Kongreya PDK’ê bi dawî bû

Mesûd Barzanî di kongreyê de careke din wekî serokê PDK’ê hate hilbijartin.

Di kongreyê de serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bû cîgirê yekemîn û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî jî bû cîgirê duyemîn ê Mesûd Barzanî.

14. Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dawî bû.

Kongreya di 3 mijdarê de dest pê kir, bi gotûbêj û hilbijartina rêvebirên partiyê sê roj dom kir.

Bi qasî 1000 endam tevlî kongreya li Duhokê bûn.

Mesûd Barzanî di kongreyê de careke din wekî serokê PDK’ê hate hilbijartin.

Di kongreyê de serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bû cîgirê yekemîn û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî jî bû cîgirê duyemîn ê Mesûd Barzanî.

Kongre Mesûd Barzanî wekî serokê PDK’ê hilbijart. Serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bû cîgirê yekemîn û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî jî bû cîgirê duyemîn ê Mesûd Barzanî.

Kongreya PDK’ê endamûn Komîteya Navendî jî hilbijart.

10 endamên Komîteya Navendî rasterast ji aliyê kongreyê ve hatibûn destnîşankirin.

Kesên navê wan di vê lîsteyê de cî girtibûn ev bûn: Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr

Ev kes bi daxwaza Barzanî bûn endamên Komîteya Navendî.

Di roja sêyemîn a kongreyê de jî delegeyên partiyê ji bo 41 kursiyên Komîteya Navendî dengên xwe dan.

Kurtedîroka PDK’ê

Mustafa Barzanî. (1903-1979) Barzanî, damezrînerê karîzmatîk ê PDK’ê bû.

PDK di 16’ê tebaxa 1946’an de ji aliyê Mustafa Barzanî ve li bajarê Mahabadê ya li rojhilatê Kurdistanê hate damezrandin.

Lêbelê PDK’ê ji ber rêvebiriya xwe ya otorîter a li herêma Kurdistanê û gendeliya xwe rastî rexneyên giran ên hêzên kurd hatin.

PDK di 16’ê tebaxa 1946’an de ji aliyê Mustafa Barzanî ve li bajarê Mahabadê ya li rojhilatê Kurdistanê hate damezrandin.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ya li Mahabadê rêvebiriya partiyê koçî Yekitiya Sovyetê kir.

Paşê Mustafa Barzanî vegeriya başûrê Kurdistanê û li vir ji bo otonomiyê bi dehan salan şerekî çekdarî meşand.

Di 1975’an de, piştî peymana bi Iraqê re, Îran dawî li desteka xwe ya ji bo PDK’ê anî ev careke din PDK’ê di şer de şikestin xwar.

PDK’ê ji Iraqê vekişiya û Mustafa Barzanî çû li Amerîkayê bi cî bû.

Paşê bi rêvebiriya Mesûd Barzanî û PDK li başûrê Kurdistanê careke din dest bi şerê çekdarî kir.

Bi desteka Amerîkayê û hêzên din ên koalîsyona li dijî Iraqê Raperîna 1991’an gihîşt armanca xwe.

Hevkariya PDK’ê ya bi rejîma otorîter a Erdogan re di raya giştî ya kurdan de rastî rexneyan tê.

Di heman salê de Saddam Huseyîn hêzên Iraqê ji başûr vekişand û di 1992’an de başûrê Kurdistanê bû herêmeke otonom.

Lêbelê PDK’ê ji ber rêvebiriya xwe ya otorîter a li herêma Kurdistanê û gendeliya xwe rastî rexneyên giran ên hêzên kurd hatin.

Herwiha hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ya li dijî PKK’ê di demên dawî de yek ji mijarên sereke ya raya giştî ya kurd e.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …