Wêne

Rosa Luxemburg (1871-1919) 15’ê Çileyê salvegera kuştina teorîsyenê Marksîst, fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg’e. Luxemburg di 1871’an de li Zamoch’a li Polonyayê wekî endamekî malbateke cihû hat dinyê. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî Luxemburg cezayê girtîgehê girt û mecbûr ma ku derbasî bajarê Zurichê ya Swîsreyê bibe. Luxemburg li wir aboriya polîtîk xwend û ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên şoreşgerî domand. Şoreşgera mezin, di 1898’an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Alman bû û di nava vê partiyê de dest bi nivîsên xwe yên şoreşgerî kir. Di 1918’an de tevlî Karl Liebnecht Partiya Komunîst a Alman damezrand û ji bo şoreşeke alman xebatên xwe kûr kir. Mixabin di 1919’an de Luxemburg û du hevalên wê ji aliyê leşkerên artêşa alman ve hatin girtin. Piştî lêpirsînê Luxemburg û Liebnecht hatin kuştin û leşkeran cendekên wan avêtin çemekê. Dema hat kuştin Rosa Luxemburg 48 salî bû.

Bêtir »

“Xwe dişemitînin an dişemitin?” Radyoya Ewropaya Azad (RFE) di warê performansa hin lîderên cîhanê ya di 2013’an de kartonekî weşand. Di kartonê de lîderên serkeftî xwe dişemitînin lê yên têkçûyî ketine erdê û dişemitin. Serokê Çînê Xi Jinping, Papa Francis, serokê Îranê Hesen Rûhanî, serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Sûriyeyê Beşar Esad wekî ku di kartonê de tê dîtin serkeftî hatine nîşandayîn. Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan, Serokê Amerîkayê Barack Obama, Serokê Ûkraynayê Victor Yanukovich, Serokê Misrê Muhamed Mursî ku îsal ji kar hatibû dûrxistin û serokê Afganîstanê Hemîd Karzayî wekî serokê têkçûyî hatine nîşandayîn. (Karton ji aliyê Katerina Martinovich ve hatiye xêzkirin)

Bêtir »

Protestoyên li hember Qanûna Wert a hikumeta spanyol. Qanûna nû ku wê di 2014-2015’an de bê tetbîqkirin, bêyî beşdariya aktîf a welatiyan û herêmên xweser ên Spanyayê, di modela perwerdeyê de guherîneke mezin çêdike. Bi vê modelê, garantiya ji bo perwerdeya xwedî qelîteyek bilind, sosyal û demokratîk ji holê tê rakirin. Modela nû, modela perwerdeya ziman a li hin herêmên xweser ku 30 sal in tê meşandin jî diguherîne û li van herêman saetên dersa spanyolî zêde dike.

Bêtir »

Di bîranîna Şerê Leipzigê yê 1813’yan ê di navbera artêşa Napolyon û hêzên ewrûpî de 6000 kes rol girtin. Di vî şerê mezin de hejmara hêzên Napolyon 185,000 û yên îtîfaka hêzên ewrûpî yên wekî Rûsya, Prûsya, Awistirya û Swêd 320,000 bû. Artêşa Napolyon di vî şerî de têk çû û saleke şûn de hêzên ewrûpî bi êrîşeke dawî rejîma Napolyon hilweşandin.

Bêtir »