Scholz derî li îhtimala hilbijartinê girt

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di axaftina xwe ya nirxandina encaman de derî li îhtimala hilbijartinekê girt.

Partîya Scholz SPD (Partîya Sosyal Demokrat) di hilbijartinan de ji % 13 deng girtibûn.

AfDya ku rasta radîkal temsîl dike,  nêzîkî ji % 16ê dengan girtibûn.

Nîqaşên li ser encamên hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê berdewam dike.

Serokwezîr Olaf Scholz di axaftina xwe ya nirxandina encaman de derî li îhtimala hilbijartinekê girt.

Scholz got “encamên hilbijartinan ji bo her sê partîyên koalîsyonê xerab in” lê qala hilbijartineke nû nekir.

Partîya Scholz SPD (Partîya Sosyal Demokrat) di hilbijartinan de ji % 13 deng girtibûn.

Ev jî bûbû hilbijartinên herî xerab ê vê partîyê ya di 130 salên dawî de.

CDU/CDU ji % 30ê dengan bi dest xisti û bûbê hêza yekemîn a Almanyayê.

Di hilbijartinê de herî zêde zêdebûna dengên AfDê (Alternatîfa ji bo Almanyayê) balê kişandibû.

AfD ku rasta radîkal temsîl dike,  nêzîkî ji % 16ê dengan girtibû CDU/CSU bûbû hêza duyemîn.

Bilindbûna sîyasî ya AfDê ji bo sîstema Almanyayê wekî xetere tê pênasekirin.

AfD di 2013an wekî rêxistineke li dijî Yekîtîya Ewrûpayê hat damezrandin.

Bi krîza penaberan a 2015an AfD sekna xwe ya li dijî penaberîyê tundtir kir û veguherî partîyeke dijpenaber.

—————————————

Foto: Olaf Scholz/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …