Şêrê Flaman di 1847an de hat nivîsandin

Sirûda neteweyî ya flaman a bi navê De Vlaamse Leeuw (Şerê Flaman) di 1847an de hat nivîsandin.

Helbesta ku besteya wê ji aliyê Karel Miry ve hatibû çêkirin, di 17ê sibata 1848an de li şanoya flaman a Gentê hat pêşkêşkirin.

Di 1902’an de ku 700. salvegera şerê Guldensporenslagê ya bi Fransayê re bû, Şêrê Flaman wekî Sirûda Neteweyî ya Flaman hat qebûlkirin.

Sirûda neteweyî ya flaman a bi navê De Vlaamse Leeuw (Şêrê Flaman) di 1847an de hat nivîsandin.

Nivîskarê vê helbesta li ser welatparêziyê Hippoliet van Peene e.

Muzîka vê helbestê ji aliyê Karel Miry ve hat çêkirin û cara ewil ji aliyê komeke şanoyê ya li bajarê Gentê hatiye pêşkêşkirin.

Hippoliet van Peene di dema nivîsandina helbesta xwe de ji helbesta ‘Leeuwanzang’ a Jan van Boendale sûdê wergirtî ye.

Boendale nivîskareke flamane ku di sedsala 14.de li bajarê Antwerpenê jîyaye.

Helbesta ku besteya wê ji aliyê Karel Miry ve hatibû çêkirin, di 17ê sibata 1848an de li şanoya flaman a Gentê hat pêşkêşkirin.

Pêşkêşiya besteyê li ser daxwaza temaşevanên li şanoyê pêk hat.

Şoreşa sibata 1848an a li Parisê bandorê li nişteciyên flaman ê Gentê kiribû.

Tevî vê bandorê, miletê flaman ji sefereke nû ya dagirkirinê ya Fransayê fikaran dikirin.

Piştî Şoreşa Fransî ya 1789’an, Fransa tevlî gelek cîranên xwe yên din, Flanderê jî dagir kiribû.

Lewma tirse ew bû, êrişeke din wê li şoreşa dawî bişopîne.

Helbesta Şêrê Flaman di nava demê de belavî welatê flaman bû.

700. salvegera Şerê Guldensporenslag

Di 1902’an de ku 700. salvegera şerê Guldensporenslagê ya bi Fransayê re bû, Şêrê Flaman wekî Sirûda Neteweyî ya Flaman hat qebûlkirin.

Konseya Çandî ya Holendî ya li Belçîkayê, bi biryara xwe ya di 1973an de, ligel ala flaman, Şêrê Flaman wekî sirûda neteweyî qebûl kir.

Rêvebiriya flaman di 1985’an de versiyoneke kurt a sirûdê amade kir.

Niha Şêrê Flaman sirûda neteweyî ya herêma flaman a Belçîkayê ye.

Şêrê Flaman di heman demê de ala fermî ya Vlanderê ye jî. /Wikipedia

Sirûda Şêrê Flaman (Versiyona 1985an)

Ew neçar dimîne

Şêrê Flamanî yê serbilind;

Her dem azad, bêserûber,

bi têkoşînê pêşkeve

*               *                 *

Rabin, Flamanên Fransa!

Dê şêr biqîre

Qêrîna wî ya hêviyê

Heta ku Flemanek bimîne dê hebe

Erê, ew sîgorta me ye,

*               *                 *

Paytext û bajaran

Bi şikestinekê biqelişe,

Çek nazik in;

Flanders namire.

Dijmin êrîşî me dike

Lê bêyî ku qels bikeve,

Ka em bibezin qada şer,

Şêrê me wê wan têkbişkîne.

*               *                 *

Hezar sal e şer dike

Ji bo Xwedê, ji bo welatê xwe,

Lê her ciwan e

Li hember dijminên xwe yên herrî qurre;

Û ew jê bawer dikin dibêjin bê hêz e,

Bi nefret e û bêaqil jî,

Lê ew stuyê xwe natewîne,

Ji her demê bi hêztir e

(Wergera ji holendî: Burhan Erdem)

Infowelat

————————————

Foto: Karel Miry (1823-1889). Bestekarê Sirûda Neteweyî ya Flaman/Svm.be

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …