Şaredariya Qudsê di xizmetên xwe de cudaxwaziyê dike

 

 

 

Şaredariya Qudsê daxwaza welatiyên ereb ên li aliyên din ên Dîwarê Veqetandinê ya Îsraîlê rûdinên red kir. Welatiyên filîstînî yên li Taxa Al-Salam a li bakurê bajêr ku li paş dîwar dimîne, bi belavbûna hejmareke zêde ya mişkan re rû bi rû mane.

Welatiyekî filîstînê yê taxa navborî daxwaznameyeke ji bo vê mijarê pêşkêşî şaredariyê kir lê paşê şaredariyê li wî geriya û diyar kir ku daxwaza wî şexsî ye û lewma jî ew nikarin alîkariyê bikin.

Di vê navberê de Komeleya Mafên Welatiyan a Îsraîlê nameyeke şand Şaredariya Qudsê û di nameyê de bang li şaredariyê kir ku bilez problema tenduristiyê ya li vê taxê çareser bike. Herwiha komeleyê eşkere kir ku digel ku Taxa Al-Salam li wî aliyê dîwar dimîne, hîn jî di nava sînorê şaredariyê de cî digire.

Komeleya Mafên Welatiyan di nameyê de destnîşan kir ku şaredarî li wî aliyê dîwar sergo berhev nake û promlema avê û qenalîzasyonê çareser nake.

Cara ewilî lêkirina dîwarekî di navbera welatiyên ereb û cihû yên Îsraîlê de ji aliyê serokwezîr Yitzak Rabîn di 1992’an de hat pêşniyaz kirin. Piştî nîqaşên dûvedirêj yên li ser vê mijarê, biryar hat dayîn ku di navbera Şerîaya Rojava û erdên Îsraîlê de dîwar bê lêkirin. Di 2003’an de 180 km yê riyê hat avakirin û 2012’an de 440 km yê vî dîwarî hat temamkirin. Dema proje bidawî bibe wê bi tevahî dîwareke 700 km Şerîaya Rojava û Îsraîlê ji hev veqetîne.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …