Tirkî zimanê sereke yê HEDEP’ê ye

Bahçeli hejmara kêmbûna wekîlên bi Kurdî dizanin kir mesele û wiha axivî:

“Hemû netewperestên Tirk bi zimanê Tirkî diaxivin. Lê çend wekîlên partiya dûvik a PKK’ê yên parlamentoyê bi zimanê dikarin bi Kurdî axivin?

Digel vê, hevseserokê HEDEP’ê Bakirhan di axaftina koma partiyê de bi tenê 2 deqe bi Kurdî axivî.

Sekna HEDEP’ê (Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan) ya dûrî hebûna neteweyî ya Kurd roj bi roj rastî reaksiyonan tê.

Vê carê bûyereke li Parlamentoya Tirkiyeyê bû sebeba nîqaşên li dora polîtîkaya vê partiyê.

Hevparê hukumeta Tirkiyeyê û lîderê MHP’ê (Partiya Tevgera Netewperest) Devlet Bahçeli di meseleya ziman de êrişî HEDEP’ê kir.

Bahçeli hejmara kêmbûna wekîlên bi Kurdî dizanin kir mesele û wiha axivî:

Devlet Bahçeli. Lîderê partiya netewperestiya tund a Tirkiyeyê MHP’ê.

“Hemû netewperestên Tirk bi zimanê Tirkî diaxivin. Lê çend wekîlên partiya dûvik a PKK’ê yên parlamentoyê bi zimanê dikarin bi Kurdî axivin?

Piştî vê, welatparêzên Kurd li bendê bûn hevserokê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan axaftina xwe ya koma siyasî ya partiyê de bi Kurdî biaxive.

Berevajiya vê bendewariyê, Bakirhan hemû axaftina xwe 39 deqe girt, wekî berê bi Tirkî kir.

Di dawiya vê axaftinê de, li ser hişyariyeke ji girseya tevlî bernameyê bûbûn, Bakirhan neçar ma 2 deqe bi Kurdî biaxive.

Ev jî li hemberê gotinên Bahçelî wekî şoveke siyasî dikare bê pênasekirin.

Hevserokê HEDEP’ê bi devoka Qersê wiha axivî:

“Em Kurd in, ji Kurdistanê hatine. Welatê me, zimanê ne û çand û hunera me benzemîşê we naki. Em mîna we nîn in. Gerek wî ya qebûl bikin.  Hûn dibên em ê bi zorê zordariya va zimanê we, çanda we, hunera we asîmîlekin, em ê we gişta têkin Tirk. Em ji gelê Tirk re tiştekî nabêjin. Ama va gotina we jî tam dupeduz fazîşizm i. Em li hemberê wê faşîzmê disekinin. Em ê li hemberê vê faşîzmê bisekinin. Xwedêteala sira milet anîtê rûyê dinyayê herkesî re zimanek dayê. Zimanê me xwedê daye me. Tu aslinda li hemberî xwedî derketiye înşela xwedî yekî li hemberî wî derketiye bela wî ya ceza wî ya bidê.

HEDEP û Komara Demokratîk

HEDEP di 100. salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê wiha gotibû:

“Demokratîkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye.

HEDEP di kongreya Cotmeha 2023’an dewsa YSP (Partiya Çepên Kesk) girtibû.

Partiya nû, di vê kongreyê de paradîgmaya KCK’ê ya li ser hîmê Komara Demokratîk hatiye damezrandin, qebûl kiribû.

HEDEP di 100. salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê de jî bi bangekê li xeta xwe ya dûrî berjewendiyên miletê Kurd xwedî derketibû.

Di daxuyaniyê de ev cî girtibû:

“Demokratîkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye.”

—————-

Foto: Hevserokên HEDEP’ê Tulay Hatimogullari û Tûncer Bakirhan /Medyaya Sosyal

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …