Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand.

Yekitiya Sovyetê vê qebûl nekir û li hember vî welatî dest bi ambargoyeke giran kir.

Lîtwanya welatê yekemîn e ku ji Yekitiya Sovyetê serxwebûna xwe bi dest xistî ye.

Serdestiya neteweyî ya li vî welatî, di salên dawî yên otorîteya li Moskowê hatiye rojevê.

Polîtîkaya Glasnost û Perestroyka ya Mihail Gorbaçov pêşiya azadiya miletên Sovyetê vekir.

Tevgera neteweyî ya Lîtwanyayê ji atmosfera nerm sûdê wergirt û di 1988an de Sajudis hat avakirin.

Sajudis bi lez di nava civakê de xwe bi rêxistin kir û daxwaza sexwebûna welêt xist rojeva Lîtwanyayê.

Tevgerê di 23 tebaxa heman salî de ku salvegera Peymana Sovyet-Almanyaya Nazî bû, li paytext Vilniusê çalakiyekê li dar xist.

Bi beşdariya 250,000 kesan vê çalakîyê li seranserê cîhanê deng veda.

Tevgera girseyî, di heman roja sala 1989an de tevlî tevgerên Estonya û Letonyayê çalakiyeke hîn balkêştir li dar xist.

Bi sedhezaran mirov, di navbera paytextên her sê welatan de –Vilnius, Riga û Tallinn- zincîra ji mirovan a 600 km çêkirin.

Piştî van çalakiyên sivîl ên girseyî, Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand.

Yekitiya Sovyetê vê qebûl nekir û li hember vî welatî dest bi ambargoyeke giran kir.

Di 1991an de Moskow vê carê bi rêya hêzên xwe yên ewlekarîyê yên li Lîtwanyayê, xwest darbeyeke leşkerî pêk bîne.

Miletê Lîtwanyayê bertek nîşanî vê hewldanê da û ji her aliyê welêt herikî ber bi Vilniusê ve.

Çalakiyên sivîl ên lîtwanyayiyan rastî êrişa Artêşa Sovyetê hat û 13 kes hatin kuştin.

Venasîna dîplomatîk

Îsland li cîhanê bû welatê yekemîn ku Lîtwanyaya serbixwe nas kir.

Ji ber biryardarîya gel, derbeya hêzên Sovyetê têk çû û Lîtwanya meşa xwe ya di rêya serxwebûnê de berdewam kir.

Bi vê proseyê de, Parlamentoya Îslandê li ser rewşa Lîtwanyayê civînekê li dar xist û biryara xwe ya naskirina serxwebûna Lîtwanyayê ya di 1922an de xwedî derket.

Bi vî awayî, Îsland li cîhanê bû welatê yekemîn ku Lîtwanyaya serbixwe nas kir.

Lîtwanya welatekî li başûrêrojhilatê Deryaya Baltik e. Nifûsa wê 2,800,000 e. /Wikipedia

Di 17yê tîrmeha 1991an de Lîtwanya bi endamtiya Neteweyên Yekbûyî serkeftineke dîplomatîk bi dest xist.

Lîtwanya di 1992an de bi referandûmekê destûra bingehîn qebûl kir.

Piştî vê, di 1993an hilbijartinên giştî hat lidarxistin û hukumeta yekemîn a welatê serbixwe dest bi kar kir.

Infowelat

————————————

Fotoyê sereke: Serhildana 13 çile 1991an a ji bo serxwebûnê.  13 welatparêzên lîtwanyayê wê rojê hatin kuştin.  

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …