20,000 filistînî bûn qurbanê şer

Rêveberiya Xezayê da xuyakirin, heta niha 20,000 filistînî hatine kuştin.

Ev jî tê vê wateyê, rojane 300 filistînî dibin qurbana aloziya Îsraîl-Hamasê.

8,000 ji qurbaniyan zarok in û ji 6,000î zêdetir jî jin in.

Komkujiya filistiniyan a bi destên Îsraîlê li Xezayê berdewam dike.

Hejmara windahiyên di encama êrişên hovane de pêk tên, gihîşt asteke pir mezin.

Rêveberiya Xezayê da xuyakirin, heta niha 20,000 filistînî hatine kuştin.

Ev jî tê vê wateyê, rojane 300 filistînî dibin qurbana aloziya Îsraîl-Hamasê.

8,000 ji qurbaniyan zarok in û ji 6,000î zêdetir jî jin in.

Neteweyên Yekbûyî diyar dike, hîn di bin xirbeyên avahiyan de termên bi hezaran qurbaniyan maye.

Lîderê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu tevî van encaman jî agirbestê red dike.

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, heta Hamas bi tevahî ji holê neyê rakirin wê operasyon berdewam bikin.

NY nikare biryarê bide 

Piraniya welatên cîhanê dixwazin şer bi dawî bibe û banga agirbestê li NY’yê dikin.

Lêbelê Amerîkaya destekê dide Îsraîlê, li hember vê hêza xwe ya vetoyê bi kar tîne.

Di vê navberê de di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), sîstema cîhanê ji bo çareseriya vê meseleyê li hev nake.

Piraniya welatên cîhanê dixwazin şer bi dawî bibe û banga agirbestê li NY’yê dikin.

Lêbelê Amerîkaya destekê dide Îsraîlê, li hember vê hêza xwe ya vetoyê bi kar tîne.

Cara dawî, bangeke ji bo agirbestê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin.

Mixabin bi tirsa vetoya Amerîkayê, dengdana ji bo pêşniyazbiryarê hat taloqkirin.

Endamên Konseyê dan zanîn, ew ji bo qayilkirina Amerîkayê hevdîtinan dikin.

Infowelat

Foto: Dîmeneke bomberana Îsraîlê ya li dijî bajarê Xezayê. /X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …