Dersa Kurdî ya li dibistanan yek ji derfetan e

Yaqop Tilermenî

Sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi malbata xwe re bi kurdî biaxivin û zimanê xwe yê netewî biçûk nehesibînin.

Meseleya zimên, meseleya netewî ye ku divê hemû pêkhateyên civakê serê xwe pê re biêşîne. Fena Frantz Fanon destnîşan kiriye, hêmaneke kollektîf a çandê ye ku divê mirov weke lênerîna sîyasî ya bi berçavka îdeolojîkî tenê wê nenirxîne.

Berîya serîrakirinên li Komara Turkiyeyê, zimanê Kurdî zindî bû û bi awayekî organîkî li nava civaka Kurd berbelav bû. Di sedsalê de komarê bi awayekî sîstematîkî hêdî hêdî çavkanîyên zimên xetimandin û mirovên hestyar ji civakê veqetandin. Ji qewla Qazî, tasa hungiv a pêşkêş kirin, bi jehr bû. Û weke encam rewş gihîşt qonaxa îro. Di vê qonaxê de zana, bîrbir, nivîskar, rewşenbîr û hemû dînamîkên dilxwaz dikarin bi zanebûn van xapînokîyên pergalê têk bibin.

Meseleya dersa hilbijartî ku serdest bi armanca gihîştina mebestên xwe mecbûr man bipejirînin, dîsa bi destên hin kurtêlxwiran tê dejenekirin û weke çekekê li hemberî Kurdên dijkolonyalîst tê bikaranîn. Li vê derê sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê Kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi malbata xwe re bi Kurdî biaxivin û zimanê xwe yê netewî biçûk nehesibînin. Xebatên em li Ewropayê dikin hinekî di vê radeyê de ne û xwedî sûdekê ne. Ger ev li Bakurê Kurdistanê were kirin, bandora di nava malbatan de wê hê zêdetir be. Û gotina, “mal mekteb e” ya civakê wê bi pratîkî were dîtin. Nexwe, weke Abdullah Öcalan destnişan kiriye, civaka ku weke tasa tijî av bişkê, av namîne, ew ê biherike axên dîtir.

Ger em têkoşîna netewekê bi berdewamî dikin, divê heta gihîştina armancên xwe em hemû derfetan di xizmeta wê xin. Dersa Kurdî ya li dibistanan jî yek ji van derfetan e.

Ji bo testkirina Huda-Par û AKP’ê, negirtina kar a mamosteyên Kurdî û nepejirandina daxwaznameyên malbatan ji bo Kurdî, têra xwe şênber e û divê li ser vê xalê bi heterî were sekinandin.

Nivîs cara ewil di dosyeya li ser meseleya Dersa Kurdî ya Infowelat hatiye weşandin.

—————————-

Yaqob Tilermenî

Di sala 1972yan de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Fizîkê qedandiye. Piştî mamostetiya 15 salan li bajarê Mersinê û bi giştî 22 salên mamostatiyê, bi Biryarên Di Hukmên Qanûnê (KHK) de 7ê Sibata 2017an ji karê xwe hatiye derxistin û koçî Swîsreyê kirîye.Tilermenî heta niha gelek pirtûkên kurteçîrok, roman û yên zarokan dane çapkirin. Herwiha, wî gelek pirtûkan wergerandine kurdî û pirtûkeka wî ya zarokan bi fransî hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …