Taywan “yek welat-du sîstem” red kir

Konseya Dewletê ya Çînê derbarê meseleya Taywanê de belgeyekê bi navê “Problema Taywanê û Di Dema Nû de Yekitiya Çînê” weşandibû

Di belgeyê de siyaseta dîrokî ya Çînê a ku wekî “yek welat-du sîstem” tê naskirin hatibû pêşniyazkirin

Hukumeta Taywanê ku zêde daxwaza Çînê hêrs bike, vê carê bidaxuyaniyeke wekî manîfestoyê serî li hember Çînê rakir.

Berdevka wezareta karên derve ya Taywanê Joanne Ou di daxuyaniya fermî de pêşniyaza Pekînê red kir.

Ou wiha axivî:

Em pêşniyaza “yek welat-du sîstem” red dikin. Bi tenê gelê Taywanê dikare ji bo qedera xwe biryarê bide. Û bi tenê hukumeta hatiye hilbijartin a Taywanê dikare di qada navneweteyî de Taywanê temsîl bike.

Çend roj berê Konseya Dewletê ya Çînê derbarê meseleya Taywanê de belgeyekê bi navê “Problema Taywanê û Di Dema Nû de Yekitiya Çînê” weşandibû.

Joanna Ou. (Wezîra Karên Derve ya Taywanê.)

“Yek welat-du sîstem”

Di belgeyê de siyaseta dîrokî ya Çînê a ku wekî “yek welat-du sîstem” tê naskirin hatibû pêşniyazkirin.

Çînê ev siyaset cara ewil ji bo çareseriya meseleya xwe ya bi Hong Kongê re formûle kiribû.

Piştî Brîtanya ji Hong Kongê vekişiyabû Çînê ev der tevlî erdê xwe kiribû lê soz dabû ew ê sîstema lîberal a li vî bajarî wekî berê bidome.

Lêbelê Çînê piştî demekê ji sozên xwe vegeriyabû û di 2020 an de dest bi midaxaleyê Hong Kongê kiribû.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meşa Gandî rêya serxwebûna Hîndistanê vekir

12ê adarê roja salvegera Meşa Xwê ya damezrînerê Hîndistana serbixwe Mahatma Gandî ye. Hedefa çalakiyê …