Beşa Tirkî ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê gotareke nîqaşbar a Veysî Sarisozen weşand.
Nivîskarê çepgir ê di xizmeta medyaya asîmîlasyonîst a Tevgera Kurd de sînorên şelafî û xeyalperestiyê berfireh kirin:
Eger îro Marks bijiya, wê bi van gotinan dest bi “Manîfestoyê” bikira; Li esmanên cîhanê xeyaletek difire: Xeyaleta konfederalîzmê.
Partiya Çepên Kesk (YSP) bi kongreya xwe ya li Enqereyê navê xwe guherand Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).
Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê hatin diyarkirin.
Ji bilî guherîna gelek navên Meclîsa Partiyê, “azadiya Ocalan” û meseleya Kurd di kongreyê de derketin pêş.
Piştî vê kongreyê, medyaya xwe wekî “çapemeniya azad” pênase dike, weşaneke propagandîf a di lehê kongreyê de kir.
Beşa Tirkî ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê hinekî din jî pêş de çû û gotareke nîqaşbar a Veysî Sarisozen weşand.
Sarisozen di gotara xwe de pirsa “çawa mûmkûn e ku Kongre li paradîgmayên Ocalan xwedî derdikeve?” kir û ji bo vê, têra xwe pesnê kongreyê da.
Nivîskarê çepgir ê di xizmeta medyaya asîmîlasyonîst a Tevgera Kurd de, bi van gotinên xwe sînorên şelafî û xeyalperestiyê berfireh kirin:
Eger îro Marks bijiya, wê bi van gotinan dest bi “Manîfestoyê” bikira; Li esmanên cîhanê xeyaletek difire: Xeyaleta konfederalîzmê. Wî yê di dewsa navê “Enternasyonala Komunîst” li rêxistina ku damezrand bikira, ji ber ku ji “yekitiya neteweyan” a venaguhere “Neteweya Demokratîk” Sosyalîzm pêk nayê, wê navê “Yekitiya Konfederal a Neteweyên Demokratîk” lê bikira.
Sarisozen piştî vê, hilbijartina Hatîmogullari û Bakirhan wekî “tifaqa Kurd-Ereb” a di “proseya şoreşger a Konfederal de” pênase kir.
Nivîskar li gorî vê, xeta xwe ya utopîst û şelaf “netewbûna demokratîk” wekî tekane çareserî pêşniyaz kir. Sarisozênê ku bi van gotinên xwe kelecan bû, paşê hîn tespîtên qerase kirin:
Tirk, Ereb û Konfederalîzm
Gotarnûsê Ozgur Polîtîkayê Sarisozen got, “kongre ji aliyekî ve kongreyeke Konfederalîzm û netewbûna demokratîk e” û meseleya esasî ji devê xwe derxist: “Ortak Vatan” (Niştimanê Hevpar).
Neteweyên ku “haya wan ji belaya hatiye serê wan tune ye” ango Tirk û Ereb wê piştî demekê hay ji vê belayê hebin, ew ê werin ber deriyên “neteweya demokratîk” û çawa ku ketin hundir wê di carekê de tevlî proseya soreşger Konfederal bibin.
Gotarnûsê Ozgur Polîtîkayê Sarisozen got, “kongre ji aliyekî ve kongreyeke Konfederalîzm û netewbûna demokratîk e” û meseleya esasî ji devê xwe derxist: “Ortak Vatan” (Niştimanê Hevpar).
Nivîskarê çepgir diyar kir, “ Partiya ku van herdu terîman –Niştimanê Hevpar û Neteweya Demokratîk” têxe programa xwe, nikare “bi parçekirina dewlet û miletê bê sûcdarkirin.”
Sarisozen bi vê kelecan û enerjiya xwe, rola Tevgera Kurd -çi îlegal çi legal- bi parastina yekitiya Tirkiyeyê re çarçove kir û wiha nivîsî:
Parastina yekitiya Tirkiyeyê
Ew niştimanê parçe nakin, ew hewl didin, li ser bingeha “yekitiya axê û parastina sînoran” dixwazin “niştimanê hevpar” biguherînin û “yekitiya niştiman misoger” dikin.
Ew niştimanê parçe nakin, ew hewl didin, li ser bingeha “yekitiya axê û parastina sînoran” dixwazin “niştimanê hevpar” biguherînin û “yekitiya niştiman misoger” dikin.
Û Sarisozen derbeya xwe ya dawî ya helandina hebûna neteweyî ya Kurd a di nava “Crtak Vatanê” de bi damezrandina Komara Demokratîk kir:
Dema Tirkiye bibe “niştimana hevpar” û Tirk, Kurd û komên din ên etnîk bibin “neteweya demokratîk”, ew ê Tirkiye êdî nebe rejîmeke netewperest, yekzimanî, yekolî, yekmezhebî, pederşahî, yekzayendî, faşîst û Komara Demokratîk wê derkeve holê.
Kî ye Veysi Sarisozen?
Sarisozen di salên 1970’an de yek ji rêvebirên Federasyonên Klubên Ramanê (FKF) bû. Paşê derbasî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) bû û di nava destekaya rêvebir a partiyê de cî girt. DEHAP di hilbijartina 2002’an de Veysî Sarisozen ji Stenbolê namzetê parlamentoyê nîşan da. Piştî vê, Sarisozen derbasî SDP’ê bû û cîgirê serokê vê partiyê. Sarisozen niha li Ewrûpayê dijî û di Ozgur Polîtîkayê gotareke heftane dinivîse. Ji bilî vê, Sarisozen gelek caran tevlî bernameyên televîzyona Medya Haberê dibe ku saziya sereke ya weşangeriya bi Tirkî ya Tevgera Kurd e.
Fotoyê sereke: Nivîskarê Manîfestoya Komunîst Karl Marks /Jêder: Shutterstock