Wilhelmus strana serxwebûna Holandayê ye

Sirûda neteweyî ya Holandayê Wilhelmus wekî helbesteka li ser berxwedana neteweyî ya li hemberê Îspanyayê hatîye nivîsandin.

Helbesta di 1568an de hatîye nivîsandin, di 1932an de wekî sirûda neteweyî hatîye qebûlkirin.

Serhildana Holandayê ya li hemberê Îspanyayê yek ji şoreşeke neteweyî ya Ewrûpayê ye.

Herêmên holendîaxêv ên di destên Împaratoriya Îspanyayê de, di 1568an de serî rakirin.

Berxwedana holendîyan 80 sal dom kir û di dawiya dawî de Îspanya ji vî welatî vekişîya.

Holandaya serhildêr ku di bin rêvebiriya Willem van Oranje de bû, di vê berxwedana dirêj de bû xwedî nasnameyeka neteweyî.

Straneke berxwedanê ya bi navê Wilhelmus di vê demê de di nava civakê de belav bû.

Stran di 1568an de ku sala destpêka serhildanê bû, hatiye nivîsandin.

Tê texmînkirin, helbesta Wilhemus ji aliyê Philip van Marnix van Sint-Aldegonde ve hatiye nivîsandin.

Lê ji ber cezayê giran ên li hemberê edebiyata berxwedanê, berhemên wê demê anonîm dihatin weşandin.

Di rojnivîskeka 1573an de tê nivîsandin, leşkerekî holandî di dema dorpêça bajarê Haarlemê de vê stranê gotîye.

Wilhemus di 1932an de ji aliyê Holandayê ve wekî sirûda neteweyî hat qebûlkirin.

Teksta orîjînal a helbesta Wilhelmus di nava demê de hatiye hêsankirin û bi holandîye îro hatîye nivîsandin.

 Kî ye Wilhelm van Orange?

Wilhelm van Orange lîderê serhildana Holandayê ya li hemberê malbata Habsburg a Îspanyayê ye.

Wilhelm di 1544an de bûye Prensê Orangeê û malbata Orange-Nassau damezrandî ye.

Ev malbat bûye pêşîyê monarşîya Holandayê û parêzgehên welêt di bin rêvebirîya xwe de kîrîye yek.

Wilhelm van Orange lîderê serhildana Holandayê ya li hemberê malbata Habsburg a Îspanyayê ye.

Prens Wilhelm di destpêkê de xizmetê ji walîyê îspanyol ê Holandayê re kirîye û paşê li hemberê otorîteya Îspanyayê serî rakirî ye.

Orange wekî endamê malbata esilzadeyekê li Nassauya Almanyayê ji dayîk bûye.

Wilhelm di 1544an de bûye Prensê Orangeê û malbata Orange-Nassau damezrandî ye.

Wêneyê Wilhelm van Orange ya 1580an./Wikipedia

Ev malbat bûye pêşîyê monarşîya Holandayê û parêzgehên welêt di bin rêvebirîya xwe de kîrîye yek.

Loma jî Wilhelm van Orange wekî Vader des Vaderlands (bavê niştiman) tê qebûlkirin.

Infowelat

——————————–

Fotoyê sereke: Destnivîsa helbesta Wilhelmus a di 1617’an de hatîye weşandin/Wikipedia

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …