Barzanî bi Amiri re krîzê guftugo kir

Amîrî, duh bi serokê PDKê Mesût Barzanî re rûnişt û pê re krîza siyasî guftugo kir

Tê ragihandin, Amîrî ji bo aloziyê kêmtir bike, wê zextê li aliyê kurd û suniyan bike

Kaosa siyasî ya li Iraqê bi mehane berdewam dike.

Herî dawî, bi daxwaza Tevgera Sedr ya bo belavkirina parlemenê re, aloziya li Iraqê de bêhtir kûr bûbû.

Bi rojane li paytext Bexdayê, alîgirên Sedr û Çarçoveya Hemahengî li qada Kesk a avahiyên rêveberiyê hene, çalakiyên dijber li dar dixin.

Vê carê çavê Çarçoveya Hemahengî, li hemleyeke nû ya Sedr e.

Di nav van aloziyan de, lîderê Tevgera Feth Hadî El-Amîrî bi lîderên kurd û suniyan re hevdîtinek kir.

Amîri ji Barzanî çi dixwaze?

Amîrî, duh li dûv îttifaqa suniyan, bi serokê PDKê Mesût Barzanî re rûnişt û pê re krîza siyasî guftugo kir.

Tê ragihandin, Amîrî ji bo aloziyê kêmtir bike, wê zextê li aliyê kurd û suniyan bike.

Amîrî wê ji her du aliyan bixwaze sekna xwe ya di vê krîzê de zelal bikin.

Amîrî her wiha ji PDK’ê wê daxwaz bike, meseleya serokkomariyê ku li pêşiya avakirina hukumetê dibe asteng, safî bike û derbarê berendamê xwe de biryara dawîn bidin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …