Siyaseta berxwedêr berê gel nade ziman

Dîlawer Zeraq

Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“

Ez tenê wekî AKP-Huda-Par berê xwe nadim meseleyê. Ji ber ku gava vê rewşê dest pê kir, ev her du partîyên Tirkîyeyê jî tunebûn. Ji ber ku gava berxwedana kurdan ya ji bo zimên û ji bo bidestxistina mafên xwe yên sereke dest pê kir, ev her du partî tunebûn. Loma jî, wê kirin û pêkanînên wan jî gelemşeyê çareser neke. Ji ber ku ew jî zimanê kurdî wekî navgînekê (instrument) bi kar tînin; bikaranîna wan ya zimanê kurdî ya wekî navgînekê, dibetîyeke (îhtimaleke) xurt bo wan çêdike.

Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“ Hemû hesab ev e û ev hesab bêtir pişta xwe dide rêgezên avakirina komarê yên wekî „yekziman, yekçand, yeknetewe.“ Belê, van pêlên dawîyê yên 20 salan, bi rêya desthilata AKPyê, bayekî dîtir jî hatiye rakirin ji alî xwedîyên van her sê rêgezan ve; bayê qayilkirina kurdan ya bi rêya dîndarîyê. Yanê, siyaseta mêtinger, ev 20 sal in, ji du hêlan ve hewlê dide ku kurdan bi kurtêlan û heqên sînorkirî, bi kirinên xwe razî bike. Ez di vê fikira xwe de, pala xwe bidim Gramsci û dibêjim; ev siyaseta hanê, di ser eynîbûna bîrûbawerîya dînî re, li ser „hilberandina pêqayilîyê (production of consent)“ hatiye avakirin.

Pir tişt mane li ser pişta gel; em ê bibînin, ka gel wê rojên xwe yên borî û trajedîyên xwe ji bîr bike û bi kurtêlan qayil bibe an na ew ê bimîne li ser doz û daxwazên xwe yên gelemperî.

Em nizanin, ka wê sînorê vê pêqayilîyê, ji alî serdestan ve heta ku derê were berfirehkirin û wê ji bo pêkanîna derfetên zimanî çi qas keys were dayîn. Ev yek wê bi awa û dereceya pêqayilîya kurdan an jî berxwedêrî û heqdozîya kurdan dîyar bibe. Ji ber ku pêqîyilî bi rê û bi destê entellektuelan, serkêşên bîrûbawerîyên dînî û mezhebî, çapemenî û hunermendan tê avakirin.

Ger ez vegerim serî; belê, ez li ser gotina te ya pirsê me; ew dixwazin li Kurdistanê bingeha xwe ya siyasî xurt bikin. Lê wê rengûawayê pêqayilî an jî pêneqayilîya kurdan dîyar bike ka ew ê xurt bibin an na… Ez nikarim texmîn bikim ka wê siyaseta sekuler û berxwedêr di vî warî de çi bike ji ber ku siyaseteke wan ya xurt, ya ku berê gel dide zimên, tune. Pir tişt mane li ser pişta gel; em ê bibînin, ka gel wê rojên xwe yên borî û trajedîyên xwe ji bîr bike û bi kurtêlan qayil bibe an na ew ê bimîne li ser doz û daxwazên xwe yên gelemperî.

Nivîs cara ewil di dosyeya li ser meseleya Dersa Kurdî ya Infowelat hatiye weşandin.

—————————————

Dilawer Zeraq

Li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê xwend. Di sala 2017’an di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xwendina masterê bir serî û di sala 2021’ê de jî li ser Ziman û Wêjeya Kurdî bawernameya doktorayê wergirt. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurmancî çîrok û romanan û di warê rexne-analîza wêjeyî de gotaran dinivîse û pê re jî berhevkarîya biwêjên Kurdî dike. Zeraq, di salên 2008-2010’an di rojnameya rojane Azadiya Welat de, bi naverokên wêjeyî û çandî gotar nivîsîn û di salên 2004-2006’an de jî edîtorîya Kovara W’yê kirin. Heta niha gelek berhemên edebî, ferhengnasî û herwiha wergerên Zeraq hatine weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …