Giravên Aland

PROFÎL

Nifûs: (2017): 29,489

Berfirehî: 6.784 km2

Paytext: Mariehamn

Zimanê fermî: Swêdî (Swêdî % 86.77, fînî % 4.71, % 9 zimanên koçberan)

Destpêka xweseriyê: 1920

Kurtedîrok

Giravên Aland ji giravên biçûk û mezin ên li başûrê Fînlandiyayê ne pêk tê. Hejmara giravan bi sedan in û bi tenê li 50 giravan mirov dijîn. Di dîrokê de çand û zimanê Swêdê belavî giravan bûye lê 1809’an de tevlî Fînlandiyayê girav ketine destê Rûsyayê. Di dema dagirkirinê de şêniyên giravê xwedî xweseriyek çandî bûne. Di 1917’an de Fînlandiya Aland kontrol kiriye û dawî li xweseriya heyî aniye. Li ser daxwaza Swêdê Yekitiya Neteweyan di 1920’an de nakokiya di navbera her du welatan de bi pêşniyaza xweseriyê çareser kiriye. Li ser vê, di heman salê de Parlamentoya Fînlandiyayê qanûna self-determînasyonê ya Alandê qebûl kiriye. Bi vê qanûnê, herêma yekemîn a xweser a li Ewrûpayê hatiye damerandin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1951’an de bi ‘Qanûna Xweseriyê’ û di 1991’an de bi qanûneke din a li ser heman mijarê hêzên herêma xweser hatin revîzekirin û berfirehkirin. Meclîsa herêmî ya bi navê Lagting ji 30 endaman ku ji çar salan carekê di hilbijartina herêmî de tên hilbijartin, pêk tê. Ji bilî beşdariya rêvebiriya herêmî, welatiyên giravan bi hilbijartina giştî nûnerên dişînin parlamentoya Fînlandiyayê.

Ciyê Alandê yê li Fînlandiyayê

Hêzên herêma xweser

Lagting ji bilî qanûnên destûra bingehîn, têkiliyên derve, bacên giştî, ewlekariya sosyal û qanûna medenî û cezayê di hemû qadên din de biryarê digire. Rêvebirina karên çandî û ziman, tenduristî, perwerde, ewlekariya navxweyî û gelek qadên din di destê hikumeta herêmî de ye. Destûra bingehÎn a Fînlandiyayê hêza vetokirina qanûnên meclîsa Alandê dide Serokomarê Fînlandiyayê. Lê ji bo vê divê di destpêkê de Dadgeha Bilind an Komîsyona Alandê di vê mijarê de nêrînên xwe ji serokomar re bişîne. Komîsyona Alandê saziya têkiliyê ya di navbera hikumetên Alandê û Fînlandiyayê de ye. Serokomar di heman demê de dikare Lagtingê belav bike Û biryara hilbijartinên nû bide. Nûnerekî partiya herî mezin a Alandê wekî Walî tê binavkirin û Serokomarê Fînlandiyayê li giravan temsîl dike. Hikumeta giravan ji nava meclîsê tê hilbijartin û ji aliyê wezîrê sereke tê rêvebirin.

Sîstemek edaletê ya taybet a Alandê tuneye û girav di vî warî de sîstema li Fînlandiyayê bi kar tîne. Fînansekirina herêma xweser di destê Landsting û Komîsyona Giravên Aland a hevpar de ye. Ev komîsyon ji aliyê nûnerên Aland û dewletê ku hejmara wan wekî hev e tê hilbijartin. Langting butçeya xwe ya salane bi serê xwe diyar dike û hikumeta herêmî xwedî hêza berhevkirina hin bacan e. Li aliyekî din, Komîsyona Giravên Alandê di warê mîqtara pereyê wê ji Helsinkiyê transfera herêmê bibe biryarê dide. Ji % 0,45’ê hatina aborî ya Fînlandiyayê ji Alandê re tê şandin. Ji ber xweseriya xwe ya pêşketî û aboriya xwe ya stabîl li Alandê standardên jiyanê bilind e.

Meclîsa Alandê

Polîtîkaya ziman

Bi ‘Qanûna Ziman’ a 1899’an ku cara yekemîn ji aliyê Fînlandiyayê hat qebûlkirin, swêdî û fînî li Fînlandiyê bûn zimanên fermî Bi vê gavê, sîstemeke pêşketî ya duzimanî li herêmên ku kêmara swêdî dijî hat damezrandin. Berevajiya vê sîstemê, li Giravên Alandê tekane zimanê fermî swêdî ye û xebatkarên rêvebiriyê divê bi nivîskî û devkî zimanê swêdî bizanibin. Di dibistanan de zimanê perwerdeyê swêdî ye û îngilÎzî derseke ferz e. Fînî, almanî û zimanên din dersên hilbijarî ne û li ser daxwazê dikarin bên dayîn.

Welatîbûna Alandê

Yek ji mafê girîng ê giravan “welatîbûna” Alandê ye ku li herêmên xweser ên li welatên din nayê dîtin. Di çarçoveya vî mafî de rûniştvanên giravan û kesên ne-Alandî yên li giravan 5 sal rûniştibin dikarin bibin welatiyên herêmê lê rêvebiriya Alandê dikare mafê kirîna milkan û meşandina xebatên bazirganiyê nede van kesên ji derve hatine. Ev, tedbîreke ku ji bo parastina demografî û nasnameya Alandê hatiye girtin. Ji bo bikaranîna dengdayina di hilbijartinên herêmî û giştî de jî mafê welatîbûna Alandê pêwîst e. Rêvebiriya Alandê dikare “welatîbûna” herêmî bide kesên bi zimanê swêdî dizanin. Welatiyên Alandê xwedî welatîbûna Alandê û Fînlandiyayê ne û dikarin hemû mafên welatiyên Fînlandiyayê bi kar bînin. Lê welatiyên herêmê ji xizmeta leşkeriya Fînlandiyayê mûaf in.

Dîmenek ji paytext Mariehamnê

Endamtiya Konseya Nordîkê

Ji sala 1975’an û vir ve Aland endamê Konseya Nordîk e ku ji dewletên Skandînavya û hin herêman pêk tê. Ji bilî Alandê, endamên vê konseyê Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Danîmarka, Grondland û Giravên Faro ye. Bi vê endambûnê Aland bûye xwedî temsîlbûna navneteweyî ya vê rêxistina li bakurê Ewrûpayê. Ji bo endamtiya Alandê ya Yekitiya Ewrûpayê di 1995’an de dengdayinek herêmî hatiye lidarxistin. Girav dikare hin peyman an xalên hin peymanên Yekitiya Ewrûpayê û navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên herêmî li ser sînorên xwe nemeşîne. Bo nimûne, peymana yekitiya gumrukê ya YE’yê li Alandê nayê bikaranîn. Ji damezrandina xweseriyê û vir ve Aland bûye herêmeke demîlîtarîze. Fînlandiya an welatekî din nikare li giravan navendên leşkerî ava bike û leşker li wir bi cî bike. Ji ber mafên berfireh, ji aliyê hin lêkolîneran xweseriya Alandê wekî “dewlet di nava dewletê de” tê binavkirin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …