Alozîya Xezayê û bûyerên giring ên salekê

Şerê Xezayê ku di 2023an de dest pê kir salekê li dûv xwe hişt.

18,000 ji wan zarok û jin, ji 40,000î zêdetir filistînî hatin kuştin.

Şerê Xezayê îro salekê li dûv xwe hişt.

Şerê ku di 7ê çirîya pêşîn (cotmeh) a 2023an de dest pê kir, bû sebeba hilweşîna Xezayê.

Îsraîl bi hinceta Hamasê tune bike, çi derket pêşîya wê tune kir.

18,000 ji wan zarok û jin, ji 40,000î zêdetir filistînî hatin kuştin.

Herwiha, Hamasa bi salane Xezayê kontrol dike hêza xwe ya berê winda kir.

Tevlî lîder û fermandaran, bi hezaran endamên Hamasê hatin kuştin.

Infowelat ji bo şopînerên xwe bûyerên giring ên sala dawî ku bi Şerê Îsraîl-Hamasê dest pê kir, berhev kir.

Rojên giring ên alozîya Xezayê û bûyerên bi vê alozîyê re eleqeder in wiha ne:

7ê çirîya pêşîn 2023

Hamasê danê sibehê bi navê Lehîya El-Aksayê êriş bir ser Îsraîlê. Hamasê 5,000 roketan avêt wargehên li Îsraîlê. Bi vê re hemwext, çekdarên vê rêxistinê êrişê şahîyeke li başûrê Îsraîlê kirin. 1200 sivîl hatin kuştin û 250 ji wan dîl hatin girtin.

8ê çirîya pêşîn 2023

Îsraîlê Operasyona Şûrên Hesinî li dijî Xezayê da destpêkirin. Bombers herêmê dest pê kir û Îsraîlê 300, 000 leşkerên din tevlî artêşa xwe kir.

9ê çirîya pêşîn 2023

Îsraîlê dest bi dorpêça Xezayê kir ku 2 milyon filistinî lê dijîn.

19ê çirîya pêşîn 2023

Hûtîyên Yemenê ji bo piştgirîya Hamasê êrişeke dron û moşekan bir ser Îsraîlê.

27ê çirîya pêşîn 2023

Artêşa Îsraîlê li Xezayê dest bi êrişa bejahî kir.

24ê çirîya paşîn 2023

Agirbesta yekemîn a di navbera her du alîyan de hat ragihandin. Di berdêla 105 dîlên di destên Hamasê de Îsraîl 240 filistînîyan berda.

5ê kanûna pêşîn 2023an

Îsraîl dest bi êrişa derdora Xan Yûnis kir ku bi hezaran filistînê lê diman.

11ê kanûna paşîn 2024

Koalîsyona navneteweyî ya di bin pêşengîya Amerîkayê de êriş bir ser hûtîyên Yemenê.

26ê kanûna paşîn 2024

Dadhega Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) piştî serîlêdana Afrîkaya Başûr ji Ïsraîlê daxwaz kir, ji bo pêşîgirtina jenosîda filistînîyan tedbîran bigire.

29ê sibatê 2024

Hejmara filistînîyên li Xezayê hatin kuştin gihîşt 30,000î.

25ê adarê 2024

Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ji Îsraîl û Hamasê daxwaz kir agirbestê ragihînin.

1ê nîsanê 2024

Îsraîl erişî konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir. 7 endamên payebilind ên Supayên Pasdaran hatin kuştin. Di nava kesên jiyana xwe ji dest da fermandarê Hêza El-Qudsê yê Sûrîye û Libnanê jî hebû.

13ê nîsanê 2024

Îran ji bo bersiva êrişa Şamê bi 300 dron û fuzeyan êrişî Îsraîlê kir.

19ê nîsanê 2024

Îsraîlê êrişeke hewayî bir ser hedefên leşkerî yên Îranê yên li Îsfahanê.

22ê gulanê 2024

Îspanya, Îrlanda û Norwêc biryara venasîna Dewleta Filistînê ragihandin.

13ê tîrmehê 2024

Îsraîlê Mihemed Deîf ku femandarê hêza leşkerî El-Qasam bû, li Xezayê kuşt.

27ê tîrmehê 2024

Hîzbulahê bi roketan êrişî Îsraîlê kir. De encama vë de li Girên Golanê 12 welatîyên durzî hatin kuştin.

30ê tîrmehê 2024

Rêbebirê payebilind ê Hîzbulahê Fûad Şukur di encama êrişa Îsraîlê de li Bêrûdê hat kuştin.

31ê tîrmehê 2024

Lîderê Hamasê Îsmaîl Xenîye di encama êrişa Îsralê de li Tehranê hat kuştin.

15ê tebaxê 2024

Hejmara kuştiyên filistînîyan li Xezayê gihîşt 40,000î.

Nexşeya Xezayê/Researchgate

25ê tebaxê 2024

Hîzbulahê bi sedan roket û dronan êrişî Îsraîlê kir.

28ê îlonê 2024

Îsraîl bi giranî başurê Bêrûdê bombebaran kir. Lîderê Hîzbulahê Hesen Nasralah û tevlî bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da.

30ê îlonê 2024

Artêşa Îsraîlê ket başûrê Libnanê. Hat ragihandin, hejmara leşkerên Îsraîlê yên ketin vî welatî li derdora 30,000î ye.

—————————————–

Foto: Balafireke şer a Îsraîlê/Medyaya Sosyal

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Koreya Bakur wê tevlî şerê li Ukraynayê bibe?

Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagonê ragihand, wê Koreya Bakur 10,000 leşkeran ji bo hîndekariyê bişîne Rûsyayê. …