ANF Images

Jeanne d’Arc li Belçîkayê bi kurdî axivî

Lîstika ‘Mirina Jeanne d’Arca Dîn’ a Şanoya Bajêr a Amedê duh li Belçîkayê derket pêşberî temaşevavan.

Ciyê vê lîstikê bajarê Overijseê ya li herêma Vlanderê bû.

Lîstika ‘Mirina Jeanne d’Arca Dîn’ a Şanoya Bajêr a Amedê duh li Belçîkayê derket pêşberî temaşevavan.

Ciyê vê lîstikê bajarê Overijseê ya li herêma Vlanderê bû.

Lîstik ji aliyê Stefan Tsanev û Berfîn Emektar ve hatiye nivîsandin.

Berfin Emektar di heman demê de derhêneriya vê lîstikê dike.

Lîstikvanên vê berhemê Nurşen Adigüzel, Yavuz Akkuzu û Özcan Ateş e.

Temaşevanên kurd eleqeyeke zêde nîşanî lîstika bi kurdî dan.

Lewma jî piştî lîstikê, lîstikvanên şanoyê spasiya xwe pêşkêşî temaşevanan kirin.

Şanoya Bajêr a Amedê ji serê kanûna pêşîn û vir ve ji bo pêşkêşkirina vê berhemê li Ewrûpayê ye.

Berî niha şanogerên kurd li Berlîn, Essen, Frankfurt, Koln û Amsterdamê derketin ser dikê.

Kî ye Jeanne d’Arc?

Jeanne d’Arc ji bo rizgariya Fransayê li hemberê îngîlîzan şer kiriye.

Bi taybetî, ji ber rola xwe ya di rizgariya bajarê Orleansê ya ji dorpêçê ya di 1429’an de hatiye naskirin.

Li gorî efsaneyê, Jeanne d’Arc (Jan Dark tê xwendin)  keçeke xama ya 12 salî bûye ku li Fransayê jiya ye.

Jeanne d’Arc ji bo rizgariya Fransayê li hemberê îngîlîzan şer kiriye.

Ji bo nasnameya wê neyê zanîn, jina têkoşer kincên mêran li xwe kiriye.

Bi taybetî, ji ber rola xwe ya di rizgariya bajarê Orleansê ya ji dorpêçê ya di 1429’an de hatiye naskirin.

Ji ber vê, Jeanne d’Arc ji aliyê kralê fransî ve hatiye xelatkirin.

Wêneyê dîrokî yê Jeanne d’Arc / Archives Nationales a Fransayê

Lê hêzên fransî di şerê Parîsê de bi ser neketine û ji bo têkçûnê Jeanne d’Arc hatiye sûcdarkirin.

Paşê, jina şervan ji aliyê leşkerên ji Bûrgûndiyayê ve hatiye girtin û teslîmê îngîlîzan hatiye kirin.

Jeanne d’Arc bi hinceta tevlî kincên mêran beşdarî şer bûye, ji aliyê îngîlîzan ve hatiye şewitandin.

Infowelat

Foto: Dîmenek ji lîstikê / ANF 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …