Bi rêya kurdî guneh nayên şûştin

Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku “divê ez temamê bedena xwe xilas bikim”, an jî dikare bibêje “ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim.” Ji hêla prensîbê ve xilaskirina hemî gewdeyê ya esasî ye, lê belê di pratîkê de mirov piranî xwe parçe bi parçe rizgar dike.

Dersa Kurdî îsal careke din di proseya dema serîlêdanê de ket rojeva kurdan. Aktîvîstên ziman ji bo kurdî bê hilbijartin wekî par îsal jî di nava serferberiyê de ne. Pêşengiya kampanyaya ji bo kurdî ku ji aliyê Hezkurd û Komeleya Hezkurdê tê kirin, ji xebata kolanan, bikaranîna medyaya sosyal û daxuyaniyan pêk tê. Lêbelê ev mesele bi giştî terka qada însîyatîfa sivîl hatibû kirin, di rojên dawî de pir zêde polîtîze bû. Mehmet Metinerê AKPê banga ferzkirina dersa hilbijarî ya kurdî kir. Beriya vê, Huda-Par vê meseleyê xist rojeva xwe û sempozyûmekê li dar xist. Heman partî paşê jî bi biryareke surprîz li Batmanê meşa ji bo kurdî li dar xist. Ev jî di carekê de bala herkesê kişand ser meseleya parastina zimanê kurdî û hesabên siyasî yên kolonyalîzma tirk û alîgirên wan ên li Kurdistanê. Gelo AKP-Huda-Par bi riya bikaranîna zimên wekî argumanekê dixwestin li Kurdistanê bingeha xwe ya siyasî xurtir bikin?

Reforma Dersa Kurdî di 2012’an de di çarçoveya muzakereyên endamtiya Yekitiya Ewrûpayê de hatibû qebûl kirin. Bi reformê, perwerdeya kurdî wekî derseke hilbijarî hefteyê du saetan li dibistanên navîn ketibû meriyetê. Lêbelê tevgera kurd ji destpêkê ve bi guman nêzîkî vê reformê bû wê wekî taktîkeke dewletê ya ji bo pêşîgirtina perwerdeya bi zimanê dayikê nirxand. Ev nêrîn bi tevahî ji aliyê siyaseta legal a kurd hat pejirandin û tevlî sekna hişk a Egitim-Senê boykoteke nebinavkirî ya Dersa Kurdî di 10 salên dawî de hat meşandin. Boykota li hember dersa zimanê xwe, wekî sosretiyeke beloq niha li bende îzeh û lêkolînên berfireh in.

Infowelat bi armanca di vê meseleyê de nîqaş dest pê bikin bi hin aktîvîstên zimanê kurdî û nivîskarên kurd re axivî.

Dilawer Zeraq: Ne diyar e ka wê siyaseta sekuler çi bike 

Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“

Dîlawer Zeraq/Nivîskar-Akademîsyen

Ez tenê wekî AKP-Huda-Par berê xwe nadim meseleyê. Ji ber ku gava vê rewşê dest pê kir, ev her du partîyên Tirkîyeyê jî tunebûn. Ji ber ku gava berxwedana kurdan a ji bo zimên û ji bo bidestxistina mafên xwe yên sereke dest pê kir, ev her du partî tunebûn. Loma jî, wê kirin û pêkanînên wan jî gelemşeyê çareser neke. Ji ber ku ew jî zimanê kurdî wekî navgînekê (instrument) bi kar tînin; bikaranîna wan a zimanê kurdî ya wekî navgînekê, dibetîyeke (îhtimaleke) xurt bo wan çêdike. Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“ Hemû hesab ev e û ev hesab bêtir pişta xwe dide rêgezên avakirina komarê yên wekî „yekziman, yekçand, yeknetewe.“ Belê, van pêlên dawîyê yên 20 salan, bi rêya desthilata AKPyê, bayekî dîtir jî hatiye rakirin ji alî xwedîyên van her sê rêgezan ve; bayê qayilkirina kurdan ya bi rêya dîndarîyê. Yanê, siyaseta mêtinger, ev 20 sal in, ji du hêlan ve hewlê dide ku kurdan bi kurtêlan û heqên sînorkirî, bi kirinên xwe razî bike. Ez di vê fikira xwe de, pala xwe bidim Gramsci û dibêjim; ev siyaseta hanê, di ser eynîbûna bîrûbawerîya dînî re, li ser „hilberandina pêqayilîyê (production of consent)“ hatiye avakirin. Em nizanin, ka wê sînorê vê pêqayilîyê, ji alî serdestan ve heta ku derê were berfirehkirin û wê ji bo pêkanîna derfetên zimanî çi qas keys were dayîn. Ev yek wê bi awa û dereceya pêqayilîya kurdan an jî berxwedêrî û heqdozîya kurdan dîyar bibe. Ji ber ku pêqayilî bi rê û bi destê entellektuelan, serkêşên bîrûbawerîyên dînî û mezhebî, çapemenî û hunermendan tê avakirin. Ger ez vegerim serî; belê, ez li ser gotina te ya pirsê me; ew dixwazin li Kurdistanê bingeha xwe ya siyasî xurt bikin. Lê wê rengûawayê pêqayilî an jî pêneqayilîya kurdan dîyar bike ka ew ê xurt bibin an na… Ez nikarim texmîn bikim ka wê siyaseta sekuler û berxwedêr di vî warî de çi bike ji ber ku siyaseteke wan ya xurt, ya ku berê gel dide zimên, tune. Pir tişt mane li ser pişta gel; em ê bibînin, ka gel wê rojên xwe yên borî û trajedîyên xwe ji bîr bike û bi kurtêlan qayil bibe an na ew ê bimîne li ser doz û daxwazên xwe yên gelemperî.

Îrfan Amîda: Di pratîkê de xwedî li ziman derkevin 

Gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.

Îrfan Amîda/Nivîskar

Di vê mijarê de dive armanca me ev be, kurd bi kurdî perwerdeyê bibînin. Ev maf e, mafeke hiqûqî û enternasyonalî ye. Her tiştên li derveyê vê korsan in û xapînok in. Lê ev nayê vê wateyê ku gavên hatine avêtin wê neyên pejirandin. Ji ber vê yekê dersên bijarte gaveke û lêxwedîderketina wê daxwazên esas rewatir dike. Di vir de tiştekî din jî heye. Lêxwedîderketina ziman di heman demê de daxwazeke pedagojîk e jî. Dema zarok bi zimanê xwe perwerde bibin, bêtir pêş dikevin û di jiyanê de serfiraz dibin. Wekî bîrdozî jî mirov li nasnameya xwe xwedî derkeve û têkoşîna neteweyî bimeşîne, diyardeya herî xurt ziman e û dive mirov li ziman xwedî derkeve. Kîjan gav tên avêtin bila bên avêtin ji hêla dewletê ve, dersên kurdî çend saet bin jî, bijarte bin jî dîsa divê di pratîkê de mirov li kurdî xwedî derkeve. Û li derveyê vê jî, divê her mal, kolan, sazî û dezge bibin dibistaneke kurdî.

Ku em werin ser bûyerên aktuel wekî hûn jî dibêjin, Mehmet Metiner dibêje dive kurdî bibe derseke mecbûrî, Huda-Par û Egitim-Bir-Sen xwedî lê derdikevin. Kurdî ne milk e. Kurdî milkê hemû kurdan e lê ne milkê min e. Ez nikarim bêjim çima filan partî û îdeolojî li kurdî xwedî derdikeve. Herkes dikare li kurdî xwedî derkeve û doza wê bike. Lê tiştekî din jî heye ku dive mirov sextekariyê jî qebûl neke. Heta niha ji bo kurdî bi Egitim-Bir-Senê re nakokî hebûn. Midûrên vê sendîkayê yên li Kurdistanê  astengî derdixistin li hemberê kurdî. Lê îro bi awayekî polîtîk wekî ku lê xwedî derdikevin bikin ev meseleye din e. Hîn jî pratîka gelek ji midûrên wan wiha ye. Bi vê helwesta xwe ya dawî jî van gunehên xwe dişon. Ku hin derdor bixwazin bi riya bi riya lêxwedîderketina kurdî gunehên bişon, ev nayê qebûlkirin. Ez ne ji bo kes an rêxistinekê dibêjim lê bi ya min bi giştî bi kurdî guneh nayên şûştin. Yanî bi van rêbazan meşrûiyet ji tu kesî re çênabe.

Divê mirov vê sextekariyê jî nîşan bide. Yanî bila li kurdî xwedî derkevin lê bila xwerexneya xwe jî bidin. Bila bêjin „me bi salan şaşî kirin“. Dema mirov mijarê zêde jî polîtîze bike û wê bike alav, ev dibe neheqiya herî mezin li hember kurdî. Ku ev ne polîtîkayeke esas be û bi awayekî korsan kurdî bikin alav, ev nayê qebûlkirin. Ev dibe alaveke şer jî. Dema dewlet perwerdeyê wekî mafên meşrû bibîne û ev bi vê perspektîfê gavan bajêve mesele tune ye. Lê dema wekî alav ji bo meşrûiyeta hin sazî û rêxistinan vê bikin û herwiha di nava gel de meşrûîyeta hin tiştên bikin mijara nîqaşê, wê di ser kurdî re problemên din derdikeve. Berê bi paradîgmaya paşê îflas kirin, qad li kurdan teng dikirin, wekî siyasî, aborî û çandî hwd ji holê radikirin. Lê niha navên kurdî li hin qadên wekî TRT-6, hin beşên zanîngehan û dersên hilbijarî dikin. Lê dema van qadan bên kontrolkirin û wekî alav bên bikaranîn problemên din derdikevin holê.

Tiştekî din jî, gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.  Ez ê ji bo van têkoşîna xwe bidomînim. Lê îro jî berovajiya vê, yên xwedî lê derdikevin pê gunehên xwe bişon, ev nayê qebûlkirin.

Netice Altun: Dersa Kurdî prestîja ziman bilind dike 

Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e.

Netice Altun/Lêkolîner

Di serî de bêjim tenê bi polen 5,6,7, û 8an û bi 2 saetan ziman xelas nabe. Ziman, ku ew bi xwe nebe amûrê perwerdeyê jixwe weke hînkirina zimanek biyanî dimîne. Dewletê dema krîtîk a ji bo temenê zarokan jî girtiye ber çavan û biryar daye, bi tenê di dibistana navîn de kurdî hîn bike. Lêbelê bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Zarok, hewce ye li dibistanan, ku heya niha bi salane peyvek kurdî têde qedexe bû kurdî bibihîsin ku pê serbilind bibin.

Ev serbilindî bi saya her kurdê ku ‘ji ber kurdî hebe’ ked daye û ketiye zindanan, şehîd bûye, ji kar, ji zanîngehê û hwd hatiye dûrxistin, pêk hatiye. Êşên ku hatine kişandin helbet heqê wan ev du saet nîn in. Lêbelê bi berdêlên pir giran ev maf hatiye bidestxistin. Her çiqas Tevgera kurdan di serî de ev deskeftî neecibandibe û xwedî lê derneketibe jî, niha ‘ji ber ku ji zimanê xwe dûrketin êdî sînyalên SOS’ê dide, mecbûr e ku tiştek bêje. Em dibêjin “em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin”. Helbet em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Helbet ez jî vê du saetê pir piçûk dibinim. Lê heya ew roj were, tiştên ku em prestîja zimanê xwe zêde bikin hene. Hilbijartina van dersan û axaftina kurdî li her derê çend gavên biçûk in. Divê herkes fam bike ku kesên nikarin di xwe de şoreşek çêbikin û berê xwe biguherînin, nikarin civakê biguherînin. Hewce dike di destpêkê de kesên ku bi sîyaseta kurdan re eleqedar in di xwe de şoreşek çêkin û zimanê xwe biaxivin. Êdî kurdî tenê bi cil û bergên kurdîtîyê rizgar nabe. Her sîyasetmedarek kurd divê bi kurdan re bi zimanê kurdî biaxive. Tirkên ku dixwazin me temsil bikin jî hewce ye bi zimanê me bi me re biaxivin. Ev, daxwazeke normal e û pêkanîna wê mimkûn e. Lê ku em ji xwe (jidil) hez nekin û ziman di ser her tiştî re negirin wê tu kes vê neke.

Eger kesên xwe di hundirê tevgera kurdan de hîs nakin lê ji bo kurdî kareke jidil dimeşînin bila ser xèrè be. Ziman ne malûmilkê tu kesî ye û nirxeke hemû civakê ye. Kî ji bo ziman  gavekê bavêje malîava. Lê armanc bi saya qada ziman bidestxistina derfetên din bin  ew pirsgirèk e. Ez weke kesek, hem bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazim û hem jî piştgirî didim dersên hilbijartî (jixwe ew keda me ye). Bila kes nefikire ku em êdî bi tistên pîçûk tên xapandin. Ji bo zarokên me êdî gotin bêîfade ne. Kurdî û kurdîtî difetise di jîyana wan de. Kulmek av ji ku were ev biqîmet e û divê bê vexwarin.

Samî Hêzil: Mirov parçe parçe rizgar dibe 

Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke dadwerî û exlaqî tiştekî rewa û fêmbar e, lê belê wekî stratejî û sekneke pratîk tu fonksiyona wê tune ye.

Samî Hêzil/Nivîskar-Wergêr 

Her sal di van her du mehên zivistanê de, bi rojeva dersên bijarî nîqaşên derbarê statuya zimanê kurdî û mafê perwerdehiyê zêde dibin. Gelek kes û saziyên xemxurên zimanê kurdî ji bo bijartina dersan dikevin nav liv û tevgerê û ev xebat tev hêjayî pesndayînê ne. Lêbelê dema em li çarçoveya giştî, li angaştên daxwazkeran û destpêşxeriyên sivîl û pîlansaziya wan xebatên navborî dinihêrin, tev nîşan didin ku kurd hîn jî di çarçoveyeke teorîk de xwedî polîtîkayeke ziman a hevpar û zelal nîn in. Her wisa, ji bilî hewldanên dilxwazan, ew xebat bi pratîkeke xurt û rêxistî jî nameşin. Derbarê nebûna polîtîkayeke ziman a hevpar de, çi di asta teorîk de û çi jî di asta çalakî û rêxistinê de, divê her kes û her alî rewşa xwe li ber çav derbas bike. Me kurdan bi giştî, partîyên sîyasî yên xwedî helwestên cihê, sazî û însîyatîfên sivîl û hwd nêrînên xwe li ser bingekehe berfireh a lêkolînên sosyo-lînguîstîk û pedagojîk ava nekirine. Lewma li şûna daneyên lêkolînan, angaştên reaksîyoner bêtir di rojevê de cih digirin.

Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke dadwerî û exlaqî tiştekî rewa û fêmbar e, lê belê wekî stratejî û sekneke pratîk tu fonksiyona wê tune ye. Helwesteke wiha di pratîkê de saziyeke çalak di rewşeke pasîf de digire û heta dixe pozisyoneke dijber. Li gor nêrîna min hewce nake ku hêzên siyasî yên kurdan di mijara zimanê kurdî de biryarên girêdêr bistînin. Ya baş ew e ku helwesta xwe ya derbarê mijarê de diyar bikin, lê belê wekî erê an jî na girseyan mecbûrî tiştekî nekin baştir e. Bila gel, heta takekes bi xwe biryarekê bidin ku ev jî pêwîstiyeke demokrasiya navxweyî ye. Her kurdek, her sazî, dezgeh û partî bi ser navê kurdan xwedî maf e ku zimanê kurdî li gor angaştên xwe biparêze, tu daxwaz divê rêya yeke din negire û tu alî divê alîyekî din di vê mijarê de tawanbar neke. Kurdî bingeha hemû kurdan e û mafê tu kesî tune ku wê bike angaşta populîzma siyasî.

Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku divê ez temamê bedena xwe xilas bikim, an jî dikare bibêje ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim. Ji hêla prensîbê ve xilaskirina hemî gewdeyê ya esasî ye, lê belê di pratîkê de mirov piranî xwe parçe bi parçe rizgar dike.

Yaqop Tilermenî: Dersa Kurdî yek ji derfetan e

Sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi malbata xwe re bi kurdî biaxivin û zimanê xwe yê netewî biçûk nehesibînin.

Yaqop Tilermenî/Nivîskar

Meseleya zimên, meseleya netewî ye ku divê hemû pêkhateyên civakê serê xwe pê re biêşîne. Fena Frantz Fanon destnîşan kiriye, hêmaneke kollektîf a çandê ye ku divê mirov weke lênerîna sîyasî ya bi berçavka îdeolojîkî tenê wê nenirxîne.

Berîya serîrakirinên li Komara Turkiyeyê, zimanê kurdî zindî bû û bi awayekî organîkî li nava civaka Kurd berbelav bû. Di sedsalê de komarê bi awayekî sîstematîkî hêdî hêdî çavkanîyên zimên xetimandin û mirovên hestyar ji civakê veqetandin. Ji qewla Qazî, tasa hungiv a pêşkêş kirin, bi jehr bû. Û weke encam rewş gihîşt qonaxa îro. Di vê qonaxê de zana, bîrbir, nivîskar, rewşenbîr û hemû dînamîkên dilxwaz dikarin bi zanebûn van xapînokîyên pergalê têk bibin.

Meseleya dersa hilbijartî ku serdest bi armanca gihîştina mebestên xwe mecbûr man bipejirînin, dîsa bi destên hin kurtêlxwiran tê dejenekirin û weke çekekê li hemberî Kurdên dijkolonyalîst tê bikaranîn. Li vê derê sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi malbata xwe re bi kurdî biaxivin û zimanê xwe yê netewî biçûk nehesibînin. Xebatên em li Ewropayê dikin hinekî di vê radeyê de ne û xwedî sûdekê ne. Ger ev li Bakurê Kurdistanê were kirin, bandora di nava malbatan de wê hê zêdetir be. Û gotina, “mal mekteb e” ya civakê wê bi pratîkî were dîtin. Nexwe, weke Abdullah Öcalan destnişan kiriye, civaka ku weke tasa tijî av bişkê, av namîne, ew ê biherike axên dîtir.

Ger em têkoşîna netewekê bi berdewamî dikin, divê heta gihîştina armancên xwe em hemû derfetan di xizmeta wê xin. Dersa Kurdî ya li dibistanan jî yek ji van derfetan e.

Ji bo testkirina Huda-Par û AKP’ê, negirtina kar a mamosteyên kurdî û nepejirandina daxwaznameyên malbatan ji bo kurdî, têra xwe şênber e û divê li ser vê xalê bi heterî were sekinandin.

—————-

Fotoyê sereke: Dîmeneke ji dibistaneke gund a ji bakurê Kurdistanê/Medyaya Sosyal

Amadekar: Necat AYAZ

 

 

 

 

 

 

 

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Dersa Kurdî ziman normalîze dike

Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî …