Vîetnam mîlîtarîzma amerîkî têk bir

Wê rojê li bajarê Saygon tevgereke awarte ya hewayî hebû.

Helîkopterên ku vala dihatin, mişt ji mirovan tije bi hewayê diketin.

Bi sedan xebatkarên seferetxaneya amerîkî û bi hezaran kesên ji hukumeta başûrê Vîetnamê re xebitîbûn ji ber şoreşê direviyan.

Hêzên Artêşa Gel a Vîetnamê ya di bin rêvebiriya Ho Şi Mîn de, dor li bajarê Saygonê  ku navenda hevalbendên Amerîkayê bû, girtibûn.

Û niha dijminên şoreşê xwe avêtibûn bextê xwediyê xwe yê emperyalîst da ku ji ber sûcên li hemberê welatê xwe kiribûn, neyên darizandin.

Hêzên Vîetnama şoreşger ku wekî Vîetkong dihatin naskirin, di 30’ê nîsana 1975’an de Saygon rizgar kirin û vî awayî şerê li Vîetnamê bi serketina şoreşê bi dawî bû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 1965’an de tevlî şerê navxweyî yê li vî welatî bû û ligel hukumeta başûr ciyê xwe girt.

Amerîka ji bo Vîetname şoreşger têk bibe, di navbera 1965-1973’an de nêzîkî 3 milyon ton bombe û 19 milyon galon dermanên kîmyewî avêtin ser gel û xaka vî welatî.

Di encama van seferên bêwijdan de li derdora 3 milyon vîetnamî ku 2 milyon ji wan sivîl bûn, hatin kuştin.

Di şer de 58 hezar leşkerên amerîkî hatin kuştin û têkçûna li Vîetnamê, li ser civaka Amerîkayê wekî sendromeke giran bi dehan salan bandor kir.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …