Çîn ambargo danî ser berhemên Taywanê

Krîza dawî ya bi Çînê re bandor li Taywanê jî kir

Li Taywanê gelek seferên navneteweyî yên balafiran hatin betalkirin

Li aliyê din, Çînê bi hinceta serdana Nancy Pelosi ambargo danî ser hin berhemên Taywanê

Krîza bi Çînê re gav bi gav bandorê li ser aboriya Taywanê jî dike.

Çînê bi biryareke dawî ragihand, êdî wê fêkî, sebze û masiyan ji Taywanê nekire.

Ev jî rasterast bandorê li firoşkarên van berheman ên li vî welatî kir.

Çîn, serdana Nancy Pelosi ya ji bo giravê sebeba ambargoya li ser berhemên Taywanê hincet nîşan da.

Taywanî fikar dikin, Çîn bergeha ambargoya xwe firehtir bike û ev jî bandoreke hîn mezintir li ser aboriya welêt bike.

Seferên balafiran hatin betalkirin 

Balafirgeha Songhan a paytexta Taywanê Taipeyî di rojên dawî de gav bi gav bêdeng dibe.

Sebeba vê yekê, betalkirina gelek seferên navneteweyî ya ji vê balafirgehê ne.

Rêvebiriya balafirgehê ji ber tetbîqata Çînê ya li deryayên li dora giravê gelek seferan betal kir.

Ji ber fikarên ewlekariyê, bi tenê di rojekê de 40 seferên navneteweyî hatin betalkirin.

Ji bilî vê, rotayên hin seferên din jî piştî hevdîtinên bi Japonya û Fîlîpînê re hatin guherandin.

Tê ragihandin, krîza dawî wê bandorê li 300 seferên navneteweyî yên ji paytext Taipeyiyê bike.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …