Îrlandî li Gaeltachtê paş ve diçe

 

Raporeke li Îrlandayê hat weşandin eşkere kir ku zimanê îrlandî wê di nava deh salan de li herêma Gaeltachtê berfirehbûna xwe winda bike û bibe zimanekî kêmar. Rapor nîşan dide ku bikaranîna devkî ya ziman qasî dihat bawerkirin zûtir paş de diçe.

Rapora dawî ji aliyê Údarás na Gaeltachta ku rêvebiriya fermî ya herêma Gaeltachtê ye hatiye amadekirin û weşandina wê salek bi dereng ketiye. Li ser nelihevkirina nivîskarên raporê û rêvebiriya herêmê ya li ser weşandina şîroveyên dawî yên nivîskaran, rapor bê şîrove hatin weşandin.

images2

Prof. Conchúr Ó Giollagáin and Martin Charlton piştî vê nakokiyê, şîroveyên xwe yên di derbarê rewşa ziman de bi rengekî serbixwe weşandin. Amadekaran nêzîktêdayina heyî ya ji bo plankirina ziman a li Gaeltachtê rexne kirin û wiha axivîn: “Rewş pir xerab e, krîz ewqas ewqas kûr e ku stratejiyeke nû pêwîst e û divê vê stratejiyê ji aliyê kesên li asta herî bilind a dewletêne bê meşandin”.

Li gorî raporê, axêverên rojane yên îrlandî li 134 herêmên hilbijartinê yên ji 155 herêman ketiye binê ji % 67’an û di bin zexta sosyal a îngilîzî de ku her ku diçe bilind dibe de îngilîzî bêtir dikeve nava jiyana welatiyan.

Nivîskarên raporê di dawiya şîroveya xwe de pêşniyaz kirin ku bi rengekî lezgîn komîsyoneke serbixwe ya lêpirsînê bê damezrandin û li ser mijarên herî girîng ên meşandina siyaseta ziman bisekine.

riada_irish2

Wekîlê Sinn Feinê ya Parlamentoya Îrlandayê Liadh Ní Riada li ser raporê axivî û got ku rapor nîşan dide ku hikumeta heyî ya Îrlandayê “bi vejîna ziman re eleqeder nabe” û ew wekî welatiyekê vê rewşê şerm dihesibîne. Riada diyar kir ku ev “krîzeke çandî ye” û divê kiryarên cidî li dijî wê bên meşandin.

 

Çavkanî: Irishtime.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …