Şerê veşartî yê Awistralyayê yê li hember aborîcînan

 

 

John Pîlger *

Parlamentoya Awistralyayê li taxa Bartonê ya Canberrayê ku navê wê ji bo bîranîna Serok Wezîrê Awistralyayê yê ewilî Edmûnd Barton hatiye dayîn, cî digire. Barton berpirsê Polîtîkaya Spî ya Awistralyayê ya di 1901’an de ye. Barton digot ku doktrîna wekheviya mirovan “ti carî ji bo kesên ku ne brîtanî an xwedî çermê spî ne nehatiye pêşxistin.”

Eleqederiya Barton a di derbarê çînîyan de ku wekî Metirsiya Zer dihatin naskirin de baş tê zanîn. Wî ti carî qala hebûna kesên herî antîk an awistralyayiyên ewilî nekir. Bi ya wî, ew tunebûn. Berxwedana wan a qehremanî ti carî pêk nehatibû. Di 1838’an de Sydney Monitor di derbarê kesên ku li hember dagirkirina brîtaniyan şer kiribûn wiha nivîsî: “Li ser vî axî nîjada reş bi tevahî hat tunekirin.”

Bajarê Wîlcanniayê yê li Gala Nû ya Başûr bi du tiştî tê naskirin. Ew der xelata neteweyî ya Tidy Town (bajarê paqij) qezenckiriye û şêniyên wê yên resen xwedî hêviya jiyanê ya herî nizm in ku hatiye tomarkirin. Bi gelemperî, ew di 35 saliya xwe de dimirin. Hikumeta Kubayê ji bo wan bernameyeke xwendin û nivîsandinê ya ku wekî  yên ji bo afrîkiyên herî xizan dimeşîne, daye destpêkirin. Li gorî daneyên belavbûna zengîniya global ên Credit Suisse Global Wealth, Awistralya herêma herî zengîn a cîhanê ye. Siyasetmedarên Canberrayê di nava welatiyên herî zengîn de ne. Çavkaniyên wan ên pereyan pir mezin e. Sala borî Wezîrê Karê Xweciyan ê Awistralyayê yê wê demê Jenny Macklin ofîsa xwe bi 331,144 dolaran ku ji berîka welatiyên ku baca xwe didin derket, restore kir.

Kurtedemek berê Macklîn îdîa kir ku di dema wezîrtiya wî de “cûdatiyeke mezin” derketiye holê. Ev rast e. Di dema rêvebiriya wî de hejmara aborîcînên ku di xaniyên ji tenekeyan de dijîn ji sêyan yek zêde bû û ji nîvê zêde pereyê di projeyên xaniyên ji bo aborîcînan hatibû veqetandin, ji aliyê mitehîtên spî û burokrasiyê ve ku bi giranî ew berpirsê wan bû, hatin dizîn. Îro xaniyekî wêran ku herêmên ku xwecî lê dijîn pir tê dîtin divê 25 kesî di hundirê xwe de dihewîne. Xizmetên tenduristiyê heta digihîjin malbat, yextiyar û kesên seqet sal derbas dibin.

aboricin2

Ez çûm nava dilê sor ê navenda Awistralyayê û di derbarê aborîcînên maxdûr de ji doktor Janelle Trees pirsan kir. Trees doktorekî ye ku nexweşên ew wan muayene dike li ciyên cuda yên ku çend kîlometre dûrî wî ne dijîn. Li girseya zinar a Uluruyê ku li vê herêmê ye (Ayers Rock) ji bo şevekê bimînin tûrîst 1,000 dolarî didin. Wê got ku ew dizanin ku di çêkirina xaniyên aborîcînan de asbest tê bikaranîn û hikumet guh nade vê mijarê. Wê lê zêde kir ku zarok bi nexweşiyên kronîk dikevin û bi tenê li statîstîkên xweciyên ji ber nexweşiya gurçikê dimirin tên zêdekirin û ji bo vê yekê tiştekî nayê kirin. Wê wiha dom kir: “Kêmxwarinî problemeke giştî ye. Carekê min xwest ku ji bo enfeksiyonekê dermaneke antî-înflamatûar bidim nexweşekî. Eger mercên jiyana nexweş baş bûna, wê ev nexweşiyê pêk nehatana. Lê min nekarîbû nexweş tedawî bikarana, ji ber ku ew birçî bû û xwarina wî têrî wî nedikir. Lewma min nekaribû heb bidana wî. Carinan ez difikirim ku herwekî ku ez nexweşên xwe di mercên ku dişibin çîna karker a îngilîz a di destpêka şoreşa endustriyê de tedawî dikim.”

Li dawiya kolana Anzac Parade ya li Canberrayê, Abîdeya Şerê Neteweyî ya Awistralyayê bilind dibe ku dîrokzan Henry Reynolds dibêje ku ew “navenda pîroz a neteweperestiya spî”ye. Destûr nehat dayîn ku ez vê avahiya pir mezin a fermî bikişînim. Min şaşiyeke mezin kir ku min got ez bi şerê ku reşikên awistralyayî bêyî ku çekên wan ên bi barût hebin, bi afirînerî û wêrekiyeke mezin li hember dagirkirina brîtaniyan şer kirin, eleqeder dibim. Digel girîngiya wê, li welatekî ku bi abîdeyên ji bo bîranînê hatiye tijekirin, hîç kesekî ku di “yek ji dagirkirina herî mezin a axê ya di dîroka mirovahiyê de”, di eniya têkoşînê de ketine erdê bi bîr nayne, dinivîse Reynolds di pirtûka xwe ya Şerê Hatiye Ji bîr kirin a ku herî baş tê zanîn. Wan aborîcînên awistralyayî ji amerîkiyên xwecîyî yên ku di şerên sînor ên amerîkiyan de hatine kuştin an ji maoriyên li Zelandaya Nû hatine kuştin, zêdetir kuştin e. Eyaleta Queenslandê bûye mezbaxaneyeke rastîn. Tevahiya gelekî li welatê xwe bûne girtî û kolonyalîstên li wir bi cî bûne banga tunekirina wan kirine. Endustriya heywanxwedîkirinê bi riya bikaranîna aborîcînan hema hema wekî koleyan, zengîn bûne. Endustriya madenvaniyê îro li ser erda xweciyan her hefte bi milyar dolaran pere qezenc dike.

Dema ku 30 sal berê min li ser vê raza Awistralyayê dest bi kişandina fîlmê kir, li hemberê apartheida li Afrîkaya Başûr kampanyayekî dest pê kir. Wekî çîroka li Afrîkaya Başûr, ez ji ber aliyên dişibin hev ên wekî serdesetiya spiyan, stûxwarî û parazvaniya lîberalan şaşwaz bûm. Lê ti rexneyên navneteweyî û boykot û Awistralyaya “xwedî şans” aciz nekir. Îro hûn dikarin bibînin ku notirvanên navendên danûstendinê aborîcînan ji Alice Sprîngê diqewirînin. Eger hûn mesafeya kurt a di navbera taxên dûrî navendê yên Cromwell Terrace û Whitegateê de bimeşin, hûnê xaniyên ji tenekeyan hatine çêkirin ku ne ronahiya wan û ne jî ava wan heye, bibînin. Ev apartheid e an wekî ku Reynolds dibêje “êşa dilê me ye”.

 

*John Pîlger: John Pîlgerê k udi 1939’an de li Awistralyayê hatiye dinyê, yek ji amadekarê herî navdar a belgefîlman ên di derbarê şerê li cîhana anglosaksonan de ye. Fîlmê derhenêr a bi navê Utopiya ya li ser aborîcînên Awistralyayê di 15’yê Mijdarê û vir ve li sînemayan e.

—————

Ev nivîs di malpera rojnameya Şîliyê El Ciudado de hatiye weşandin. Nivîs ji spanyolî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …