Parlamentoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyê digire

Parlamentoya Ewropayê, “Rapora Tirkiyê” ku ji hêla parlamentera Holandî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin qebûl kir. Di raporê de rexneyên giran li hikumeta Tirkiyê tê kirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ji ber helwesta hemberî rojnamevanan tê şermezarkirin.

Parlamentoya Ewropayê her sal derbarê rewş û pêşveçûnên Tirkiyê de, rapor amade dike. Rapora îsalê ku ji hêla Parlamentoya Ewropayê ve hemberî 133 dengên neyînî bi 375 dengan hat qebûl kirin, wek tundtirîn rapora Tirkiyê tê binavkirin.

Di raporê de tê destnîşankirin,Tirkiye di warê reforman, azadiya çapemenî û bêaliya darazê de paş ve çûye û rewşa li Tirkiyê metirsîdar e.

Her wiha tê destnîşankirin li başûrê rojhilatê Tirkiyê 400 hezar kes ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe koçber bûne û metirsî heye ku tundî bilind bibe. Ji Tirkiyê tê xwestin, careke din vegere pêvajoya çareseriya kurd û ji PKK’ê jî tê xwestin ku dawî li çalakiyan bîne û çekan berde.

Helwesta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ya derbarê rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul jî tund tê şermezarkirin û tê xwestin ku,  îdîayên wek “Tirkiye çek şandine Sûriyê” bên lêkolînkirin.

Her wiha di raporê de peştevaniya Akademîsyenên ku îmze avêtine danezana aştiyê tê kirin û tê xwestin ku gavek zûtir kujerên serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bên aşkerakirin.

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê hikûmeta Tirkiyê Volkan Bozkir, derbarê qebûlkirina raporê de got: “Mixabin, rexne û heşyariyên me nehatin qebûlkirin. Em raporê qebûl nakin û emê bi rêya nûnerê daîmî radestê Parlamentoya Ewropayê bikin.”

Rapora Parlamentoya Ewropayê yê par jî, ji ber ku bang li Tirkiyê tê kirin, tunekirina Ermeniya nas bike, ji hêla Tirkiyê ve nehatibû qebûlkirin.

Jêder: Kurdistan24.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …