kurdistanî bi pirzimaniya xwe niha li benda hemû nivîskarên kurd û xwendekarên wan e.

Di belavoka niviskar.orgê de tê gotin ji bo ku kes wek nivîskar bihê gotin ne divê îlla xwedîyê pirtûkekê be, nivîskar ew kes in; Pirtûknûs, blognûs, helbestnûs, awaznûs, kodnûs, bernamenûs, wergêr û hwd.

Bi endambûna nivsikar.orgê kes dibe xwedî malpereke taybet ku bi awayê http://navete.niviskar.org tê nivîsîn û pişt re dikarê, nivîsa derbarê xwe û jînenîgarîya xwe de biweşîne, serdêrên malperê dikarin bi nivîskar re pêwendîyê deyînin, ku hebin dikarê pirtûk û xebatên xwe bidê nasîn, gotarên xwe û vîdyoyên xwe an jî vîdyoyên ku dixwaze biweşîne, bi xêra pergala pirzimanî dikarê şandîyên xwe bi zimanê din jî biweşînî, bo malpera xwe çend kirasên(şablon) hatine amade kirin dikarê li gorî dilê xwe bikarbîne û li gorî dile xwe xuyanga malpera xwe biguherîne, bo ku şandîyên dihên weşandin bigihîjin bêhtir kesan, malpera nivîskar bi pergala nexşeya malperê  dixebite ango nivîsên dihên weşandin ji ber xwe ve bi motorên lêgerînê yê wekî Google, Yandex û Bingê ve dihên dîtin.

Xala herî xweş jî endambûn û bikaranîna niviskar.orgê bêpere ye.

Di belavoka niviskar.orgê de bo van egîdên kurdihez bidin nasin tê gotin “Ev xizmeta Nivîskar.orgê ji bo nivîskarên Kurd û Kurdî diramînin ra ji alîyê Hêvî Group ve amade bûye.”

Koma avakarên niviskar.orgê di dawiya belavoka xwe de gotine “tu têkiliya vê xebatê bi tu partî û rêxistin û tevgerên sîyasî an nesîyasî ve tune ye.” Bi vê gotinê deriye xwe bo hemû nivîskaran re vekiriye û eşkere gotiye nivîskarên ji fikr û ekolên cûde dibe ku bi hev re li vir xwuya bikin.

Bo zelaltir bê fehm kirin her çiqas me di nûçeya xwe de agahî dabin jî belavoka niviskar.orgê li jêrê diweşînin.

Jêder: Candname.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …