Riya dijwar a ber bi azadiyê ve


Ew hatine dawiya demeke herî dijwar a di jiyana xwe de û dikin ku wê li dûv xwe bihêlin. Lewma ew, ji ber ku bi serfirazî li hember hemû dijwariyên di riya azadiyê de di ber ber xwe dane xwe serbilind dihesibînin. Digel hemû ji wan xwedî dîtinên azadiyê yên cuda ne û di serê wan de ji bo jiyana wan a li Ewrûpayê projeyên cuda hene, ew êdî dizanin ku di jiyana wan a bê de ciyê zilmê tuneye.

Bi destpêka Kanûna Pêşîn, di nîvê şevê de bi wesayitekê gihîştin nêzîkî sînorê Tirkiye-Yewnanîstanê. Di kêliya ku wesayît sekinî, xwe bi lez avêtin derve û tevlî çenteyên xwe yên piştê berê xwe dan çem. Ji destpêka vê rêwîtiya ku ji wan re hatibû gotin ew ê hêsan be, her du rêber li ser wan dest bi zextan kirin ku zû bimeşin. Di destpêkê de axa bi herî ku rêwitiyê pir dijwar dikir derbas kirin û paşê bi helkehelk di ber gundekî tirkan re derbas bûn. Dema gihîştin Çemê Merîçê, rêber bi lez botê nepixandin û ji bo her sêyan rêwîtiya bi xetere ya li ser ava tarî ya çem dest pê kir. Kurtedemek paşê gihîştin giravokeke û paşê cara duyemîn çem derbas kirin. Piştî ku gihîştin giravoka duyemîn cara sêyemîn çem derbas kirin. Îcar ji ber ku bota wan li çiqlê darek di nava avê de bû ket û hêdî hêdî tefiya, ew hindik mabûn di çem de bifetisin. .

Zozan (42) dibêje ku dema ew gihîştin keviya Çemê Merîçê ya li aliyê Yewnanîstanê hal di wan de nemabû. Ew karkerê şaredariyeke kurd a li Tirkiyeyê bû û tevlî hevserê xwe yê mamoste, li derdora du sal berê ji aliyê biryarnameyek di hukmê qanûnê de ji kar hatibûn derxistin. Her du jî hebûna têkiliyên bi “rêxistinên terorê” re hatine sûcdarkirin lê ew ne hatine darizanin û ne jî derfet hatine dayin ku li hember vê biryara zalimane xwe biparêzin. Wan piştî ku li Tirkiyeyê hema hema du salên xwe derbas kirine, herdem dema xwe bi dîtina kar derbas kirine û hewldane ku xwe ji zextên dewletên yên bi şeklê şopandin û gefan pêk hatiye biparêzin, ji bilî terka welatê xwe yê şêrîn pê ve tu çareyeke din nedîtine.


“Dema hûn sînor derbas dikin bêhna we fireh dibe lê ji bo tunekirina îhtimala girtinê ya li ser sînor û paş ve vegerandina Tirkiyeyê divê hûn hinekî din jî pêş de biçin.”

Berivan (35) ku ji Tirkiyeyê ji zilmê reviya ye, hêvî kiriye ku ji ber ew penaberek siyasî ye ji aliyê rêvebiriya yewnan xweş bê pêşwazîkirin. Dema ew anîne Qereqola Polês û ya Lênerîna Sînor a Feresê hemû hêviyên wê di carekê de ji holê rabûne. Ew dibêje ku tuwaletên vê navendê ewqas zêde qirêj bûne û bêhneke xerab ji wan dihat ku wê û kesên dixwestin îltica bikin newêribûne nêzîk bibin. Ew bêyî bikaribin tuwaletan bi kar bînin, bi saetan sekinîne û hêvî kirine ku di demeke zû de ew ji wir bibin ciyekî din. Ew ne ji wan kesan bûye ku çavê xwe ji vê rastiyê re bigire û dema ew tînin Selanîkê, derfetekê dibîne û giliyê xwe bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dike. Ew diyar dike ku nûnerê rêxistinê bi tevahî hay ji mercên fîzîkî yên navendên binçavkirinê hebûye û di derbarê ku gelo ew ê ji bo başkirina mercên van navendan dikare tiştekî bike de bêdeng ma.

Digel ku çîrokên dişibin van çîrokên derbarê mercên xerab ên navendên binçavkirinê yên ewil de hene, kesên dixeazin serî li îlticayê bidin pir guh nadin van mercan. Sebeba vê eve ku ew li wir çend saet an herî zêde rojek an du roj diminîn.  Sebeba duyemîn a ku çima ew bi giranî li ser van mercan û muameleya li wir rû bi rû dimînin nasekinin ev e ku muhtemele ew pir kêfxweş dibin ji serfiraziya xwe ya bidawîkirina rêwîtiya bi xetere. Ozan (49) vê nêrînê qebûl dike lê aliyekî din lê zêde dike: “Dema hûn sînor derbas dikin bêhna we fireh dibe lê ji bo tunekirina îhtimala girtinê ya li ser sînor û paş ve vegerandina Tirkiyeyê divê hûn hinekî din jî pêş de biçin.” Ew bawer dike ku gelek kesên dixwazin serî li îlticayê bidin kêfxweş dibin ku ji aliyê polês bên girtin. Polês divê ew bibin navendeke polêsan û nasnameya kesê dixwaze îltica bike diyar bikin.  Ji ber ku hebûna kesê dixwaze îltîca bike ya li Yewnanîstanê bi fermî tê nivîsandin û rîska bi awayekî îlegal paş ve şandina wan êdî ji holê radibe, ev nuqte ji bo îltîcaxwazan pir girîng e.


Mixabin dema ew dixin odeyek mezin a tije îltîcaxwaz in,  deriyê hesin li ser wan tê girtin û zincîra dirêj a hesin a li ser derî tê zexmkirin, di demek kurt de hêvî ji holê radibin.

Piştî demeke kurt a coşa xurt a xelasbûna ji zilmê û prosedûrên bi lez ên polês ên ji bo diyarkirkina nasnameya wan, rûyê dijwar a rastiyê wê xwe nîşan bide. Bi dûv girtina şopên tiliyan a bi kîtekît û kişandina wêneyên wan a wekî kiişandina wêneyên kesên sûcdar, ew dibin Fylakioyê ku jê re bi fermî Navenda Beriya Serbestberdanê ya Binçavkirinê ya Fylakio tê gotin. Dema ji ciyê sergirtî yê tarî ya wesayita kevn tên daxistin, ew hîn jî hêvîdarin ku li wir baş bên pêşwazîkirin. Mixabin dema ew dixin odeyek mezin a tije îltîcaxwaz in,  deriyê hesin li ser wan tê girtin û zincîra dirêj a hesin a li ser derî tê zexmkirin, di demek kurt de hêvî ji holê radibin.

Zozan muameleya li hember wê û hevserê wê di vê navenda ku ji aliyê hin rêxistinên humanîter ve ji ber mercên xwe yên neînsanî tê rexnekirin, zêde rexne dike. Ew dide zanîn ku di dema sê rojên wan ên binçavkirinê de wê gelek di berxwe daye ku xwe adapteyê van mercên rezîl bike lê di dawiya roja duyemîn de hewldanên wê bi tevahî têk çûne. Li wir tiştê herî xerab ew bûye ku bêhneke xerab a ku mirov nikare terîf bike bi şev û roj dom kiriye. Li aliyekî din, ew Tirkiyeyê ji dilê xwe hatiye emeliyetkirin û problemên wê yên kezebê hebûye. Ligel van jî wê di dema derbaskirina çem û erdên bi avî yên li derdora çem sermayeke giran girtiye. Di sibeha roja sêyemîn de wê li ber derî xwestiye hinek hewaya paqij a ji korîdorê bigire, şîşên hesin ên derî girtiye û ji ber ku êdî hew tehemûlê van mercan kiriye hêsrên wê hatine xwarê.


Di sibeha roja sêyemîn de wê li ber derî xwestiye hinek hewaya paqij a ji korîdorê bigire, şîşên hesin ên derî girtiye û ji ber ku êdî hew tehemûlê van mercan kiriye daye girî.

Yek ji tiştên ku herî zêde Zozan şaşwaz kiriye ev bûye ku heta rewşeke pir lezgîn tunebe îltîcaxwaz herdem ne xwedî şensê gihîştina polêsan bûne. Wê şahidî kiriye ku digel kesên di binçavan de bi dengekî bilind gazî wan kirine û deng ji aliyê hemû kesên li odeyên li dora korîdorê diman hatiye bihîstin jî polês dereng hatine û carinan jî tew qet nehatine.

Tê gotin ku polêsên li vê kampa navxerab kar dikin baş nehatine perwerdekirin ku çawa bi îltîcaxwazan muamele bikin heta tê îdîakirin ku ew wekî ku îltîcaxwaz kesên sûcdar bin muameleyê bi wan dikin.  Silêman (33) hinekî jî pêş de diçe û îdîa dike ku îltîcaxwaz rastî zexta psîkolojîk a polêsan tên. Ew dibêje ku polês ne psîkolojiya penaberan dizane û ne jî dixwaze vê psîkolojiyê fam bike. Bi ya wî ev nêzîktêdan parçeyeke polîtîkaya bi awayekî nebaş pêşwazîkirina penaberan e. Ew di heman demê de difikire ku bêyî ku wan di rêwîtiya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de çi kişandiye li ber çavan bigirin bicîkirina ewqas mirovan di odeyekê de  û bêpar hiştina wan ji derfetên bingehîn ên tibî û alîkariya psîkolojîk nîşaneyên girîng ên vê polîtîkayê ne. Silêman li Tirkiyeyê bazirgan bûye û ew bi hinceta alîkariya bi tevgera kurd re hatiye sûcdarkirin. Wekî gelek kesên tên darizandin wî biryar daye ku beriya biryara dadgehê ku di gelek dozan de cezayên giran ên girtîgegehê tê dayîn bê diyarkirin, terka welat bike.

Her îltîcaxwazên ku navê wî wê serê sibehê an piştî nîvro ji aliyê polêsan ve tê xwendin xwe pir bi şens dihesibîne. Ên mayî jî hêvî dikin ku navên wan di lîsteya bê ya ku navên kesen wê bibin navenda qebûlkirinê hene de cî bigirin. Bi îlankirina navên di lîsteya nû de, kesên mayî xwe amade dikin ku şeveke din li vî ciyê ku ji navendeke binçavkirinê ya li welatekî Ewrûpayê bêtir dişibe zindaneke Serdema Navîn derbas bikin. Nûçeyên vê kampa nû ku di nava xwe de jêre dibêjin kampa Neteweyên Yekbûyî (NY) piranî ji aliyê hevalên wan ên ku bûne xwediyê derfetê li wir kurtedemekê bimînin û paşê di carekê de paş de hatine anîn, tên gotin. Ji vê kampe re bi fermî Navenda Qebûlkirina Ewilî û Nasnamediyarkirinê ya Orestiada tê gotin û ew ji gelek aliyan ve nikare bi navenda binçavkirinê ve bê beranberkirin.

Gelek îltîcaxwaz ku di navenda binçavkirinê de rastî mercên herî xerab hatine, di wê meylê de ne ku pesnê ev çend derfetên li vir rast hatine bidin.

Derfeta sereke ya kampa Orestiada eve ku hûn di konteynerek de ku ji odeyeke mezin a xwedî çend ranzeyên duqat, serşokek û tuwaleteke pêk tê de dimînin. Digel ku hîn destûra we tune  hûn derkevin derve, mafê we heye ku hûn di nava qada servekirî ya di navbera konteyneran de maye bi serbestî bimeşin. Gelek îltîcaxwaz ku di navenda binçavkirinê de rastî mercên herî xerab hatine, di wê meylê de ne ku pesnê ev çend derfetên li vir rast hatine bidin. Digel vê, dema mirov ji nêzîk ve li vê kampê dinêre mirov bi hêsanî gelek kêmasî dibîne ku divê bên çareserkirin. Mekîneyên dûşê yên serşokan baş naxebitin, sîstema belavkirina xwarinê ne kêrhatiye û di hundirê odeyan de maseya xwarinê û kursî tune ne. Li aliyekî din, digel ku hema hema hemû malbatên li vir xwedî zarok in, odeyek û alavên lîstikê yên ji bo zarokan tuneye.

Roja azadiyê herdem di carekê de tê; ji ber ku kesek nizane ew ê kengî ji vê kampa sînor serbest bê berdan. Dema ji aliyê polîsek ve bi dengekî bilind nav tên xwendin, kesên navên wan di lîsteyê de ne ji bo rêwîtiyeke dirêj a  ber bi kûrahiya welatê nû de dest bi amadekariya xwe dikin. Ew hatine dawiya demeke herî dijwar a di jiyana xwe de û dikin ku wê li dûv xwe bihêlin. Lewma ew, ji ber ku bi serfirazî li hember hemû dijwariyên di riya azadiyê de di ber ber xwe dane xwe serbilind dihesibînin. Digel hemû ji wan xwedî dîtinên azadiyê yên cuda ne û di serê wan de ji bo jiyana wan a li Ewrûpayê projeyên cuda hene, ew êdî dizanin ku di jiyana wan a bê de ciyê zilmê tuneye.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Nûnerên Rojava li Îtalyayê ne

Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn. …