Şîlî di 1818an de serxwebûnê ragihand

Şîlî di 12ê sibata 1818an de bi danezanekê serxwebûna xwe ragihand.

Di 1817an de artêşa îspanyol di Şerê Chacabucoyê de şikestin xwar û rê li ber serxwebûnê vebû.

Şîlî di 12ê sibata 1818an de bi danezanekê serxwebûna xwe ragihand.

Danezana Serxwebûnê ya Şîlîyê ye piştî şerê rizgariyê ya li hember Îspanyayê hat rojevê.

Pêla serxwebûnê ya li welatên Başûrê Amerîkayê di destpêka sedsala 19. de gihîşt Şîlîyê.

Beriya vê, di 1811an de Venezuela, di 1813an de Kolombiya û di 1816an de Arjantîn serxwebûna xwe ragihandibûn.

Hêzên rizgariya Şîlîyê di nava vê atmosfera siyasî de dest bi têkoşînê kirin.

Navê  “Nûeva Patria” (Welatê Nû) li welêt hat kirin û hêzên xwe serxwebûnxwaz xwe bi çek kirin.

Wêneyekê li ser merasîma Danezana Serxwebûnê ya Şîlîyê/Wikipedia

Di 1817an de artêşa îspanyol di Şerê Chacabucoyê de şikestin xwar û rê li ber serxwebûnê vebû.

Çend meh piştî vê serkeftina leşkerî,  li bajarê Santiagoyê referandûmeke ji bo serxwebûnê hat lidarxistin.

Niştecîhên vî bajarê herî mezin ê welêt dengên xwe ji bo serxwebûnê bi kar anîn.

Rêvebiriya serhildanê di kanûna paşîn a 1818’an de dest bi amadekirina danezaneka (deklerasyon) serxwebûnê kir.

Di 12ê sibata heman salê de Danezana Serxwebûnê ya Şîlîyê li Talcayê hat ragihandin.

Infowelat

———————————–

Fotoyê sereke: Ala Şîlîyê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …