Avreş JIYAN
Berpirsiyarî misoger dike ku rêxistina şoreşger di çarçoveya exlaqî de tevbigere. Ev çarçoveya exlaqî rewabûna tevgera şoreşgerî xurt dike û dibe alîkar ku girseya gel bigihîje armanca xwe. Berpirsîyarî rê li ber gendeliya hiyerarşiya di nava rêxistinê de digire û tevgera keyfî ya rêberan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyarî pabendbûna rêxistinek şoreşger a ji bo nirxên bingehîn ên wekî edalet, wekhevî û azadiyê xurt dike.
Rêxistinên şoreşger, pêkhateyên ku îdiaya guhertina nîzama civakî ya heyî dikin, ji bo pêkanîna vê îdîayê pêwîstiya wan bi bingehên îdeolojîk ên xurt û hişmendiyeke kolektîf heye. Di vê çarçoveyê de rexne û berpirsîyarî têgehên pêwîst in da ku rêxistinên şoreşger hem bikaribin yekitiya xwe ya hundurîn biparêzin hem jî bi dînamîkên derve re têkiliyek xurt ava bikin. Di vê gotarê de em ê liser tevkariya rexne-xwerexne û berpirsiyariya rêxistineke şoreşger bisekinin.
Pêvajoya diyalektîkî ya rexne û xwerexnekirinê
Di felsefeyê de rexne bi taybetî di navenda ramana diyalektîk de ye. Diyalektîka Hegelî behsa pêvajoya tezeke berovajîkirina teza berovajî dike û bi vê nakokîyê ve sentezê pêk tîne. Ev pêvajo tê wateya derbasbûna xwe û gihandina asteke bilind a hişmendiyê. Ji bo rêxistinên şoreşger, rexne karekî wiha dike: Kes û pêkhateyên di nava rêxistinê de bi rexnekirina xeletî û kêmasiyan van nakokiyan derdixin holê da ku tevger ber bi qonaxeke pêşketîtir ve biçe. Ev pêvajo rê dide ku hişmendî û pratîka şoreşgerî her tim nû bimîne.
Rexne ne tenê kêmasiyên kes û pêkhateyên rêxistineke şoreşger radixe ber çavan, lê di heman demê de lêgerîna çareseriya kolektîf a ji bo rakirina van xeletiyan jî teşwîq dike. Di vê çarçovê de, rexne karekî girîng dilîze ji bo ku rêgezên îdeolojîk ên rêxistinê ji hev dernekevin û kapasîteya wê ya ji bo bidestxistina armancên xwe were domandin. Rêxistineke şoreşger bi saya rexneyê dikare nakokiyên xwe yên navxweyî û tehdîdên derve baştir analîz bike û li dijî wan stratejiyên bi bandor pêş bixe.
Di nava tevgereke şoreşgerî de xwe rexnekirin ji bo pêşketin, domdarî û hevgirtina îdeolojîk a tevgerê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Feydeyên xwe rexnekirinê gelek in:
1- Naskirin û serastkirina şaşitiyan:
Xwerexnekirin rê dide tevgereke şoreşger ku xeletiyên xwe nas bike û wan rast bike. Ev dihêle ku tevger bi berdewamî xwe nû bike û pêş bikeve.
2- Xurtkirina yekîtiya hundir:
Xwe rexnekirin bawerî û hevgirtinê di nav kes û koman de zêde dike. Xwerexnekirina vekirî dibe alîkar ku pirsgirêk û şaşfêmkirinên di nava tevgerê de werin çareserkirin.
3- Zelalbûna îdeolojîk:
Xwerexnekirin xeta bîrdozî ya tevgerê xurt dike. Bikaranîna stratejiyên nerast an devjêberdan piştrast dike ku tevger ji bo pêkanîna armancên xwe bihêztir dimîne.
4- Rêveberî û berpirsiyarî:
Xwerexne berpirsiyariya rêberan zêde dike. Bi pejirandina xeletiyên xwe, rêber beşdarî serkeftina giştî ya tevgerê dibin û bandorek erênî li endaman dikin.
5- Beşdarbûna demokratîk:
Xwerexnekirin parçeyek ji pêvajoya demokratîk a di nava tevgerê de ye. Qabiliyeta hemû endaman ku nêrînên xwe derbixin û rexneyan pêşkêş bikin, piştrast dike ku tevger xwedî piştgiriyek berfireh e.
6- Pêşveçûn û fêrbûn:
Xwerexne di hînbûn û geşbûna berdewam a kes û kolektîfan de dibe alîkar. Fêrbûna ji xeletiyan dihêle ku stratejiyên çêtir ji bo kiryarên pêşerojê pêşve bibin.
Berpirsiyarî û çarçoveyeke etîk
Têgîha berpirsiyariyê ji aliyê felsefî ve ji nêz ve bi berpirsiyarî û exlaqê ve girêdayî ye. Di felsefeya ehlaqê ya Kant de bal tê kişandin ku divê ferd ji kirinên xwe berpirsyar bin û ev kirin jî di çarçoveya zagoneke exlaqî ya gerdûnî de bên nirxandin. Berpirsiyariya rêxistineke şoreşger, di vê wateyê de, tê wateya ku endam û rêveberên rêxistinê berpirsyariyên xwe yên li hemberî girseyê û hevdu bi cih bînin. Ev berpirsîyarî yekparebûna tevgera şoreşgerî ya hundirîn diparêze û têkiliya wê ya bi civakê re bi rêkûpêk dike.
Berpirsiyarî misoger dike ku rêxistina şoreşger di çarçoveya exlaqî de tevbigere. Ev çerçoveya exlaqî rewabûna tevgera şoreşgerî xurt dike û dibe alîkar ku girseya gel bigihîje armanca xwe. Berpirsîyarî rê li ber gendeliya hiyerarşiya di nava rêxistinê de digire û tevgera keyfî ya rêberan sînordar dike. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyarî pabendbûna rêxistinek şoreşger a ji bo nirxên bingehîn ên wekî edalet, wekhevî û azadiyê xurt dike.
Diyalektîka rexne û hesabpirsînê: Hişmendiya kolektîf û veguherîn
Rexne û hesabpirsîn ne tenê di rêxistinên şoreşger de fonksiyonên cuda pêk tînin, di yekîtiyek diyalektîk de jî hevdu temam dikin. Dema ku rexne rê dide rêxistinê ku bi berdewamî xwe bipirse û xeletiyên xwe rast bike, berpirsiyarî piştrast dike ku ev pêvajo di çarçoveyek exlaqî de pêk tê. Têkiliya diyalektîk a di navbera van her du têgehan de dihêle ku hişmendiya kolektîf a rêxistina şoreşger di pêvajoyek veguhertinê ya domdar de pêş bikeve.
Di vê çarçoveyê de rexne û berpirsyarî mekanîzmayên pêwîst ên rêxistineke şoreşger e ku zindîtiya xwe biparêze û xwe nû bike. Ji aliyê felsefî ve, ev mekanîzma dihêle ku tevgera şoreşger hem li gorî şert û mercên hundir hem jî li derve xwe biguncîne û kapasîteya xwe ya veguherîna van şertan zêde bike. Rexne û berpirsyarî rê dide rêxistineke şoreşger ku ne tenê rewşa heyî tehlîl bike, ji bo pêşerojê jî stratejiyan pêş bixe û van stratejiyan li ser bingehek ehlaqî ava bike.
Nebûna mekanîzmaya rexne û berpirsiyariyê dikare bandorên kûr û neyînî li ser tevgerên şoreşger bike. Em dikarin vê rewşê jî bi perspektîfek felsefî û bi ramanên çend ramanwerên mezin ve binirxînin.
Karl Marx, dibêje ku divê rêber û rêxistinên tevgerên şoreşgerî berjewendiyên çîna karkeran temsîl bikin. Li gorî Marks, armanca tevgera şoreşgerî ew e ku dawî li zordariya çîna serdest bîne û desthilatdariya proleteryayê ava bike. Lê eger mekanîzmayên rexne û hesabpirsînê tune bin, dibe ku rêberên tevgera şoreşger bi demê re gendelî bibin û berjewendîyên xwe bixin ser berjewendîyên gel. Ev dibe sedem ku tevger ji armancên xwe yên bingehîn dûr bikevin û potansiyela şoreşgerî ji dest bidin.
Lêkolînên Mîchel Foucault yên li ser hêz û axaftinê jî dikarin vê mijarê ronî bikin. Foucault dibêje ku divê hêz hertim bi berxwedanê re rû bi rû bimîne. Tevgerên şoreşgerî weke berxwedaneke li dijî statûkoyê derdikevin holê; Lê belê bêyî rexne û hesabpirsîna di nava wan de, ew bi xwe dikarin bibin amûreke nû ya çewisandinê. Li gorî Foucault, divê têkiliyên desthilatdariyê her tim bi rexneyê bên pirsîn û zelal bin. Bêyî vê tevgerên şoreşgerî jî metirsiya veguhertina rejîmên zordar û totalîter heye.
Hannah Arendt, dibêje ku divê tevgerên şoreşgerî di qada giştî de azadiya mirovan û pirdengî biparêzin. Li gorî Arendt, şoreş dema ku ne tenê bidestxistina desthilatdariyê armanc dikin, lê di heman demê de beşdariya siyasî ya gelêrî û ramana rexneyî jî teşwîq dikin, serketî ne. Tevgereke şoreşger a bê rexne û berpirsyarî bi hişyariya Arendt re rû bi rû ye ku dikare veguhere “totalîtarîzmê”. Di vê rewşê de şoreş ji hêza rizgarîxwaz diqete û vediguhere rejîmeke nû ya mêtingeriyê.
Jürgen Habermas, jî di vê çarçoveyê de tevkariyeke girîng dike. Di teoriya xwe ya çalakiya ragihandinê de, Habermas dibêje ku biryarên demokratîk bi nîqaşên maqûl rewabûnê digirin. Di tevgereke şoreşgerî de nebûna mekanîzmayên rexnegiriyê û berpirsyariyê van pêvajoyên ragihandina maqûl xera dike. Ger tevgerek nehêle deng û rexneyên cihêreng werin gotin, her diçe otorîter dibe û meşrûîyetê wenda dike.
Li gorî nêrîna van ramanweran, mirov dare bibêje ku nebûna mekanîzmayên rexne û hesabpirsînê dikare bibe sedem ku tevgerek şoreşger ji hundir ve bihele, rewatiya xwe winda bike û di dawiyê de bibe rejîmeke zordar. Serkeftina demdirêj a tevgerên şoreşger bi wê yekê ve girêdayî ye ku rêber û pêkhateyên wan bi berdewamî ji rexneyan re vekirî bin û bi prensîbên berpirsiyariyê ve girêdayî bin.
Foto: Lenîn di Kongreya Sovyetê ya Rûsyayê de axaftinê dike/Wêne:Vladimir Serov,1947)
Ev nivîs nerîna nivîskare. Dibe ku dîtina Infowelat nîşan nede.