Katalonya dibe xwediyê erkên penaberiyê

Îspanya wê erkên di warê penaberiyê de transferê Katalonyayê bike.

Ji bo ev yek pêk were, hukumeta Pedro Sanchez wê pêşniyazqanûnekê bişîne Parlamentoya Îspanyayê.

Îspanya wê erkên di warê penaberiyê de transferê Katalonyayê bike.

Ji bo ev yek pêk were, hukumeta Pedro Sanchez wê pêşniyazqanûnekê bişîne Parlamentoya Îspanyayê.

Eger pêşniyazqanûn bê erêkirin wê Katalonya bibe herêma yekemîn a Îspanyayê ya xwedî erkên penaberiyê.

Agahiyên derbarê vê mijarê de ji aliyê cîgira yekemîn a hukumeta îspanyol Maria Jesus Montero ve hat ragihandin.

Montero got, ji bo dayina detayên derbarê mijarê de hîn gelek zû ye û divê ew mijarê hinek din jî gotûbêj bikin.

Lê wezîra serokatiya Katalonyayê Laura Vilagra ji hukumeta îspanyol xwest, nuqteyên girîng ên peymana bi Juntsê re zelal bike.

Transfera erkan ji hukumeta navendî bo hukumetên herêmî di çarçoveya xala 150.2 a Destûra Bingehîn a Îspanyayê de pêk tê.

Erkên deportkirinê

Sekreterê giştî yê Juntsê Jordi Turull jî li ser mijarê axivî û got, Katalonya dixwaze erkên vederkirina (deportkirin) penaberxwazan jî di destên wê de be.

Sekreterê giştî yê Juntsê Jordi Turull jî li ser mijarê axivî û got, Katalonya dixwaze erkên vederkirina (deportkirin) penaberxwazan jî di destên wê de be.

Turull got, hin penaber 210 caran sûc kirine lê şaredarên katalan nikarin derbarê wan de tiştekî bikin.

Erkên di warê penaberiyê de di çarçoveya peymana partiya katalan Juntsê û hukumeta îspanyol de hatibû rojevê.

Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ji bo bikaribe hukumetê ava bike, du meh berê bi Juntsê re li hev kiribû.

Junts di berdêla efûya giştî ya serxwebûnxwazên katalan de, di dengdana Parlamentoya Îspanyayê de destekê dabû PSOEyê.

Infowelat

—————————–

Foto: Berdevka Juntsê ya Parlamentoya Îspanyayê Míriam Nogueras di dema gotûbêja damerandina hukumeta Îspanyayê de. /Foto: Catalannews.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …