Filistîn di 1988’an de serxwebûnê ragihand

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat di 15’ê Mijdara 1988’an de serxwebûna Filistînê ragihand.

Di 1989’an de hejmara dewletên Filistînê bi fermî naskirin derket 93’an.

15 Mijdara 1988’an rojeke girîng a têkoşîna rizgariyê ya Filistînê ye.

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat di vê rojê de serxwebûna Filistînê ragihand.

Berî ragihandina serxwebûnê, Deklerasyona Serxwebûna Filistînê ji aliyê Konseya Neteweyî ya Filistînê hatibû qebûlkirin.

Lîderê Filistînê, di bernameya li paytexta Cezayirê de vê deklerasyonê ji bo raya giştî ya cîhanê xwend.

Bi vê belgeyê, dewleta Filistînê hat ragihandin û Erefat payeya  “Serokê Filistînê” wergirt.

Konseya Navendî ya RRF’yê di civîna 1989’an de serokatiya Erefat erê kir.

Erefat di heman salê de di civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinekê kir.

Neteweyên Yekbûyî bi biryarekê serxwebûna Filistînê nas kir.

Venasîna dîplomatîk

104 dewlet destekê dan biryara naskirina Filistînê û bi tenê Amerîka û Îsraîl li hember derketin.

Di 1989’an de hejmara dewletên Filistînê bi fermî naskirin derket 93’an.

Digel ragihandina serxwebûnê, di destên rêxistina Filistînê de tu erdên rizgarkirî tune bûn.

Hem paytexta wê Quds hem jî hemû erdên di nava sînorên dewletê de hatibûn nîşan dan, di bin kontrola Îsraîlê de bûn.

6 sal li derveyê welat

Hukumeta Filistînê ji 1988’an heta 1994’an li derveyê welêt hebûna xwe berdewam kir.

Peymana Xeza-Jerichoyê ya di 1994’an de destûrê da rêvebiriya Filistînê li Xeza û parçeye Şerîaya Rojava hukum bike.

Serdestiya Filistiniyan ya li ser her du erdan di bin banê Rêvebiriya Neteweyî ya Filistînê de pêk hat.

Di 2012’an de Neteweyên Yekbûyî statuya dewleta çavdêriyê da Filistînê.

Infowelat

————————

Foto: Ragihandina serxwebûnê ya ji aliyê Erefat. /Jêder: Ajansa Wafa

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …