Kovara Parzemîn: Em li dû zanistiyê ne

 

Li Bakurê Kurdistanê li bin siya şer xebatên wêjeyî, hunerî û zanistî jî berdewan dikin. çend dildarên kurdî yên li Enqerê ne di encama xebatên bi salan ê li ser kurdî dest bi belavkirina Govara Parzemîn kirin.

Li Bakurê Kurdistanê li bin siya şer xebatên wêjeyî, hunerî û zanistî jî berdewan dikin. çend dildarên kurdî yên li Enqerê ne di encama xebatên bi salan ê li ser kurdî dest bi belavkirina Govara Parzemîn kirin.  Edîtorê Parzemîn Cûneyt Ewrareş ji BasNûçe’yê re axivî û bal kişand ser armanc û proseya derçûna govarê. Ewrareş da zanîn ku ew dixwazin xwe bispêrin sîwana zanyariyê û li ser zanistê kar bikin û xebatên xwe jî bigihînin xwînerên kurdî.

-Fikra Govara Parzemîn çawa derket hole? 

Di Gulana 2010’an de me komeke bi navê Bernamegeh ava kir. Ev kom bernameyên kompîturê dikir kurdî. Beriya me koma PC-Kurd hebû ku ew kom Ubuntu di serî de, gelek bernameyên kompîturê wergerandibûn bo kurdî. Koma me ji wan cuda bû, me nêzî 200 bername wergerandin. Heta sala 2012’an xebatên me wek werger dewam kirin. Yanê me dixwest tu bernameyên wernegerandî tunebin. Lêbelê ji ber ku Microsoft Windows hêj kurdî qebûl nekiriye bernameyên me tenê dibûn ‚pîne.’ Kesên ku bala xwe didanê hebûn, hejmara wan lê ne gorî bendewariyên me bû.

Bernamegeh bi avabûna TeknoKurdê xebatên xwe yên wergerên programên kompîturê bi dawî kirin. TeknoKurd ku hêj aktîf e nûçe û zanyariyên zanist û teknîkî bi kurdî pêşkêş dike. Valahiyek “zanyarî” di stûnên kurdî de heye û xebatên bi vî awayî kêm in. Xebatên bi vî awayî tune ne, yên heyî jî pir lawaz in. Me bi TeknoKurdê di sala 2014’an de govareke Zanist û Teknolojiyê ya bi navê Zanko derxist.

Govara Zanko bi qasî 5 hejmar li ser întenetê wek PDF hat weşandin. Derfetên me pir kêm bûn û heta niha jî hêj kêm in. Di serî de me nedikarî çap bikin. Me 5 hejmar li ser înternetê belav kirin û bawer dikim eleqe jî çêbû. Eleqe her çiqas kêm be jî hin beşên civakê bala xwe didin wan tiştan.

Piştî demekê me dawî li Govara Zanko anî. Lewre me xwest êdî em bi awayekî çapkirî xebatên xwe belav bikin. Serdem her çiqas biguhere jî li gorî me heta 200 salan jî dê tiştên çapkirî her tim qîmettir bin.

Ji bo xwendina hevpeyvînê bitiqînin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de …