Thomas Paine û kitêboka wî Common Sense/Wikipedia

Thomas Paine: Îdeologê serxwebûna Amerîkayê

Pirtûka Common Sense (Hişmendiya Hevpar) a di 1776an de hatîye weşandin, rêbereke îdeolojîk a Şoreşa Amerîyayê ye.

Ev pirtûka ji aliyê Thomas Paine ve hatiye nivîsandin, di sala ewil de gihîştîye 500,000 kopîyan.

Amerîka li cîhanê welatê ewil e ku bi şerê rizgariyê dawî li serdestiya Brîtanyayê anîye.

Di dema aloziya bi Brîtanyayê re çavkaniyên îdeolojîk ên ji bo rizgariyê hatine nivîsandin.

Yek ji van çavkaniyan ku herî zêde bandorê li civakê kîrîye, pirtûka Common Sense (Hişmendiya Hevpar) e.

Ev pirtûka ji aliyê Thomas Paine ve hatiye nivîsandin, di 1776an de hatiye weşandin.

Di vê berhema 47 rûpelî de, Paine serxwebûna 13 koloniyên Amerîkayê pêşniyaz dike.

Paine bi argumanên xwe yên polîtîk ên bi zimanekî zelal formûle kirîye, xwestiye destekê bide amerîkîyên li dijî Brîtanyayê şer dikin.

Pirtûka Paine di sala ewil de li derdora 500,000 kopî hatîye firotin.

Wê demê nifûsa 13 koloniyên Amerîkayê 2,5 milyon bûye û lewma jî pirtûk gihîştîye ber destê ji pêncan yekê nifûsê.

Bi vê hejmarê, Common Sense ji aliyê rêjeyê ve, di dîroka Amerîkayê de bûye berhema yekemîn ku herî zêde hatîye belavkirin.

Paine di vê berhemê de, serxwebûna Amerîkayê bi baweriyên mixalif ên protestaniyê ve girê dide.

Bi vê re jî nivîskar, xwestîye nasnameyeka cihê û xwerû ya Amerîkayê ava bike.

Pergala Komarger

Thomas Paine bi fikrên xwe dikare wekî demokrateke radîkal bê pênasekirin.

Fikra wî ya pergala komarger a ji bo Amerîkayê wekî pêşniyazeke radîkal tê qebûlkirin.

Thomas Paine bi fikrên xwe dikare wekî demokrateke radîkal bê pênasekirin.

Paine di pirtûka xwe de, li hemberê monarşîya Brîtanyayê rejîmeka komarger pêşniyazê Amerîkayê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di sedsala 19. de li cîhanê bi tenê Cenova, Venedîk Holanda bi pergala komarê dihatin birêvebirin.

Welatên mayî, bi monarşîyê xwedî pergala monarşîyê bûn an koloniyên Ewrûpayê bûn.

Lewma jî pergala komarger a ji bo Amerîkayê, wekî pêşniyazeke radîkal tê qebûlkirin.

Infowelat

——————————–

Fotoyê sereke: Thomas Paine û kitêboka wî Common Sense 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …