Serxwebûn 40 sal in bi Tirkî tê weşandin

Rojnameya Serxwebûnê ya PKK’ê ji destpêkê heta niha bi Tirkî tê weşandin.

Di salên dawî de çend rûpelên bi Kurdî li rojnameya bi Tirkî hatin zêdekirin.

Hejmara Cotmehê ya rojnameya Serxwebûnê hat weşandin.

Manşeta rojnameyê ji kampanyaya 10’ê Cotmehê ya ‘Azadiya ji Abdullah Ocalan re’ pêk hat.

Mijarên din ên derketin pêş nirxandinên li ser Bêrîtan (Gulnaz Karataş), êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û şerê Hamas-Îsraîlê bûn.

Wekî hercar, gotarên li ser “modernîteya demokratîk” û nivîsên din ên li gorî paradîgmaya PKK’ê di vê hejmarê de cî girtin.

Rojname bi Tirkî ye

Hêjayî gotinê ye, rojnameya Serxwebûnê ji destpêkê heta niha bi Tirkî tê weşandin.

Heta salên dawî, hemû hejmarên rojnameyê bi Tirkî bûn.

Paşê, çend rûpelên bi Kurdî li rojnameya bi Tirkî hatin zêdekirin.

Ligel vê, di malpera Serxwebûnê de wergera Kurdî ya hejmarên rojnameyê tên weşandin.

Tevî vê jî piraniya rûpelên rojnameyê û rûpela destpêkê ya malperê bi Tirkî ye.

Kengî dest bi weşanê kir?

Serxwebûn rojnameya mehane yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Di 1979’an de bultena yekemîn a partiyê ji aliyê endamê komîteya navendî Mazlûm Dogan ve hatibû weşandin. Paşê, di 1982’an de li Almanyayê bi awayekî periyodîk Serxwebûn dest bi weşanê kir. Rojname bi slogana “Ji Serxwebûn û Azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” weşanê dike. Digel ku PKK êdî serxwebûnê naxwaze hîn ev slogan di rûpela ewil a rojnameyê de cî digire.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …