Nûnerên PE’yê ji bo Sûrê li Amedê bûn

 

Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, di serdana parlamenterên Parlamentoya Ewropayê de axivîn û xwestin ji bo sîvîlên li nav Sûrê korîdora mirovîn were vekirin. Hevşaredaran diyar kir ku “rewşeke ku nirxên hiqûqî û mirovîn dide zorê diqewime” û got ku ev rûdan pirsgirêkê girantir û travmatîktir dike.

Parlamenterên Koma Sosyalîst û Sosyalîst Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE), ji bo dîtina rewşa Sûrê ku ev 80 roj in qedexeya derketina kuçeyê lê heye û pevçûn lê giran in hatin Amedê, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli kir.

Cîgirê Koma Sosyalist Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Knut Fleckenstein, Koordînatorê Sosyalîst a Demokratan Richard Howitt, Raportora Komîteya Tirkiyeyê a Têkiliyên Derve ya PEyê Kati Piri, Koma Sosyalist a PEyê parlamenterê Îngilistanê Baroness Jan Royall, Koma Sosyalist a PEyê parlamenterê Swêdê Lawen Redar, Koma Sosyalist a PEyê parlamenterê Fransiz û Koorînatorê Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Fransiz Maurice Braud, Alîkarê Sekreteryaya Koma Sosyalîst a PEyê Giacomo Filibeck û Şêwrimendê Koma Sosyalist Demokratan a PEyê Jörgen Siil di hevdîtinê de amade bûn, parlamenterên HDPê Feleknas Uca, Sibel Yiğitalp, hevserokên HDPa Amedê Ömer Önen, Gülşen Özer û Hevserokê DBPa Amedê Ali Şimşek jî di vê rûniştinê de beşdar bûn.

Cîgirê Koma Sosyalist Demoratan a Parlamentoya Ewropayê Knut Fleckenstein, di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ji boa gahî wergirtina ser rûdanên herêmê hatine. Fleckenstein, diyar kir ku hayê wan ji rewşa giran a herêmê heye û got, ji ber muzakereyên di ser koçberan re ên bi Tirkiyeyê re ev rewşa herêmê tê jibîrkirin.

Anli: Divê YE wek aliyê sêyem bikeve navberê

Hevşaredar Firat Anli jî bal kişand ku rewş her diçe girantir dibe. Anli bi bîr xist ku li Cizîrê gelek mirov di jêrzemînan de hatine kuştin, her ku diçe rewş giran dibe û diyar kir ku ji ber teqîna berî du rojan li Enqereyê çêbûye ew dilgiran bûne.

Anli bi bîr xist ku li Sûrê qedexeya ser derketina kuçeyan 80 roj li pey xwe hiştine û got ku ev çend roj in şer giran bûye û heke tevdîr neyêne girtin heye ku wek Cizîrê komkujî li vê derê jî biqewimin. Anli xwest ku qedexeya ser derketina kuçeyan bête rakirin, rewşa agirbestê bête ragihandin û got ger ev nebe dê rewş xirabtir bibe. Anli destnîşan kir ku bo çareserkirina pirsa kurd li şûna rêbazên demokratîk rêbazên şer derketine pêş û got, “Divê YE wek aliyê sêyem têkeve nava vê meseleyê.” Li vê gotina Anli Fleckenstein got ku ji bo divê herdu alî vê yekê qebûl bikin.

Kişanak: Pirsgirêka kurd a rastî pirsgirêkeke demokrasiyê ye

Hevşaredar Gultan Kişanak jî diyar kir ku ji ber Tirkiyeyê nekariye pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike di pevçûnan de mirov têne kuştin. Kişanak weha axivî: “Ev kawdanên dawîn dîsan nîşan da ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke nasnamê, pirsgirêkeke statûyê; lê heman demê pirsgirêka demokrasiyê ye. Heta Tirkiye bi hemû dam û dezgehên xwe demokrasiyê bi cih neke nikare bi hêsanî pirsgirêkan çareseer bike. Hêvîya me ew e, pêvajoya YEyê Tirkiyeyê demokratîze bike û normên gerdûnî yên mafên mirovan pê bidebicihkirin. Em dixwazin ev hêviya me her hebe.” Kişanak, da zanîn ji bo rê li pêla koçberiyê bête girtin divê neyê hiştin ku rewş girantir bibe û got, “Ji ber vê yekê divê em nehêlin şerê nava Tirkiyeyê mezintir bibe.”

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …