Bi Emîr Hesenpûr re li ser Zimên û Neteweyê

Hevpeyvîn: Zanyar Umranî

Ji Soranî: Mistefa Dewlemend

Gelo girîngîya zimanê standard di cih de ye û firehîya cografyaya zaravayên Kurdî çawa çawa ye?

Yekîtîya zimên di vê serdemê de tiştekî pêwîst e. Ji ber ku pêwendîya di navbera mirovan de gelekî belav bûye, wekî ku dibêjin, dinya bûye gundek. Li dinyayê nêzikî 7 hezar ziman hene. Pêwendîya mirovan jî zêdetir bi rîya zimanan e. Ev bûye pirsgirêkeke sîyasî, aborî û îdeolojîk. Di vê demê de teknolojî bi pêş ketîye. Berîya serdema modernîteyê (sermayedarî) pêwendîyên bi vê şêweyê tunebûn. Gelek caran kesek li cihekî dihat dinyayê, li wir dijîya û û li wir jî dimir. Lê niha ev tişt tuneye. Niha ger kesek li gundekî ji dayik bibe û her tim li wir bijî û neçe derekê jî, bi wê amûra li ber destan dikare pêwendîyê bi hemû dinyayê re pêk bîne. Pêşîyê em bi zeman û mekanê sînordar bûn. Lê niha bi rêya teknolojîyê pêwendîya me bi hemû dinyayê re heye. Eger di pêwendîyan de her kes zimanê xwe bi kar bîne, gelekî zehmet dibe. Lê eger zimanekî yekgirtû hebe, endamên wê neteweyê û wî welatî bi awayekî hêsantir pêwendîyan bi yekî din re datîne.

Di dawîya sedsala 19a de, ku bi zimanê Kurdî rojname hat derxistin, Kurdistan parçeyekî biçûk û du parçeyên mezin bû. Parçeyê biçûk li Rûsyayê bû, du parçeyên mezin jî li Împaratorîya Osmanî û Rojavayê Îranê bûn. Çend zaravayên cuda yên zimanê Kurdî hebûn. Wê demê piraniya civakê bi Kurmancî dipeyivî û niha jî rewş bi vê şêweyê ye. Di vê navberê de piraniya axîverên vê zaravayê di axaftina vê zaravayê de ne başbûn. Paşê zaravayê Soranî, dawîyê jî çend zaravayên biçûktir hene. Di warê Edebiyatê de zaravayê Hewramî ji Soranî kevntir e. Zaravayê Zazakî an jî Dimilkî li Bakur heye. Zaravayê Kelhûrî û civateke zaravayê din jî ji beşên xwarê yên Kurdistanê ne. Kurdî zimanekî pirzarava ye. Hemû zimanên tên nasîn xwedî zarava ne. Lê Kurdî bi taybetî xwedîyê zaravayên cografî ye. Kurmancî zêdetir li Bakurê Kurdistanê tê axaftin, Soranî li navînê û zaravayên din jî li xwarê.

Armanca min a ji zimanê yekgirtû çi ye? Cografyaya zimanê Kurdî, ku li ser erdê hatîye dabeşkirin, tîş tîşî ye. Bakur, navîn û başûr heye. Lê gelek zimanên din ên wisa jî hene.Mesela, zimanê Çînî xwedîyê 8 zaravayên cuda ye û yek ji wan yên din fêm nake. Şêweyê nivisîna wan jî nîşane ne, ne elfabe ye. Her zaravayek dikare nîşaneyên zaravayê xwe bixwîne. Lê li derve hemû kes pê dizane ku ev welatê xwedîyê milyarek û çend milyon kes, tenê xwedîyê zimanekî ye.

Çapa tirkî ya li Kurdistanê Neteweperestî û Ziman

Zimanê Kurdî çi sûd ji serhildana çapemenîyê wergirt?

Cara yekem gava çapemenîya Kurd serî hilda, sala 1898 bû, wê salê yekem rojnameya Kurdî, Kurdistan, li Qahîreyê hat çapkirin. Ew rojname bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên Erebî bû. Kitaba yekem a ku hat çapkirin jî bi zaravayê Kurmancî bû. Cara yekemîn gava ku hîn qewan tunebû, li ser sîlancê deng hat tomarkirin. Di sala 1902ya de 5 stranên Kurmancî hatin tomarkirin.

Ev guhertinên di zimanê Kurdî de pêk hatin, di serî de di Kurmancî de hatin azmûnkirin. Ji ber ku bajarîbûn di nav Kurmancan de hîn li pêş bû û rewşenbîrên modern jî zêdetir Kurmanc bûn. Herwisa rojname, kitêb û kovarên cara yekem belav bûn, bi zaravayê Kurmancî bûn û piraniya wan li Stenbolê bûn û ti dewleteke wan jî tunebû.

Damezirandina rejîma sosyalîst a li Rûsyayê çi bandor li ser geşedana zimanê Kurdî kir?

Gava di sala 1917a de Şoreşa Sosyalîst li Sovyetê rûda, di warê civakî de piraniya Kurdên Qefqazê eşîr bûn, ajaldarî dikirin û di nav wan de rola xwendewarîyê ne zêde bû. Lê Dewleta Sovyetê hewl da xwendewarîyê di nav wan de bi pêş bixe; ji ber vê yekê tebeqeyeke rewşenbîr di nav wan de peyda bû. Rojnameya Rîya Teze belav bû û kitêbên bi zaravayê Kurmancî di kitêbxaneyan de hebûn. Di sala 1934a de li Yerîvanê ji bo zimanê Kurdî kongreyek hat lidarxistin û li ser hat lihevkirin ku divê xwendin û nivisîna zimanê Kurdî bi zaravayê Kurmancî be. Wê demê nedihat hiştin ku Kurdên parçeyên din biçin Sovyetê. Ji alîyê dewleta Îranê û herwisa dewleta Tirkîye û Iraqê ve biryarnameyek hatibû derxistin, ku nedihîşt Kurdên parçeyên din biçin wê kongreyê. Ew kongre tenê ji bo Kurdên Yekîtîya Sovyetan bû. Ji ber ku hemû Kurdên Sovyetê bi Kurmancî dipeyivîn.

Guhertinên di sala 1934a de gelekî girîng bûn. Pirsa wan salan ew bû ku gelê Kurd xwedîyê pêwendîyên rewşenbîrî û zanistî bin. Wê demê di nav Kurdên Sovyetê de nivîs tunebû, zimanê Kurdî tenê bi devkî bû. Zaravayê nivisînê ji bo Kurdên Sovyetê tenê zaravayê Kurmancî bû û wan dida zanîn ku ev zaravayê serçavî ya dibistana Ehmedê Xanî û zimanê berhemeke mezin a wekî Mem û Zînê, divê bibe zimanê nivisînê yê Kurdên Sovyetê. Wê demê Qafqaz wekî Azerbaycan, Gurcistan û Ermenistanê hîn nehatibû parçekirin.

Hikûmeta Sovyetê biryara xwendina bi Kurdî dabû. Ji bo civakeke sermayedarî û derebegî veguhere civakeke sosyalîst  hewl û têkoşîn gelekî pêwîst e, xwendin gelekî girîng e, ji ber ku pêwendîya pêvajoya xwendinê bi zimên heye. Eger xelk bixwaze xwendewar be û Edebiyat, kitêb û rojnameyên wan hebin, divê zimên bibin qonexeke zanistî. Yanî ziman ji bo sosyalîzmê xwedîyê roleke girîng e. Helbet zimanê Edebiyatê, ne zimanê axaftinê.

Rûxandina Împaratorîya Osmanî çi bandor li ser zimanê Kurdî kir?

Wê demê li parçeyên din ên Kurdistanê hinek hewl û têkoşîn li ber çavan diketin. Gava Împaratorîya Osmanî hilweşîya, 3 parêzgehên Osmanî çêbûn, ku yek ji wan dewleta Iraqê bû. Herwisa beşeke ji vê împaratorîyê jî bû dewleta Sûrîyeyê. Iraq ji alîyê Îngilîstanê ve hat dagirkirin. Îngilîzan di sala 1918a de li Iraqê bi navê Pêşkewtin rojnameyeke Soranî derxist.

Paşê di sala 1920a de kitêbeke bi navê Yekemîn Xwendina Kurdî çap bû. Kitêb behs dikir ku zimanê Kurdî bi elfabeya Latînî dê çawa were nivisîn. Hikûmeta Şêx Mehmûd a ku hat damezirandin, xwedîyê rojnameya Kurdî bû. Başûrê Kurdistanê ji herêmên din ên Kurdistanê pêşketîtir bû. Ji bo vê yekê zaravayê Soranî ya Silêmanîyê bû zaravayê fermî û heta radeyekê hat bikaranîn.

Gelo mîrekîyên Kurdan ên wekî Baban dikarîbûn di geşedana zimanê Kurdî de bibûna xwedîyê roleke girîng?

Bi ya min di vî warî de bi awayekî rasterast roleke mîrekîyan tunebû. Lê zaravayê Soranî bi awayekî edebî cara yekem di dema Mîrekîya Baban de hat bikaranîn û niha jî tê bikaranîn. Rastîyek e ku Edebiyata Soranî hatibû avakirin. Lê Osmanîyan piştî têkçûna Mîrektîya Baban, bi qasî dizanim di sala 1860î de bû, dibistaneke leşkerî li Silêmanîyê vekir. Ew kesên li wir xwendin, bûn rewşenbîrên pêşîn ên wê herêmê. Xwendin bi Tirkîya Osmanî bû. Bi Tirkîya Osmanî û zimanê Fransî bû, piraniya wan bi Erebî jî dixwendin; wekî nimûne, Tevfîq Wehbî û Mihemed Emîn Zekî Beg ji wan bûn. Cebheya rewşenbîrîya modern a Kurd ava bû û vê cebheyê li hicreyên medreseyan nexwendibû, ji ber ku ji Silêmanîyê bûn. Lê di heman demê de hemû kesên ji vê cebheyê jî li van dibistanan nexwendibûn; wekî Pîremêrd.

Çapemenîya Soranî û Qanûna Zimanên Herêmî (Qanûn-î El Lûxat El Mehellî) ya Iraqê çi bû û piştî rûxandina Împaratorîya Osmanî û damezirandina dewletên Iraq û Sûrîyeyê bi destê Îngilistan û Fransayê, sîyaseta zimanan a van herdu welatan ji bo Kurdî çawa bû? Guhertina polîtîkayên wan çi bandor li ser zimanê Kurdî kir?

Rast e, li Başûr çapemenî bi Soranî bû. Lê gava ku di sala 1931ê de dewleta Iraqê qanûna bi navê  “El Lûxat El-Mehellî” (Qanûna Zimanên Herêmî) danî, kêşeya ‘Kurmancî’ derket holê; (Bi qanûnê) hat danîn ku “Kurdî bi zaravayê Soranî û Kurmancî tê nivisîn”. Bernameya hikûmetê ew bû ku pêşîyê li Kurdî bigire, da ku nebe yek ji zaravayên herêmî yên fermî. Wê demê wekî zaravayê herêmî dihat binavkirin. Sedema vê yekê jî ew bû ku pêşî li bikaranîna rêveberî ya zimanê Kurdî bigire.

Di destpêka damezirandina Iraqê ya salên 1920-1932ya de, ku dewleta Iraqê hîn di bin destê Îngilîzan de bû, Kurd li “Usbeh’ul Umem”ê (عصبة الأمم), ku wê demê hevtayê “Rêxistina Neteweyên Yekbûyî” bû, parçe kir ku rê nede zimanê Kurdî li dibistanên navîn û lîseyan were xwendin. Wê demê nûnerekî Îngilîzan daxuyanîyek da û li Usbet’ul Umemê got, “Ger Kurd bi Erebî bixwînin û baş fêr bibin wê di qezenca wan de be.” Wê demê ne bi xweşîya dewleta Erebî ya Iraqê bû ku zimanê Kurdî pêş bikeve. Ji ber ku xwendina bi wî zimanî dibû sedem ku Kurd doza serxwebûnê bikin. Îngilîz jî li dijî neteweperwerîya Kurd bûn, ew di wê bawerîyê de bûn, ku ev yek wê li Iraqê bibe sedema belavbûna komunîzmê.

Çapa îngilîzî ya Li Kurdistanê Ziman û Netewe

Li Sûrîyeyê zimanê Kurdî qedexe bû. Kurdên Rojava gelekî hewl dan bi Kurdî binivisînin û bixwînin. Li Sûrîyeyê dewleta Fransayê ev qebûl nekir, ku wê demê Sûrîye di bin destê Fransayê de bû. Lê li beramberî vê jî Bedirxanîyan Kovara Hawarê ya bi Kurmancî belav kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem li Bêrûdê radyoyeke bi Kurmancî hat damezirandin û 3 kovarên bi Kurmancî belav bûn. Ev zêdetir di berjewendîyên Fransayê de bûn. Ji ber ku li dijî Almanya û faşîzmê şer dikir û bi vî awayî hewalên şer dihatin belavkirin.

Îngilîzan jî li Yafaya li Fîlistinê, ku wê demê di bin destê wan de bû, radyoyek danîn. Ew radyo bi Soranî bû û ji alîyê Goran, Refîq Çalak û çend kesên din ve dihat birêvebirin. Piştî ku Fransa ji Sûrîyeyê vekişîya, dewleta Sûrîyeyê nehîşt ku Kurdên li wir bi Kurdî bixwînin û binivîsin.

Li Iraqê xwendin û nivisîna bi Kurdî dirêj ajot. Xwendina destpêkê bi Kurdî bû. Piştî derbeya sala 1958a ya Ebdulkerîm Qasim, zimanê Kurdî gelekî belav bû û weşana beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê ji 2 saetan derket 4 saetan. Xebatên çapemenîyê ji carekê ve belav bû. Wê demê, di qasî tê bîra min, min li dibistana navîn dixwend, Radyoya Bexdayê heta demekê sirûdên şoreşgerî lêdixist. Sirûda neteweyî ya Kurdî dihat belavkirin. Partîyên azadîxwaz ên karkeran jî hebû, wê demê Partîya Komunîst a Iraqê û Partîya Demokratîk a Kurdistanê çalak bûn. Lê paşê dema ku Kurdên li Iraqê daxwazên xwe zêde kirin, ku bi taybetî dixwestin zimanê Kurdî li dibistanên navîn û lîseyan bibe zimanê xwendinê, kêfa desthilatîya derbekar bi vê yekê nehat. Paşê jî ev desthilatîya derbekar zêdetir bû sedema pirsgirêkan.

Pirsgirêka komunîzmê û reqabeta welatên Rojava û Rojhilat, di pêwendîya ligel zimanê Kurdî de çawa şerekî radyoyê çêkir?

Di sala 1949a de li Îranê şerekî radyoyê rûda, ku ew jî li ser radyoya Bakuyê bû. Li Mukrîyan digotin radyo diz e, yanî bi dizî guh lê dikirin û tiştekî veşartî bû. Hemû kesan dizanîbû ku ew radyo li Azerbaycana Sovyetê ye û aîdê Firqeya Demokrat a Azerbaycan, Partîya Tûdeh û Partîya Demokrat e. Mela Mistefa diçe li radyoya Bakuyê dipeyive û ji Kurdan re dibêje li dijî emperyalîzmê şoreşê bikin. Amerîka û Îngilîz bi vê daxuyanîya radyoyê ya Barzanî gelekî aciz bûn. Niha em wan tiştan dizanin, ji ber ku belgeyên veşartî hatin eşkerekirin. Wê demê BBCyê jî rabû li hemberî radyoya Bakuyê bernameyeke Kurdî danî. Piştre, ku radyoya Yerîvanê jî dest bi weşana Kurdî kir, ew şerê radyoyan tundtir bû.

Herwisa Dengê Amerîkayê jî rabû dest bi bernayemeke Kurdî kir. Tirkîye ji vê yekê gelekî aciz bû. Amerîka û Îngilîz ji bo pêşîyê li belavbûna komunîzmê bigire, di Dengê Amerîkayê de bernameya Kurdî da destpêkirin. Ji ber ku bawer dikirin Sovyet wê bi bernameyekê li Kurdistanê şoreşê bike û dest bide ser wan herêman. Lê Tirkîyeyê ev yek qebûl nekir. Tirkîye ji bo Amerîka û Îngilîzan girîng bû. Ji ber vê yekê wan kir ku li Kurdistana Îranê radyoya Kurdî ava bikin. Li Sine û Mehabadê gelek dezgehên besît ên artêşê hebûn, da ku li Sine û Mehabadê radyoyê ava bikin. Ya Mehabadê tê bîra min, wê demê xwendekarê dibistana navîn bûm. Bernameyeke wan hebû, ku xelkê lê guhdar dikir. Paşê Radyo Qahîre hebû, ku rojane nîv saetê bernameya Kurdî diweşand. Piraniya xelkê radyoya Qahîreyê guhdar dikir û li hemû parçeyên Kurdistanê bi hêsanî dihat kişandin. Vê yekê şerekî radyoyê derxist. Îran, Tirkîye, Sûrîye û Iraqê di sala 1957a de beriya derbeya Qebdulkerîm Qasim civînek li dar xistin û di wê civînê de wan nerazîbûna xwe ya li hemberî Radyo Qahîreyê nîşan da û dawî li bernameyê anîn.

Herwisa damezirandina Komara Kurdistanê çi bandor li ser zimanê Kurdî kir?

Komara Kurdistanê ya Mahabad

Li Komara Kurdistanê ya sala 1946a, di 11 mehên hikûmeta Komarê de gelek çapemenî hebûn. Helbet wê demê ne wek niha bû. Rojnameya Kurdistanê heftane 3 hejmar derdiket.  Kovara Kurdistanê hebû, ku ew jî heftane 2 hejmar belav dibû. Bawer dikim tenê 4 hejmar derket. Ev çîrokeke dûrûdirêj e. Eger em behsa rola rewşenbîrên Kurd bikin, divê em li ser destpêkê bisekinin. Li Iraqê azadîya nivîsandina Kurdî hebû. Lê li Îranê tenê di navbera wan 11 mehan de ew azadî hebû.

Di dewra radyo û çapemenîyê de tevgera rewşenbîran ji bo standardkirina zimanê Kurdî çawa bû?

Têkoşîna rewşenbîrên parçeyên cuda yên Kurdistanê ji hevdu gelekî cuda bûn. Standardkirina zimanê Kurdî cara yekem di çapemenîyê de hat rojevê. Bi taybetî jî piştî Rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê dest bi weşanê kir. Paşê jî radyo hatin vekirin. Li cîhanê di warê avakirina zimanê standard de çapemenî xwedîyê roleke girîng e. Lê ji bo Kurdan azadîya çapemenîyê zêde tunebû û radyo jî paşê hatin avakirin. Wê demê her kes nikarîbû bibûya xwedî radyo. Ji ber ku gelekî biha bû. Bi qasî tê bîra min di salên 1956-57an de li Mehabadê radyo tenê li malên dewlemendan hebû. Zêdetir jî radyoyên axayan hebû.

Dû re Brîtanyayê li Fîlistinê Radyo Yafa ava kir. Yek ji hejmarên Kovara Nîştiman a ji alîyê KJKê (Komeleyî Jîyaneweyî Kurdistanê – Komeleya Jîyanê ya Kurdistanê) ve dihat derxistin,  dinivisî: “Em gelekî kêfxweş in ku Dewleta Brîtanyayê bi Kurdî ev radyo vekirîye”. Di heman demê de Kovara Nîştiman her tim wêneyê Lenîn belav dikir û behsa Lenîn dikir. Kovarê di heman demê de daxwaz dikir BBC bernameyeke Kurdî bide destpêkirin. Bawer dikim dawîya sala 1958a bû, Komeleya Xwendekarên Kurd a li Ewropayê ji Kruşçev[1] xwest ku Radyoya Moskowê dest bi bernameya Kurdî bike. Rewşenbîrên Kurd ên çalakîyên sîyasî li dar dixistin, dizanîbûn ku bernameyên radyoyan hêza zimanê Kurdî pêşde dibir. Wan bawer dikirin ku hêzên wekî Brîtanya an jî Rûsya li pişt zimanê Kurdî bin, ew ê pêşde biçe, ku jixwe ev wisa jî bû.

Welatên ku Kurd lê bûn, li hemberî Kurdî xwedîyê polîtîkayên cuda bûn. Mijara zimanê Kurdî ya li Sovyetê ji bo Kurdên li wir taybet bû. Li Sûrîye, Tirkîye û Îranê bi tevahî qedexe bû. Li Iraqê di dibistanên seretayî de nivisîn û xwendin bi Kurdîya Soranî bû. Herêma Badînan zêdetir eşîr bûn. Dihok, ku niha bûye bajar, wê demê 5-6 hezar kes lê hebûn û Zaxo jî gund bû. Rewşenbîr jî zêdetir bi zimanê Soranî bûn, ne bi zaravayê Kurmancî bûn.

Hikûmeta Iraqê di sala 1931ê de ji bo zimanê Kurdî, Tirkmenî û Asûrî bibin zimanên herêmî û di perwerdehî, nivisîn û xwendinê de werin bikaranîn, qanûna bi navê “El Luxat El Mehellî” (Zimanên Herêmî) derxist. Heta derxistina vê qanûnê Soranî fermî bû lê bi vê qanûnê hat xwestin ku dubereyîyê têxe navbera Kurdan. Gotin ji bo herêmên Soranan nivisîn û xwendin bila bi Soranî be, ji bo herêma Badînan jî, ku ew Kurmanc in, bila bi xwe biryara xwe bidin. Lê mijar yekalî nekirin û li hewa hiştin. Di sala 1932ya de piştî serxwebûna dewleta Iraqê jî ji bo xwendina zimanê Kurdî daxwazek ji Badînîyan nehat. Piştî derbeya sala 1958a ew daxwaz ji alîyê rewşenbîrên Badînan ve hat kirin û bernameya Kurdî li Radyo Bexdayê hat danîn. Wê demê rewşenbîrên Soranan jî nerazîbûn nîşan dan, ku dewleta Iraqê dixwaze dubereyîyê têxe navbera Kurdan.

Malbateke kurd bernameya radyoyeke bi kurdî guhdarî dike

Li Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna du zaravayên sereke yên Soranî û Kurmancî, rewşenbîr û nivîskaran miameleyeke çawa li vê pirsgirêkê kirin. Bi taybetî jî li Silêmanîyê, ku navenda rewşenbîrîya Kurdan bû?

Li gorî min nakokîya di navbera rewşenbîrên zaravayên cuda de ne xwedîyê binemayeke demokratîk e. Armanca min a ji vê yekê ew e ku gava nakokîya zaravayên hebe, bingeheke madî jê re lazim e. Divê em bizanibin ji bo çi li Başûrê Kurdistanê kêşeyeke wisa heye. Li Başûr bajarvanî û rewşenbîrîya modern zûtir serî hilda. Wê demê, ji sala 1920-30an heta 1940an Silêmanî ji Hewlêrê mezintir bû. Silêmanî navenda tevgera neteweyî ya Kurd bû. Îngilîz ji Silêmanîyê gelekî aciz bûn. Di nameyên dîplomatîk ên navbera wan de, ku wê demê veşartî bûn û vê dawîyê hatin eşkerekirin, Îngilîz dibêjin: “Silêmanî navenda alozîyê ye.” Wan bawer dikir ku Hewlêr ne wisa ye. Wateya vê yekê ew e ku daxwazên neteweyî yên Silêmanîyê hene û dixwazin serbixwe bin. Pirsgirêka heyî ew e ku zimanê yekgirtû tuneye; kêm welat xwedîyê zimanekî ne.

Bawerîya wan ev bû. Sedema vê jî ew bû ku Silêmanî di destpêka avabûna dewleta Iraqê de û piştî serbixwebûna vê dewletê herêma desthilat bû. Ji bo vê yekê jî piştî Sedam Husên hat xwestin ku vê desthilatîyê li Silêmanîyê nehêlin. Wekî nimûne, zanîngeha li Silêmanîyê birin Hewlêrê. Bernameya rejîma Sedam ew bû ku ew hêz û desthilatîya ku li Silêmanîyê di dîrokê de di destpêka Mîrektîya Baban de û piştî wê hatibû bidestxistin li wir bihêle.  Lê tişta ku ev hêza dîrokî dida Silêmanîyê, ne Soranî bû. Loma em nikarin bibêjin zaravayê Soranî ji zaravayên din baştir e, ti zarava ji zaravayên din ne baştir e.

Rewşa zimanê standard piştî pêkanîna Herêma Kurdistanê çawa bû?

Piştî ku di sala 1992ya de Herêma Kurdistanê pêk tê, ev mesele diguhere û Sedam li Başûr namîne. Min wê demê hewl da ku bizanim sînorê di navbera Soranî û Kurmancî de çawa ye. Lê piştî vegera xelkê ji wê reva 1991ê, eger hûn li tabloyê binêrin, li herêma Dihok û Badînan bi Kurmancî bû, herêma Soran jî bi Soranî bû. Yanî hîn hikûmet bi tevahî va nebûbû, vî xelkî biryara xwe ya li ser zaravayan dabû. Ji ber vê yekê, çawa ku li vê Fransayê[2] zaravayê  Parîsê bûye zimanê standard,  bandora dibistan û perwerdehîya dewletê hatîye berdewamkirin  û artêş û rêveberî bi vê zaravayê nivisîye û peyivîye. Yanî ev ne hêz û quweta kuştina fîzîkî ye, lê ew şêwaz e ku desthilat ji bo sepandin û standardkirina wê zaravayê bi kar tîne. Li Kurdistanê meseleyeke wisa tunebû. Lê rast e, zaravayê Soranî ji Kurmancî zêdetir hat bikaranîn. Helbet li Kurdistanê tenê li Badînan Kurmancî tuneye. Li Bakur, Rojava, li beşeke Rojhilat û li Sovyetê jî Kurmancî heye. Kurdistan di warê dabeşbûna cografyaya zaravayan de, ji alîyê kamilbûna civakî, aborî û di gelek faktorên din de ne wekî Ewropayê ye. Ger wisa bûya, rê nedihat dayîn ku Soranî bibe zaravayê fermî.

Sembola Hikumeta Herêma Kurdistanê

Birêz, we behsa şovenîzma Soranî kir, ji bo çi we tiştekî wisa got?

Demekê komeke rewşenbîrên li Silêmanîyê ji bo hikûmeta herêmê nameyekê dinivîse û dibêjin, divê zaravayê Soranî bibe zimanê fermî. Ez navê “Şovenîzma Soranî” li vê dikim. Min di çend nivîsên xwe de behsa vê meseleya navê “Şovenîzma Soranî” kirîye. Min di yekê de behs kiribû ku Soranî gelekî pêş ketiye, ev demeke dirêj e edebiyat û zanistîya Soranî heye û gelekî pêş ketiye. Îcar dibêjin, “Rast e, edebiyata Kurmancî heye lê di warên din de pêş neketiye.” Balkêş e ku ew kes dibêjin, “Em nabêjin bila bi Kurmancî neyê nivisîn û xwendin lê her kes bila li malên xwe bi Kurmancî binivîse û bixwîne. Lê bila nebe zimanê fermî yê dewletê û perwerdehîyê.” Îcar ev jî  hîn balkêş e ku digotin, “Bila gotinên Kurmancî werin komkirin ku Soranî pê dewlemendtir bibe.”

Li Îranê jî şovenîstên Farisan ji bo Kurdî wisa digotin. Wan jî digotin, “Zimanê Kurdî ji zimanê Farisî resentir e, paktir û aryayîtir e, loma jî divê gotinên Kurdan werin komkirin, ku Farisî pê dewlemendtir bibe.” Rewşenbîrên Soranan jî ev gotin dikirin, ji ber vê yekê min navê “şovenîzma Soranî” li van kir.

Birêz, li ser projeya netewe-dewletê ya ji bo avakirina neteweyê  û rola zimên, ji bo vê yekê fikra we çi ye?

Netewe-dewlet yarîdeyeke sîstemî ya sermayedarîyê ye. Netewe-dewlet ne yekcûreyî ye. Swîsre netewe-dewlet e lê çend zimanên wê hene. Kanada netewe-dewlet e û ew jî xwedîyê çend zimanan e. Lê bawerîya piraniya neteweperwerên cîhanê ew e ku divê di netewe-dewletê de zimanek û zimanekî perwerdehîyê hebe. Hemû endamên neteweyê divê li ser tiştekî bijîn, ew jî bi taybetî ziman e. Lê hemû neteweperwer wisa nafikirin.

Ji bo perwerdehî û rêveberîyê bikaranîna tenê zimanekî dibe sedema wê kêşeyê, ku tenê çend kes bi wî zimanê dipeyivin. Edebiyata Hewramî ji ya Kurmancî û Soranî kevntir e. Gava hûn li dîrokê binêrin, yekem edebiyata Kurdî bi Hewramî ye. Paşê Kurmancî û dû re jî Soranî ye. Lê ew kesên li Başûr bi Kurmancî diaxivin, ji yên Soranî kêmtir in. Nakokîya di vî warî de ew e ku di edebiyata pêşîn de zarava ne wekhev in.

Çapemenîya pêşîn bi Kurmancî bû. Dewleta Îngilîz nikarîbû zaravayê Hewramî bikira zimanê nivîs û rêveberîyê, ji ber ku hejmara axêverên wê kêm bûn. Li Başûr piraniya xelkê bi Soranî, paşê bi Kurmancî û zaravayên din diaxivin. Nabe ti zaravayek serdestîyê an jî pêşî li geşedana zaravayeke din bigire. Eger em wisa bawer bikin, ku Hewraman dixwazin zanîngehekê li Helebceyê ava bikin, mafê hikûmeta herêmê tune ye rê lê bigire.

Celadet Bedirxan

Ji bo çi rênivîsa bi zimanê Kurdî bûye kêşe?

Rênivîs jî ji bo Kurdî kêşe ye. Kurdên Bakur bi Latînî dinivîsin, ji ber ku alfabeya Tirkî hatîye latînekirin û niha jî Latînî ye. Berê jî Bedirxanîyan li Rojava elfabeya Latînî bi kar anî. Dikarim bibêjim, di Kurdî de tîpên Latînî ji wê demê dest pê kir. Ligel vê yekê beriya wan jî li Yekîtîya Sovyetan Kurdî bi Latînî dihat nivisîn. Tenê beriya wan hinek rewşenbîran bawer dikir ku divê bi elfabeya Erebî neye nivisîn. Bi ya min elfabeya Erebî gelekî baş e û qet ne pirsgirêk e. Pêwîst nake ku li Başûr ji elfabeya Erebî derbasî elfabeya Latînî bibe.

Niha alîgirên PYDê li Rojava bi elfabeya Latînî dinivîsin û dixwînin. Eger hûn ji wan bipirsin, dibêjin, elfabeya Latînî li Rojava xwedîyê dîrokeke kevn e û Kurdên Rojava her tim bi Latînî nivisîne. Lê ez bawer nakim wisa be. Gava Hawar belav bû, bi elfabeya Erebî bû. Bawer dikim 9 hejmarên pêşîn bi elfabeya Erebî bûn. Paşê bûye Latînî. Lê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de kovarên Stêrk û Ronahî bi elfabeya Latînî bûn. Ji ber ku Bedirxanîyan ew derdixistin. Bernameya wan hebû, ku Kurmancî bi Latînî binivîsin. Lê li Rojavayê Kurdistanê nivîsa bi elfabeya Erebî xwedîyê demeke hîn dirêj e. Gelek rojnameyên ku bi veşartî li Rojava dihatin belavkirin bi elfabeya Erebî bûn. Lê ev li Rojava zêde nebû kêşe.

Çi pêwendî di navbera ziman û neteweperwerîyê de heye?

Zimanê Kurdî di neteweperwerîya Kurdî de xwedîyê roleke mezin bû. Li dinyayê jî wisa bû. Ji ber ku ziman ji bo rêxistinkirina endamên neteweyê faktoreke girîng e. Lê di dema rûxandina Împaratorîya Osmanî de dewletên ava dibin, ku Kurd jî tê de bûn, di sala 1918a de her yek ji wan gelekî hewl dan pêşîyê li zimanê Kurdî bigirin û nehêlin pêşkeve. Ji ber ku ziman di avakirina neteweyê de faktoreke girîng e. Ji bo vê yekê li Tirkîyeyê axaftina bi Kurdî jî qedexe bû. Di serdema Riza Şah de li Îranê jî wisa bû. Ev tepisandina zimên dibe sedema têkoşîna wan kesan, ku zimanên wan hatine tepisandin. Ziman dibe qadeke şer a neteweyî û pirsgirêkan tundûtûjtir dike.

Li Bakur jî pirsgirêk di navbera Zazakî û Kurmancî de heye, lê nebûye pirsgirêkeke gelekî hişk. Lê di salên 1980yî de hinek rewşenbîrên Zaza derketin û gotin, em ne Kurd in û neteweyeke din in. Ev jî li ser bingeha zimên e. Dibe ev kes, ew bin ku li wê beşa Kurdistanê ji tevgera neteweyî ya Kurdî ne razî ne, lê nizam ev sedemeke an na.

Ya rast gava xelk xwedîyê zaravayên cûrbicûr bin, dibe hinek ji wan bibêjin em ne bi ser vê neteweyê ve ne, bi taybetî jî dema ku tepisandin hebe. Loma jî dibêjim demokratîzekirina zimên gelekî girîng e. Bi ti awayî nabe ku tundîya dewletê li dijî ti zaravayan were bikaranîn. Qesta min a ji tundîyê, ne tundîya fîzîkî ye.

Birêz, hûn heta çi radeyê bi xwerûkirina zimanê Kurdî re ne û encamên wê çi ne?

Xwerûkirina zimanê Kurdî avakirina neteweperwerîya Kurdî ye. Ew ên ku qîmetê (pere) didin xwerûkirinê dibêjin zimanî Kurdî, zimanekî bindest e; ev rast e. Paşê dibêjin ew bindestî dibe sedem ku gelek gotinên ji zimanên desthilatan, bi taybetî ji yên Erebî, Tirkî û Farisî têkevin nav zimanê Kurdî, ev jî rast e. Lê di vir de kêşe ew e ku ji bo çareserkirinê ev dibêjin, divê gotinên Erebî, Tirkî û Farisî ji nav zimanê Kurdî werin derxistin. Îcar a ecêb ew e ku Kurdên Başûr gava gotinên Erebî radikin, gelek caran gotinên Farisî li şûnê datînin. Gelek caran min bihîstîye, ku dibêjin em û Faris Aryayî ne, ji ber vê yekê em wan gotinan bi kar tînin.

Kurdên Rojhilat ji ber ku di bin destê Farisan de ne, hewl didin gotinên Farisî ji zimanê Kurdî rakin. Carinan gotinên Erebî datînin. Wekî nimûne, gotina “fişar”ê bi Farisî ye, hinek dibêjin “guşar”, ya rast ez nizanim ev “guşar” ji kuderê hatiye, îcar li şûna “fişar”ê hewl didin “zext”ê bikar bînin. Baş e, ger fişar bîyanî be, zext jî bîyanî ye.

Kurdên Bakur jî, ku ev demeke dirêj e di bin desthilatîya Tirkan de ne, ew ne tenê di warê peyvan de, di warê ristesazîyê de jî ketine bin bandora Tirkî. Ji bo wan gelekî zehmet e ku ji zimanê Tirkî rizgar bibin. Lê rewşa wan jî wisa ye. Bi ya min carinan kêşeya xwerûkirina zimanê Kurdî nabe neteweperwerî, belkî dibe nijadperestî jî.

Çareserîya vê kêşeyê heye, ku ne xîyal e, dikare bi kirinê derkeve. Wekî ew tiştên ku Hêmîn û Hêjar kirine. Birayê min Cefer Hesenpûr teza xwe ya doktorayê li ser wan nivisîye. Wekî nimûne, Hêmîn him di helbestan de him jî di pexşanan de hewl daye peyvên xwerû yên Kurdî bi kar bîne. Gelek caran peyvên gundan jî bi kar anîne. Mesela, gelek peyvên ku li gundan û herêmên cuda tên bikaranîn, anîye xistîye nav zimanê nivîsê.

Meseleya herêmîya Kurdî ya bi rêya zimên beriya serhildana neteweperwerîya Kurdî ye. Mesela, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî beriya neteweperwerîya Kurdî bi zimanê Kurdî dinivîsin. Lê gava neteweperwerîya Kurdî peyda dibe, zimanê Kurdî gelekî girîngtir dibe. Ji bo Hacî Qadirê Koyî her tişt bi zimanê Kurdî dest pê dike. Rexneya yekem a Hacî Qadirê Koyî li şêx û meleyan ew e ku ew li pey xurafeyan in, rexneya din jî ew e ku bi Kurdî naxwînin.

Bi wê pêvajoya xwerûkirina Kurdî, zimanê Kurdî hejar bû. Wekî nimûne, peyva “abstract” (mucered), ku him di zimanê rojane de him jî di zanistî û felsefeyê de tê bikaranîn, ew kesên şovenîst ên di warê zimên de dixebitin, wê peyvê gelek caran jê dibin. Di Kurdîya me de peyvên ji bo “abstract”ê tune ne.

Li gorî min ji pirsgirêkên zimanê Kurdî tenê partî ne berpirsyar in, rewşenbîr jî berpirsyar in. Divê rewşenbîr nebin partîparêz. Ew partî jî ji alîyê rewşenbîran ve hatine avakirin. Di neteweperwerîya Kurdî de nijadperestî jî heye, bi taybetî jî nijadperestîya li dijî Ereban û Îslamê. Hinek dibêjin Kurd Zerdeştî bûn. Nizanim çawa dikarin wê biselimînin ku Kurd Zerdeştî bûn. Heta niha min ti belgeyek li ser vê yekê nedîtîye. Dibêjin em Aryayî ne û ji nijadeke pak in, Ereb jî ji nijada qirêj a Samî ne. Wekî hinek rewşenbîrên Îranî dibêjin, “Ereb gumgumokxwar in.” Kurd wisa nabêjin lê ji vê jî ne dûr in. Ji alîyekî ve jî dibêjin, nabe zimanê Kurdî bi elfabeya Erebî were nivisîn, ji ber ku elfabeya Erebî, Samî ye û Kurdî jî Aryayî ye. Balkêş e ev hemû nijadperestî ye.

Astengîyên li pêş pêşketina zimanê zanistî yê Kurdî çi ne?

Bi taybetî li zanîngehan. Bi vê yekê zimanê Kurdî di siberojê de dikare li ser pêyan bimîne. Divê li dibistanên seretayî, navîn û zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê. Di warê fikrî û zanistî de pirsgirêkeke eşkere ya Kurdî ew e ku piraniya zar û gotinan ji alîyê xwerûparêzan ve hatine rakirin. Wekî nimûne, “kitêb” û “qelem”. Ev her du ji berê de di Kurdî de tên bikaranîn û ji Erebî hatine wergirtin. Dibe ku Ereb jî ji zimanên din wergirtibin. Ew radibin kitêbê dikin pirtûk, qelemê dikin pênûs, kaxezê jî dikin tênûs.[3]

Mamoste Hêmîn di helbesta xwe ya “Bihara Kurdistanê” de dibêje:

Hêmîn li ser xwe be

Neke ku biçe ji bo hobe,

Dena dişkînî tobe

Agir digire wekî sobe

Min carekê ji Mamoste Hêmîn re got, “Tu dizanî ev her du gotinên ‘hobe’ û ‘sobe’, ku te di helbesta xwe de bi kar anîne, du gotinên Tirkmenî û Moxolî ne û hatine nav Kurdî. Rewşenbîrekî wekî Mamoste Hêmîn, ku di serdema Komara Kurdistanê de di Rojnameya Kurdistanê de xwedîyê goşekê bû, gotinên xwerû yên Kurdî li hemberî gotinên Farisî dadanî. Wekî nimûne, wî hat gotina “Pêşmerge” bi kar anî. Got, di zimanê me yê axaftinê de ev gotin hene. Wî jî nizanîbû gotinên ‘hobe’ û ‘sobe’ ne Kurdî ne.”

Amûrên ragihandinê yên nû wekî satelite  û înternetê çi bandor li ser zimên kir û zimanê Kurdî ber bi kuderê ve bir?

Gava televîzyona yekem a satelita Kurdî hat damezirandin, ez çûm û min got ka bizanim çawa ye û tiştekî li ser binivîsim; ji ber ku beşeke karê min ragihandin e. Di dema bernameyê de  gava diçûm studyoyê, piraniya karmendên dihatin kafeteryayê û bi hevdu re rûdiniştin, bi zimanê Tirkî bipeyivîn. Wateya vê yekê jî ew e ku zimanê Kurdî li Tirkîyeyê gelekî hatîye bindestkirin û astengkirin. Lê li Îranê ne wisa bû. Me li dibistanê bi Farisî dixwend lê em li malê bi Kurdî dipeyivîn. Dewletê nedigot, mafê we tuneye ku hûn bi Kurdî bipeyivin. Li dibistanê jî li derveyî  fêrgehê em bi Kurdî dipeyivîn. Lê li Tirkîyeyê ne wisa bû, zimanê Kurdî qedexe bû.

Li cîhanê înternet dikare pêwendîya desthilatîyê biguherîne. Ji ber teknolojîyê xwendina wekî her caran nemaye. Wekî nimûne, tu dikarî tekstekê daxînî ser kompîturê û dikarî bi bişkokeke kompîturê ji xwe re bixwînî an wergerînî.  Lê ev hêj ji bo zimanê Kurdî baş pêk nehatîye lê dibe di siberojê de ji bo zimanê Kurdî jî pêk were.

Ji alîyê din ve înternet bû sedema nêzîkbûna lehçeyan. Wekî nimûne, bi rêya telefona destan şivanek li çiya û deştan dikare televîzyonê temaşe bike û çi bi Soranî çi bi Kurmancî dikare guhê xwe bidê. Berê ev tunebû.

Ev tiştê ku niha di nav zimanê medyaya Kurdî de heye, ji ber tevliheviya zimên e. Li ti dera dinyayê akademîya jî nikare vê yekê çareser bike. Mesela, akademîyaya Fransî yek ji akademîyayên bihêztirîn ên cîhanê ye; di 30-40 salên borî de gelekî hewl da pêşî li peyva “weekend” bigire, lê nikarîbû. Di vir de akademîya ne desthilat e, xelk biryarê dide dê çi peyvê werbigre.

Birêz, li gorî we damezirandina dewleta Kurdistanê li Başûr dikare kêşeyên zimanê Kurdî çareser bike û bibe sedema geşkirina zimanê zanistî yê Kurdî?

Eger Kurdistana Başûr serbixwe bibe, wê gavê ew nakokîyên niha di zimên de hene wê dirêj bajo, bi taybetî jî nakokîyên di navbera Soranî û Kurmancî de. Lê di asta navdewletî de zimanê Kurdî wê belav bibe. Lê ev jî girêdayî pêwendîyên herêmî û navdewletî ye. Wekî nimûne, di zanîngehên li welatên rojavayî de zimanên bîyanî yên tên xwendin, piranî bi Erebî, Tirkî û Farisî bû, Kurdî tunebû. Ji ber ku welatekî Kurdî tunebû. Lê dema di sala 1958a de li Iraqê derbe pêk hat, ku Amerîka ji vê derbeyê ditirsîya, ji ber ku li gorî wan ew leşkerên derbekar Iraqê ber bi komunîzmê ve dibin û li dijî emperyalîzmê ne.  Ji bo vê yekê Kurdan meyla xwe da ser alîyê Amerîkayê. Gava Barzanî li dijî Ebdulkerîm serî hilda, Amerîka gelekî pê kêfxweş bû û piştgirîya Kurdan kir. Bernameyeke Amerîkayê ya bi navê zimanên stratejîk (strategic languages) hebû.

Zimanên di wê lîsteyê de ji bo Amerîkayê zimanên stratejîk bûn lê Kurdî di wê lîsteyê de tunebû. Di dawîya sala 1958a de Kurdî jî ket nav wê lîsteyê û ji bo Amerîkayê bû yek ji zimanên stratejîk. Ev jî dihat wê wateyê ku Wezareta Perwerdehîyê ya Amerîkayê ji bo wê pere xerc dikir, ku li Zanîngeha Michiganê dersa zimanê Kurdî were dayîn. Kesekî bi navê Ernest N. McCarus çû Kurdistanê û kitêbeke bi navê Gramera Zimanê Kurdî (Grammar of Kurdish Language) nivisî. McCars û mamosteyekî Kurdî, ku li Silêmanîyê hevdu nas kiribûn, li Zanîngeha Michinganê dersa Kurdî digot. Ev ji bo pêşdeçûna zimanê Kurdî xwedî rol bû û bandora wê hebû. Lê bêguman di meseleya dewletê de ji bo geşkirina zimên faktorên din gelek in.

Eger li Iraqê beşa Erebî bi îstiqrar bibe, zimanê Erebî wê dîsa dibe desthilat û wê bandorê li ser zimanê Kurdî bike. Lê eger dewleteke serbixwe ya Kurdî hebe û perwerde bi zimanê Kurdî be, bêguman zarok wê bi Kurdî bixwînin, ku bi vî awayî zimanê Kurdî wê pêş bikeve û bibe zimanê rewşenbîrîyê. Lê nabe em vê yekê her tim tenê bi dewletbûnê ve girê bidin, rewşenbîr jî xwedîyê roleke bi bandor in. Wekî Hacî Qadirê Koyî dibêje, bîyanîyan bi wergêran zimanê xwe wisa kirin. Ji bo vê yekê divê em jî kitêban ji zimanên bîyanî wergerînin Kurdî.Haya min jê heye ku ji ber wergerên Edebiyata Marksîstî li zimanên Kurdî û Erebî wisa hat, da ku gelek peyvên modern werin nav wan û ew bibin zimanên modern.

[1] Nikita Kruşçev: Li Yekîtiya Sovyetê piştî mirina Serokê Yekîtiya Sovyetan Josef Stalîn wekî Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Sovyetan (1953-1958) hat şûna Stalîn. Di navbera salên 1958-1964an de jî Serokê Lijneya Wezîrên Yekîtiya Sovyetê bû. (wer.)

[2] Wekî ku di destpêkê de jî hat gotin, ev hevdîtin li Fransayê bi Emîr Hesenpûr re hatiye kirin. (wer.)

[3] Tê zanîn ku ji bo kaxezê gelek caran “lênûs” jî tê bikaranîn. (wer.)

Ev nivîs cara ewilî di kovara Zaremayê de hatiye weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …