AfD li Almanyayê bû hêza duyemîn

Hilbijartinên ji bo Yekîtîya Ewrûpayê li Almanyayê derî li krîzeke sîyasî vekir.

AfD nêzîkî ji % 16ê dengan girt û piştî her du partîyên gewre CDU/CSU, bû hêza duyemîn.

Herçî Partîya Sosyal-Demokrat (SPD) a serokwezîr Olaf Scholz e, ji % 14ê dengan girt.

Hilbijartinên ji bo Yekîtîya Ewrûpayê li Almanyayê derî li krîzeke sîyasî vekir.

Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) ku polîtîkayên rasîst diparêze, serkeftineke sîyasî bi dest xist.

AfD nêzîkî ji % 16ê dengan girt û piştî her du partîyên gewre CDU/CSU, bû hêza duyemîn.

Bi vê encamê, partîya rasta radîkal temsîl dike ji % 5 dengên xwe zêde kirin.

CDU/CDU ji % 30ê dengan bi dest xistin û bû hêza yekemîn a Almanyayê.

Herçî Partîya Sosyal-Demokrat (SPD) a serokwezîr Olaf Scholz e, ji % 14ê dengan girt.

Ev jî bû encama herî xerab a dîroka salên dawî ya vê partîyê de.

Grarîka parvebûna kursîyên Parlamentoya Almanyayê yên di navbera partîyên alman de/X.com

Çav lê rêye, encamên hilbijartinan wê serê Scholz zêde biêşîne û meşrûîyeta sîyasî ya koalîsyonê bike mijara nîqaşê.

Yek ji hevparê koalîsyona alman Keskan jî wekî SPD dengên xwe kêm kirin.

Partîya Keskan encax dikarîbû ji % 8.6ê dengan bi dest bixe.

Keskan di hilbijartinên dawî de bûbû xwedîyê ji % 11.9ê dengan.

——————————————

Foto: Lîdera AfD Alice Weidel/© Deutscher Bundestag

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …