afrîkiyên li meksîkayê

Afrîkiyên li Meksîkayê: Venasîn pêk hat lê xizanî hîn didome

Afro-meksîkî ji dema dagirkirina Meksîkayê ya ji aliyê Îspanyolan ve li vî welatî dijîn.

Kolonyalîstên Îspanyol, piraniya wan ji sedsala 15. û vir anîne Meksîkayê û ew wekî kole xebitandine.

Ew bi hêviya azadiyê, bi rengekî aktîf beşdarî şerê rizgariya Meksîkayê bûne.

Mixabin, piştî serxwebûnê jî cudaxwaziya li hember wan ji ber rengê wan ê reş dom kiriye.

Piraniya nifûsa Meksîkayê ji neviyên kolonyalîstên îspanyol û xweciyan pêk tên.

Piştî vî şêniyê ku weke mestîzo tê binavkirin, duyemîn koma mezin a li vî welatî xwecî ne û yên xwediyên pêşî yên vî welatî jî ew in.

Afro-Amerîkî ji ber rengê xwe, di nava her du koman de jî cî nagirin û ji bo naskirina nasnameya xwe ya cuda di ji 1990’an û vir ve têkoşîn dikirin.

Di 2015’an de, cara pêşiyê rêvebiriya meksîkî hebûna wan naskir û di serjimara vê salê de nifûsa afro-meksîkiyan tespît kir.

Li gorî encamên vê serjimarê, nifûsa vê komê 1.3 milyon e lê pisporên vê mijarê didin zanîn, nifûsa wan ne di bin 2 milyonî re ye.

Herêma afro-meksîkî lê dijîn

Piraniya afro-meksîkî li devera Kosta Chica ya li eyaleta Guerrero dijîn.

Ev dever, ji aliyê aboriyê ve li paş mayî ye û piraniya kesên li vir zêde xizan û bêîmkan in.

Afro-amerîkiyên ku nasnameya wan a etnîk hatiye naskirin, têkoşîna xwe ya ji bo edaleta civakî û aboriyê didomînin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …