Norwêc dewleta Filistînê nas dike

Parlamenyoya Norwêcê biryara naskirina dewleta Filistînê qebûl kir.

Heşt partiyên li welêt ji bo naskirina dewleta Filistînê dengên xwe bi kar anîn.

Siyaseta Norwêcê di wê baweriyê de ye, naskirina serxwebûna Filistînê wê bandoreke erênî li ser proseya aştiyê bike.

Norwêc xwe amade dike dewleta Filistînê nas bike.

Parlamentoya Norwêcê duh ji bo deklerasyona naskirina Filistînê rûniştinekê li dar xist.

Heşt partiyên li welêt ji bo naskirina dewleta Filistînê dengên xwe bi kar anîn.

Pêşengiya ji bo pêşniyazbiryarê ji aliyê hukumeta Ked-Navendî ya Norwêcê hat kirin.

Partiyên Sor, Çepa Sosyalîst, Lîberal û Kesk ji bilî destekê xwe, daxwaza hîn gavên mezintir kirin.

Sendîkaya herî mezin a welêt LO jî destekê dide daxwaza van partiyên navborî.

Siyaseta Norwêcê di wê baweriyê de ye, naskirina serxwebûna Filistînê wê bandoreke erênî li ser proseya aştiyê bike.

Berî niha jî siyaseta Norwêcê ji bo naskirina Filistînê li hev kiribûn.

Lêbelê di pêşniyazên berê de aştiya Îsraîl-Filistînê wekî şert hatibû diyarkirin.

Norwêc yek ji çend welatên Ewrûpayê ye ku di Neteweyên Yekbûyî de destekê dide agibesta li Xezayê.

Norwêc ji ber êrişên li ser Xezayê bi eşkereyî Îsraîlê rexne dike.

Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide vê hefteyê gaveke din jî pêş ve çûbû û gotibû, li gorî hin welatên cîhanê rojava di meseleya Ukrayna û Xezayê de xwedî polîtîkaya cotstandard e.

Serxwebûna Filistînê

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat di 15’ê Mijdara 1988’an de li Cezayirê serxwebûna Filistînê ragihandibû.

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat di 15’ê Mijdara 1988’an de li Cezayirê serxwebûna Filistînê ragihandibû.

Neteweyên Yekbûyî di heman salê de bi biryarekê serxwebûna Filistînê nas kiribû.

Rêxistina navneteweyî di biryara xwe de statuya welatê çavdêr da Filistînê.

Hukumeta Filistînê piştî peymana Osloyê ya bi Îsraîlê re, di 1994’an de vegeriyabû ser axa Filistînê.

Niha li cîhanê 138 dewlet bi fermî serxwebûna Filistînê nas dikin.

Infowelat

Foto: Ala Norwêcê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …