Dema hukumet şopandina mirovan zêdetir dikin, divê şopandina hukumetan jî zêde bibe. Di vê krîzê de dewlet pereyan wekî avê xerc dikin. Wekî welatiyekî, mafê min heye bizanibim ka ev pere ji kê re diçin. Gelo ev pere ji bo civakê an jî bo rizgarkirina şîrketên mezin tên xerckirin?
Ajansa nûçeyan a alman DW bi profesorê navdar ê Îsraîlî Yûval Noah Hararî re li ser encamên krîza koronayê ya li ser mirovahiyê re hevpeyvînek kir.
Hararî di derbarê xetereyên li hember mirovahiyê de dîtinên xwe got û diyar kir, xetereya herî mezin ne vîrusa koronayê ye lê nefret, çavnebarî û hemû xerabiya di nava dilê mirovan de ye.
Profesor hararî bal kişand ser têkiliya di navbera tirsa gel a ji vîrusa koronayê û bilindbûna daxwaza ji bo lîderên otorîter û got, di van şert û mercan de pir hêsane ku dîktator derkevin holê.
Agahiyên zanîstî ku êdî gelek hukumet qîma xwe pê naynin, yek ji mijarê vê hevpeyvînê bû.
Hararî da zanîn, krîza koronayê bû sebeb ku êdî li her aliyê cîhanê baweriya bi zanistê xurt bibe.
Hararî diyar kir, ew di wê baweriyê de ye, wê ji îro pê ve cîhan bêtir guh bide hişyariyên zanistê yên di warê germbûna global û hilweşîna jîngeh û hawîrdor de.
Noah Hararî di hevpeyvînê de li ser pêdiviya şopandina hukumetan a di vê demê de jî sekinî û wiha axîvî:
Bi teknîka şopandina laşê mirovan, di nava laşê de me de çi pêk were dikare bê dîtin. Ew dikarin şewata canê me, gera xwîna me, rîtma dilê me û xebata mejiyê me bişopînin.
“Dema hukumet şopandina mirovan zêdetir dikin, divê şopandina hukumetan jî zêde bibe. Di vê krîzê de dewlet pereyan wekî avê xerc dikin. Wekî welatiyekî, mafê min heye bizanibim ka ev pere ji kê re diçin. Gelo ev pere ji bo civakê an jî bo rizgarkirina şîrketên mezin tên xerckirin?”
Û li ser pirsa xetereyên pêşxistina teknîkên kontrola mirovan de Hararî nêrînên xwe wiha formûle kir:
“Bi teknîka şopandina laşê mirovan, di nava laşê de me de çi pêk were dikare bê dîtin. Ew dikarin şewata canê me, gera xwîna me, rîtma dilê me û xebata mejiyê me bişopînin.”
Ji ber ku mirov di malên xwe de asê mane, gelek kar di krîzê de ne. Ew ê di vê demê de robot zêdetir bên bikaranîn. Ji ber pêşketina otomatîzasyonê, li welatên aboriya wan gav bi gav pêşdikeve, wê hejmareke zêde kes bêkar bimînin.
Encamên dema dirêj a rewşa awarte ya ji ber koronayê ya li ser awayê kar û xebatê Hararî van gotinan kir:
“Ji ber ku mirov di malên xwe de asê mane, gelek kar di krîzê de ne. Ew ê di vê demê de robot zêdetir bên bikaranîn. Ji ber pêşketina otomatîzasyonê, li welatên aboriya wan gav bi gav pêşdikeve, wê hejmareke zêde kes bêkar bimînin.”
Li gorî Hararî, bi vî awayî hilweşandina girseya karkerên sanayîyê li ser navê pêdiviyên têkoşîna bi koronayê re tê kirin.
Profesorê navdar ê Îsraîlî Yûval Noah Hararî dibêje tasfîyekirina vê hêza mezin a karkeran di eslê xwe de biryarek siyasî ye û herî dawî vê peyamê dide gel û pêşengên mafên mirovan:
“Ji bo pêşîgirtina li rejîmên otorîter û sermayeyê divê têkoşîna ji bo parastina mafên karkeran jî bê meşandin.”