Kurdistana sor di navbera salên 1923- 1929ê de li ser xaka Kurdistana Qefqasyayê ku dikeve navbera Azerbaycan û Ermenistana îroyîn, bi fermana Sovyeta Sosyalîst temenê xwe berdewam kiriye.
Li vê herêma Kurdistanî, di navbera 6-7 salên destpêkê de bingeha karên çandî, hunerî û edebî hatiye danîn. Divê bê gotin ku ev xebatên bi vî rengî heta salên 1937-1938ê berdewam kirine.
Kurdistana sor di navbera salên 1923- 1929ê de li ser xaka Kurdistana Qefqasyayê ku dikeve navbera Azerbaycan û Ermenistana îroyîn, bi fermana Sovyeta Sosyalîst temenê xwe berdewam kiriye. Li vê herêma Kurdistanî, di navbera 6-7 salên destpêkê de bingeha karên çandî, hunerî û edebî hatiye danîn. Divê bê gotin ku ev xebatên bi vî rengî heta salên 1937-1938ê berdewam kirine. Di wan salan de li bajarê Şûşayê li ‘Teknîkûmê’ ango li ‘Dibistana Bilind a Pîşeyî’ ‘Fakûlteya Perwerdekirina Mamosteyên Kurdî’ hate vekirin. Salek beriya wê jî li Yêrevana Ermenistanê teknîkûmeke ji bo heman armancê hatibû vekirin. Ji bilî teknîkûmê, li bajarê Laçînê bi navê ‘Tîyatroya Gel’ tîyatroya kurdî hatibû avakirin. Vê tîyatroyê li gellek deveran hunera kurdî pêşkêşî niştecihên herêmê dikir.
ROJNAMEGERIYA KURDÊN AZERBAYCANÊ :
Di Azarbeycanê de dîroka rojnamegeriya kurdî di sala 1931an destpê dike. Di sala 1931an de rojnameya yekem Kurdistana Şurevî dest bi weşanê dike. Piştî vê yekê di sala 1992an de “Dengê Kurd” di sala 2003an de “Dîplomat” dest bi weşanê dike. Her çend dozek hebe ku dibêje rojnameyeke bi soranî piştî hilweşîna Komara Mahabbadê ji hêla ew kesên ku li wir hatine hatiye weşandin hebe jî di derheqê vê yekê de agahî nehatine dest xistin. Di sala 1947-1950an de qala derketina vê rojnameyê tê kirin. Ji ber ku bi tîpên erebî hatiyê weşandin din ava gel de nehatiyê pejirandin û di çavkaniyan de em çav bi vê rojnameyê nakevin.
Yekem rojnameya Kurden Azerbaycane Kurdistana Sovyete:
Rojnamayê “Kurdistana Sovyete” di sala 1931an de Serbajare Kurdistana sorê li Laçinê de weşandin. Navê wê ya pêşî “Şura Kurdustani” yanî “Lîjneya Kurdistane” bû. Ev rojnama du zimanî, Kurdî û Azerî hatiye weşandin lê sala 1938 de çapê zimana kurdî hatiye gedexe kirin. Duyemîn Rojnameya ku zimanî kurdî tîpa latînî tê weşandin. Het da Rojanamaya “KurdÎstana Sovêta” di 1961 te weşandin. Navê rojnemaya “KurdÎstana Sovêta” 1961 de dê guhertin navê rojnameya dibe “Laçîn” . Ev rojname Wekî organa lijneya rêvebirinê ya bajêr ji desteya kedkarên parlementan ya Rêxistina Navçeya Laçînê ya partiya komînîst a Azarbeycanê ve hatîyê derxistin. Armanca derxistina vê rojnamê di nava Kurdan de belevkirina îdolojyeyê sovêtê bû.
Yekem sernîvîskara rojnameyê Sîlêyman Rehîmov bû. Sîlêyman Rehîmov mezunê yekem yê beşa Kurdolojîyê ya ênîstûtûya Şûşa yê bû. Sîlêyman Rehîmov nîvîskareke navdar ê sovête bû. Ew Kurd bû. Îro haman rojnamê wekî organa lîjneya sûrgûnbûyî ya Laçînê tê weşandin. Lê derheqê kurdan de tiştek na yê nîvîsîn.
Rojnameya Dengê Kurd:
Rojnameya “Dengê Kurd” di sala 1992 de li devlata Azerbaycanê de tê weşandin. Ev rojnama organê “Navende Çanda Ronahî” bûn. “Dengê Kurd” bi sê zimanî weşana xwe dikir; Kurdî, Azerbaycanî û Rusî. 23 salên tê weşandin û nêzî 100 hejmar hatiye weşandin.
Ji ber sedemên aborî demeke kurt weşana xwe domkiriye. Di sala 1994an de ji ber sedemên siyasî damezrinerê rojnameyê Hejarê Şamîl, Kamiz Cemal, Adilê Cemal Azerbeycan derikandine. Piştî mirina Kurdnasê navdar Şamîl Askerov rojname weşana xwe ya asayî nikare bike. Di sala 2010 de bi saya xebatên Nofel Edalet û Seymur Alxanovun rojname heya sala 2013an de meha carekê weşana xwe dike. Lê dijberiyên din ava Navenda Çanda Kurd “ronahî” û edîtorê rojnameyê û ew pêkutiyên siyasî yên li ser rojnameyê dibe sedem ku dawiyê li weşana xwe bîne. Piştî vê yekê tenê hejmareke vê rojnameyê tê weşandin.
Rojnameya Dîplomata Kurdî: Rojnameya Dîplomata Kurdî di sala 2003an de ji hêla rojnameger û nivîskarê kurd Tahîr Suleyman ve tê damezirandin. Tahîr Süleyman hem edîtorê rojnameyê ye hem jî xwedîyê wê ye. Rojnameyeke civakî û siyasî ye. Rojname di heftê carekê dertê. Bi zimanê kurdî, tirkî, azerî û rusî weşana xwe dike. Di derbarê jiyan û civaka kurdan de agahiyan dide. Heya niha jî weşana xwe domdike. Di rojnameyê de gelek nivîsên li ser çanda û hunera kurdî hene. Lê li ser rojnameyê pêkûtiyên siyasî hene. Rojname beyî ku alîgiriya partiyekê bike diji bo doza kurdan têdikoşe. Rojname di nava kurdên Azarbeycanê de gelek tê nasîn. Di derbarê bûyerên siyasî yên Kurdistanê de yekem rojnameye ku li Azarbeycanê dertê.
Li Azerbaycanê edebiyat kurdî: Dîroka kurdên Qafqasyayê digîhije hezar salî. Lê tesîrên derve û polîtikayên asîmîlasyonê wisa kiriye ku ev gel di nava gelên din de winda be û here. Her çend wisa be jî nivîskarên kurd qala çanda wan kiriye û niha jî kêm be jî di romanên xwe de qala kurdan tê kirin.
Li gor ku em zanin dîroka nivîskarê kurdên Qafqasyayê ji dewleta Şeddadiyan destpê dike. Yek ji wan kesan jî Mesud îbnî Namîdar e û ew ji dewlata Şeddadî ye. Di qirnê 12an jiyaye. Ev yek heya nivîskara kurd Heyran Xanima Dunbulû tê. Lê heya serdema wê edebiyata kurdên Qafqasyayê di bandora edebiyata fars û ereban de bû. Berhemên xwe bi wan zimanan nivîsandibûn.
Di sedsala 19. de perwerdehî li Qafqasyayê pêş dikeve. Kurd jî bi zimanên gelên din ên Qafqasyayê kîtabên xwe dinivîsînin. Di salên 1930an wir de em dibînin ku êdî kurd bi zimanên xwe dinivîsînin. Li Ermenistanê “Riya Teze”, li Azarbeycanê “Kurdistana Sovyetê” bi zimanê kurdî dest bi weşanê dikin. Bi saya vê nivîskarê kurd jî mêla xwe didin li ser kurdî. Lê di salên 1937an pê de Sovyet dest bi qedexe û surgunê dikin. Kurd jî aliyê çandî û jiyanî de di bandora vê polîtikayê de dimînin. Di vê serdemê de kurdên sosyalîst ên navdar Suleyman Rehîmov û Elî Veliyev ji ber neçariyê zimanê bi Azerî berhemên xwe didin. Lê dijberî vê polîtikayê kesên ku zimanê xwe jî dinivîsin heye. Yek ji wan jî helbestvan û kurdolog Şamîle Selîm, helbestvanan Qadirê Motî, Bariyê Bala û Ehmedê Hepo ye. Ehmedê Hepo nivîskarekî yekemîne ku Azerbeycanê dijî û zimanê kurdî dinivîse.
Di sedsala 19. de perwerdehî li Qafqasyayê pêş dikeve. Kurd jî bi zimanên gelên din ên Qafqasyayê kîtabên xwe dinivîsînin. Di salên 1930an wir de em dibînin ku êdî kurd bi zimanên xwe dinivîsînin. Li Ermenistanê “Riya Teze”, li Azarbeycanê “Kurdistana Sovyetê” bi zimanê kurdî dest bi weşanê dikin.
Di 10-15 salên destpêka Sovyetê de li Azerbaycanê li ser Kurdan û bi zimanê kurdî 27 kitêb hatine çapkirin. Ji bilî ‘Fêkiyêd Aprêlê’, kitêba bi navê ‘Azerbaycanskiye Kurdi’ ango ‘Kurdên Azerbaycanê’ sala 1932yê bi zimanê rûsî li Bakûyê ronahiyê dibîne. Ev kitêba dîrokî ji hêla Hejarê Şamil ve li zimanê tirkî hatiye wergerandin û sala 2009ê ji hêla ‘Weşanxaneya Pêrî’ ve li Stembolê hatiye çapkirin. Li gorî agahdariyên rojnameger û nivîskar Hejarê Şamil, ji sala 1938ê heta sala 1990î li Azerbaycanê bi tenê yek kitêbeke kurdî jî nehatiye belavkirin û çapkirin. Şamilê ku vê gavê li ser ‘Ensîklopediya Kurdên Sovyetê’ kar dike dibêje piştî sala 1990î bi qasî ’tiliyên du destan’ kitêbên kurdî bi zaravayê kurmancî hatine weşandin.
Povêst(helbest)a “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996-an da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”ê da bi tîraja tomerî hatîye weşandinê. Weşanxana “Genclîk”, pirtûkên wî yê bi navên “Karîbarên gelê Kurd” di sala 2000, “Hêsirên xûnê” di sala 2002-an da bi tîrajeke mezin va çap kirîye. Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du evîn, du gulle” wergerandîye zimanê kurdî. Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) li Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrê da hatîye weşandinê. Ehmedê Hepo
‘Bi gazin im dinya’ ya Qadirê Motî (1993),
‘Ku da herim’ a Bariyê Bala (1993),
‘Pirtûka Azerbaycanî-Kurdî ya Axaftinê’ (1994) û ‘Alfabe’ (1996) ya Bayremê Fetî
‘Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî, Azerbaycanî-Kurdî û Mişarên zimanê Kurdî’ ya Şamil Esgerov (1999) çend berhemên giranbiha yên Kurdên Azerbaycanê ne.
Rola Beşe Kurdolojiye ye Akademiya Azerbaycane: Di navbera salên 1960- 1970yî de di ‘Beşê Kurdolojiyê yê Enstîtuya Zanistên Rojhilat a Akademiya Azerbaycanê de xebatên mezin hatin kirin. Di wan salan de zanyar, zimanzan û wêjevanên bi navê Elî Galawêj, Rehîmê Qazî, Hûseyin Kurdoglu, Şamil Esgerov, Zûmrûd Şefiyeva, Mûhammed Şemsî xebatên kurdolojî û wêjeyê meşandine û di demeke kurt de berhemên xwe afirandine. Di bin banê Beşê Kurdolojiyê de; M.Î Şemsî li ser ‘Şerefname’ ya Şerefxanê Bedlîsî, Hûseyîn Kurdoglu li ser berhemên Abdûlla Goran, Şamil Esgerov li ser helbestvaniya Cegerxwîn, Zûmrûd Şefiyeva jî li ser mijara ‘di helbesta kurdî de destan’ kitêb û makale nivîsandine û ev berhemên wan îro ji bo lêkolînerên Kurd bûne çavkaniyên bêhempa. Şayanê gotinê ye ku rewşenbîr û nivîskarên mîna Ezedîn Mûstefa Resûl, Kemal Mezher, Nesrîn Fexrî, Rehîmê Qazî û Kerem Amoyev tezên xwe li heman akademiyê amade û pêşkêş kirine.
Sala 1959ê, bi xebatên hêja yên rewşenbîrên Azerbaycanê, bi navê ‘Kurd Edebiyati Almanagi’ ango ‘Berhevoka Edebiyata Kurdî’ hate çapkirin. Di vê kitêbê de berhemên 9 şaîr û nivîskarên Kurd hebûn ku li zimanê azerkî hatibûn wergerandin. Li hêla din ‘Mem û Zîn’ a Ehmedê Xanî, du berhemên Evdirehman Hejar û Eliyê Evdirehman û kitêbeke ku ji helbestên şaîrên Gurcistanê pêk dihat, li zimanê azerkî hatin wergerandin û çapkirin.
Kurdên din ê ku li ser edebiyata kurdî xebat kirine Nofel Edalet û Hêjar Şamîl e. Van her du kesan li derveyî akademiyayê xebatên xwe yên şêxsî li Azerbaycanê kirine. Nofel Edalet di sala an de pirtûka bi navê “Kurtenêrînek li ser Edebiyat û Çapameniya Kurd” bûye yekem kesê ku li Azarbeycanê kareke wisa kiriye. Wî di berhema xwe de qala gelek nivîskar û helbestvanê kurd jî kiriye.
Li jorê tê xuya li Azerbaycanê xebatên li ser edebiyat û çapameniya kurdan ciheke girîng digre. Beyî ku derfetên wan hebin kurdên Qafqasyayê yên ku her tim di bin xetereyeke mezin de dijiyan berhemên gelek hêja dane û xebatên gelek taybet ji kurdan kirine. Me jî heya ji destê me hat bi kurtasî xwest ku em qala wan bikin di vê gotarê de.
————–
Ev gotara ji aliyê Nofel Edalet (Nofel Şirinov) ve hatiye nivîsndin di Çandnameyê de hatiye weşandin.