Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin.

Polîsên Belçîkayê piştî dest danîn ser gelek alavan danê sibehê ji studyoyên her du televîzyonan veqetîyan.

Televîzyonên kurd Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin.

Polîsên Belçîkayê saet di 2:00yê şevê de studyoyên her du televîzyonan yên li bajarê Denderleeuwê ne dagir kirin.

Di serdagirtinê de ji bo weşan bê sekinandin kabloyên elektrîk, rejî û kompûteran hatin birîn.

Polîsan derîyê odeya Uplînkê şikandin aletên di hundir de jî texrîb kirin.

Di dema êrişê de polêsan bi tundî xebatkarên ewlehiyê kelemçe kirin.

Polîs bi qasî 4 saetan li avahiyê man û piştre bi alavên desteser kiribûn ji studyoyan veqetîyan.

Hat ragihandin, nêzîkî 200 polîs tevlî serdagirtina televîzyonên kurd bûne.

Desteya Şêwirmendîyê ya Stêrk TV û Medya Haber TVyê derbarê mijarê de daxuyanîyekê da.

Desteyê got, êrişa li dijî televîzyonên kurd di çarçoveya konsepta şer a Tirkiyeyê de hatîye kirin.

———————————-

Foto: Logoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Balearê 40,000 kes banga parastina ziman kirin

Li Giravên Balearê di “Roja zimanê katalanî de” 40,000 aktîvîstên ziman hukumeta herêmî protesto kirin. …