Partîyên rastgir li Ewrûpayê bi ser ketin

Di hilbijartinên di navbera 6-9ê hezîranê de hatin lidarxistin de 720 wekîlên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin.

Hilbijartin li Almanya, Fransa û Awusturyayê bi serkeftina partîyên rasta radîkal bi dawî bû.

Li Yekîtîya Ewrûpayê bi sedan milyon hilbijêr ji bo parlamentoyê dengên xwe dan.

Di hilbijartinên di navbera 6-9ê hezîranê de hatin lidarxistin de 720 wekîlên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin.

Hilbijartin li Almanya, Fransa û Awusturyayê bi serkeftina partîyên rasta radîkal bi dawî bû.

Piştî vê encamê, rastgir di Parlamentoya Ewrûpayê de bûn koma herî mezin a sîyasî.

Partîya Meşa Neteweyî (RN) li Fransayê ji % 32ê dengan girt û bû partîya yekemîn.

Serkeftina rasta radîkal hukumetê xist nava hereketê û serokê Fransayê Macron biryara hilbijartinên pêşwext da.

Li Almanyayê partîyeka din a rasta radîkal Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) dengê ji % 14.2yê dengan girt û bû partîya sêyemîn.

Partîya Sosyal Demokrat a serokwezîr Olaf Scholz ji AfDê kêmtir deng girt û ev jî derî li meşrûîyeta sîyasî ya hukumetê vekir.

Endamên Yekîtîya Ewrûpayê. /© European Union, [2024] – European-union.europa.eu
Li Awusturyayê Partîya Azadîyê (FP) ku pêşengîya rasta radîkal dike, ji 25.7ê dengan girt û hejmara wekîlên xwe du qat zêde kirin.

Li Îtalyayê partîya serokwezîra rastgir Giorgia Meloni dengên xwe parast.

Birayên Îtalyayê ku polîtîkaya xwe ya rastgir an dijpenaber tê naskirin, ji % 28ê dengan wergirt.

—————————————–

Foto: Ala Yekîtîya Ewrûpayê 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Angola 50 sal berê bû welatekî serbixwe

Nuqteyên giring Şerê rizgariya Angolayê di 1961an de li hemberê Portûgalê dest pê kir Kuba …