Danezana Serxwebûnê ya Amerîkayê

Danezana Serxwebûnê ya Amerîkayê di 1776an de hat amadekirin.

56 delegeyên ku 12 kolonîyên Amerîkayê temsîl dikirin, danezanê îmze kirin.

Danezana (deklerasyon) Serxwebûnê ya Amerîkayê di 1776an de hat amadekirin.

Saleke berîya vê demê Şerê Şoreşgerî ya Amerîkayê dest pê kiribû.

13 kolonîyên ku di bin kontrola Brîtanyayê de tevlî vî şerê ji bo serxwebûnê bûbûn.

Rêveberîya Şoreşa Amerîkayê di nava vî şerî de xwest serxwebûnê rabigihîne û ji bo vê pêdîvîya wê bi danezanekê hebû.

Bi vê mebestê komîteyekê ku bi navê Komîteya Pêncan hat naskirin, damezrand.

Di nava endamên vê komîteyê de Thomas Jefferson û Benjamin Franklin jî hebûn.

Belgeya dihat xwestin di 4ê hezîrana 1776an de hat amadekirin û pêşkêşî Kongreya Duyemîn a Parzemînê hat kirin.

Fermandarê hêzên şoreşger ên amerîkî George Washington di 9ê hezîranê de vê belgeyê ji leşkerên xwe re xwend.

Serxwebûn û “mafê şoreşê” 

56 delegeyên ku 12 kolonîyên Amerîkayê temsîl dikirin Danezana Serxwebûnê îmze kirin.

Nûnerên kolonîya New Yorkê tevlî civîna Kongreyê nebûn.

Danezan bi lez hat çapkirin û di nava civaka amerîkî de bi lez hat belavkirin.

13 kolonîyên Amerîkayê yên bi ser Împaratorîya Brîtanyayê ve/Wikipedia

Di danezanê de bi 27 gilî û gazinên li hemberê Kral Georgê brîtanî cî digirt.

Herwiha bi eşkereyî hatibû nivîsandin “Kolonîyên Yekgirtî xwedî mafê Dewletên Azad û Serbixwe ne.”

Ji bo bidestxistina vê jî “mafê şoreşê” di danezanê de hatibû nivîsandin.

——————————————–

Foto: Wêneyê pêşkêşkirina Danezana Serxwebûnê ya ji Kongreya Duyemîn a Parzemînê re. Wêne: John Trull/Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …