Ji PQF’yê daxwaza Quebeca fransî

Quebec di 1’ê Cotmeha 2018’an de hilbijartina parlementoya herêmî li dar dixe. Parazvanên zimanê fransî, bi mebesta parastin û pêşvebirina ziman dixwazin li ser partiyên siyasî tesîrê bikin. Bi vê armancê li welat koalîsyona bi navê Hevparên ji bo Quebeca Fransî (PQF) hat damezrandin û vê platformê ji daxwazên xwe yên ji siyasetê re deklere kir.

Quebec eyaleta fransîaxêf a Kanadaya federal e û nifûsa wê di ser 7 milyonî re ye. Li Kanadaya ku piraniya wê bi îngilîzî diaxive tekane ciyê fransî lê berfirehî tê axaftin Quebec e û lewma jî ev der wekî keleha zimanê fransî ya li Kanadayê tê dîtin. Ji ber belavbûna îngilîzî ya li Quebecê di salên 1960-70’an de, rêvebiriyên wê demê bi qanûnên berfireh fransî parastine û wê kirine zimanê yekemîn ê eyaletê.

Koalîsyona Quebeca Fransî di 2010’an de hatiye damezrandin û ji rêxistinên parastina fransî, sendîka, hin rêxistinên perwerde û hunermendan pêk tê. Koalîsyon, di civîna xwe ya hefteya derbasbûyî de li ser hin pêşniyazên ji siyasetê re li hev kir. Ev pêşniyaz bi giştî 53 hebin û bi giranî li ser riyên fêrkirina fransî bi koçberan û kûrkirina pêvajoya fransîkirina sazî û qada kar a eyaletê disekinin.

Li gorî vê koalîsyonê, bernameyên fêrkirina fransî û entegrasyonê ya ji bo koçberên nû gihîştine Quebecê têr nayên fînansekirin. Daxwazeke din ê ya PQF’yê guherandina xala 46’emîn a Peymana Zimanê Fransî’ye. Koalîsyonê diyar dike ku di vê xalê de ji bo zimanê fransî têgeha “kêrhatî” hatiye bikaranîn û divê di dewsa vê de “pêwîst” bê nivîsandin. Di encama vê guherînê de wê fêrbûna zimanê fransî di gelek qadan de bibe mecbûrî.

Li aliyekî din, berdevkê koalîsyona ziman Jacques Letourneau di derbarê duzimaniyê de hin agahiyên balkêş bi raya giştî re parve kir. Letourneau da zanîn ku duzimanîkirina qada kar pêşeroja zimanê fransî ya ji bo civaka Quebecê dixe nava xetereyê.”

Hikumeta Quebecê beşa 1’emîn a Qanûna 104’emîn a parastina ziman di pratîkê de pêk nayne û ev jî dike ku xizmetên civakî yên rêvebiriyê bêtir bibin duzimanî.

Yek ji daxwazên din ên koalîsyonê di derbarê zimanê têkiliyên fermî yên hikumetê de bûn. Koalîsyon ji hikumeta nû daxwaz dike ku hemû têkiliyên xwe yên nivîskî yên bi hikumetên din ên li Kanadayê û yên bi saziyên fermî yên li Quebecê bi fransî bimeşîne.

Damezrandina komîseriya ziman a ji aliyê parlamentoya herêmî jî di nava daxwazan de cî digire. Parazvanên ziman diyar dikin ku wê ev komîserî her sal raporeke rewşa ziman a li Quebecê amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …