Krîza Taywanê li Pasîfîkê belav dibe

Krîza di navbera Çîn û Taywanê de belavî herêma dora Taywanê dibe

Japonya got, Çînê fuze avêtiye nava sînorên wê yên deryayî

Amerîkaya ji bo alozî berfirehtir nebe ceribandineke fuzeyan betal kir

Çînê jî bi biryareke din hevdîtina xwe ya bi Japonyayê re betal kir

Keştîceng û balafirên şer ên Çînê li çaraliyê girava Taywanê tetbîqata xwe berdewam dikin.

Çîn bi tetbîqatê dixwaze ji aliyê leşkerî ve dorpêça li dora Taywanê hê bêtir bişidîne.

Yek ji aliyeke nû ya tetbîqatê bikaranîna fuzeyên teknolojîk ên Çînê ne.

Çîn di du rojên tetbîqatê de gelek fuzeyên balîstîk ên di destên xwe de bi kar anîn.

Fuze gihiştin sînorên Japonyayê

Lê bikaranîna fuzeyan di navbera Japonya û Çînê de veguherî aloziyekê.

Japonya diyar kir 5 fuzeyên ku Çînê avêtine ketine nava sînorên wê yên deryayî.

Rêvebiriya Tokyoyê got ciyê fuzeyên Çînê lê ketine başûrê girava Okinavayê ye.

Hikumeta japon piştî vê bi riya qenalên dîplomatîk Çînê protesto kir.

Bi awayî tansiyona li rojavayê Pasîfîkê hîn bêtir belavî vê herêmê bû.

DYA ceribandinê taloq kir

Berfirehbûna aloziya bandorê li bernameya pêşxistina fuzeyan a Amerîkayê jî kir.

Washinton ceribandina fuzeyan ku divê li Kalîforniyayê bihatana kirin betal kir.

Herêma aborî ya deryayê ya Japonyayê. Tokyo ragihand, yek ji fuzeyeke Çînê li başûrê vê herêmê ketiye.

Berdevkê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di daxuyaniya xwe de derbarê sebebên taloqê de neaxîvî.

Hevdîtina Çîn-Japonya hat betalkirin

Yek ji bandoreke din a aloziya Taywanê di qada dîplomatîk a di navbera Çîn û Japonyayê de pêk hat.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chungying ragihand, ew ê hevdîtina wezîrên karên derve yên her du welatan pêk neyê.

Çînê ji bo vê biryara xwe alîgiriya Japonyayê ya ji bo Taywanê hincet nîşan da.

Hevdîtina her du welatan wê çarçoveya bernameya ASEANê ya li Kamboçyayê bihatana lidarxistin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …