Rasta radîkal dikare bandorê li YE’yê bike?

Sîyaseta ewrûpî zêdebûna dengên partîyên rasta radîkal wekî xetereyeke li hemberê sîstemê qebûl dikin.

Lêbelê îhtimal kêm e ku vê xeta îdeolojîk li Parlamentoya Ewrûpayê bibe xwedî bandoreke mezin.

Ji lew re, tevahîya kursîyên di destên van partîyan de encax digihîje 145an.

Ewrûpa encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê nîqaş dike.

Sîyaseta ewrûpî zêdebûna dengên partîyên rasta radîkal wekî xetereyeke li hemberê sîstemê qebûl dikin.

Bi taybetî, encamên hilbijartinên li Fransa û Almanyayê sîyaseta herdemî ya her du welatan dixe nava fikaran.

Ji ber serfirazîya hilbijartinan ya Meşa Neteweyî (RN) ya rastgir û rasîst, Macron biryara pêşhilbijartinê da.

Piştî vê, awir zivîrîn ser hukumeta koalîsyonê ya Almanyayê ya di bin serokwezîrîya Olaf Scholz de.

Lêbelê Scholz tevî ku her sê partîyên di hukumetê de encamên xerab girtibûn jî, biryara berdewamkirina hukumetê da.

Partîya AfD ku sempatîya wê ji Nazîyan re heye, di hilbijartina li Almanyayê ji % 16yê dengan girtibûn.

Li alîyekî din, Partîya Azadîyê ya Awusturyayê (FPO) di hilbijartinên Ewrûpayê de ji % 27ê dengan girtin bû partîya yekemîn.

Partîya awusturyayî nêzîkî xeta neo-nazî ye û wekî dijpenaber û dijîslam tê naskirin.

Partîya Giorgia Meloni ya dijpenaber a li Îtalyayê ji % 28ê dengan girt û giranîya xwe ya sîyasî parast.

Arîtmetîka Parlamentoya Ewrûpayê ya piştî hilbijartinan/ ©European Union, [2024] – European Parliament
Tevî van encamên serfiraz a ji bo rasta radîkal jî, îhtimal kêm e vê xeta îdeolojîk li Parlamentoya Ewrûpayê bibe xwedî bandoreke mezin.

Ji lew re, tevahîya kursîyên di destên van partîyan de encax digihîje 145an.

Partîyên sîyaseta sereke temsîl dikin niha xwedîyê 455 kursîyan e,

Ev ê jî destûrê bide sîyaseta heyî bikaribe heta 2029an Yekîtîya Ewrûpayê bi rê ve bibe.

——————————————

Foto: Parlamentoya Yekîtîya Ewrûpayê ya li Strasbourgê/Medyaya Civakî

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …